Enter your email Address

Perşembe, Aralık 4, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel x na aktîf Ciwanên Kurdistanê

Amed Malazgîrt: PKK’ê berpirsyariyên xwe bi cih anî

Salvegera damezrandina PKK'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê hate pîrozkirin. Ji fermandarên HPG'e Amed Malazgîrt li pîrozbahiyê axivî û got, "PKK'ê berpirsyariya xwe bi cih anî."

Edîtor: Çekdar Amed
30/11/2025 - 12:10
di nav Ciwanên Kurdistanê, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kurdistan, Manşet, Nirxandin, Nûçe, Video
Reading Time: 6 mins read
A A
Amed Malazgîrt: PKK’ê berpirsyariyên xwe bi cih anî
ParvekeTweet

QENDÎL –  Bi wesîleya salvegera 47’emîn a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bernameyeke şahiyê lidar xistin. Di pîrozbahiyê de ji fermandarên HPG’ê Amed Malazgîrt, li ser avabûn û pêşketina PKK’ê ji gerîlayan re civînek lidar xist.

 

 

Amed Malazgîrt di destpêka nirxandinên xwe de 47’emîn salvegera damezirandina PKK’ê li damezrînerê wê Rêber Apo, li malbatên şehîdan, li Kurd û Kurdistaniyan, li dostên Kurdan û li hemû gerîlayan pîroz kir. Malazgîrt di dewamiya nirxandina xwe de sedemên derketina PKK’ê destnîşan kir û wiha pê de çû: “PKK ji bo berxwedana neteweyî ya Kurdan hat avakirin. Ji bo PKK’ê bikaribûya li ser lingan bisekina pêwîstî pê hebû ku Kurd xwedî li çand, ziman û kurdbûna xwe derkeve. Vaye PKK’ê ev yek ava kir. Ger îro Kurd, ne tenê li Kurdistanê, li her derê cîhanê bi serbilindî dibêje ez Kurd im û bi vê yekê jî serbilind e, ev bi saya rêber Apo ye. Berê jî gelek pêkhateyan xwe wekî partî rêxistin kirin, lê bi ferasteke ku her çar perçeyên Kurdistanê yek bibînin nêzîk nebûn. Rêber Apo ev nêzîkatî red kir, lewma jî partiya ku hemû perçeyên Kurdistanê û hemû Kurdan di nava xwe de radigre PKK ava kir. Rêber Apo PKK li ser her çar perçeyên Kurdistanê ava kir. Lewma jî lê binerin, îro hemû Kurd li dora Serok Apo ne, biryara Serok Apo erê dikin, xwedî li Serokatî derdikevin û Serok Apo wekî Serokê netewî digirin dest. Mezinbûna Rêber Apo ji vê yekê tê.”

‘BI ŞEHADETA HEVALÊ HAKÎ RE PKK BÛ PARTIYA ŞEHÎDAN’ 

Di berdewamiya nirxandinên xwe de Amed Malazgîrt bal kişand li ser kesayeta ji pêşengên PKK’ê Hakî Karer û nirxandinên xwe wiha domand; “Hevalê Hakî hevalek Tirk e û ji hevalên destpêkê yê Serok Apo ye. Rêber Apo ji bo rêheval Hakî dibêje ‘ew ruhê min ê veşartî ye.’ Ji ber ku di nava şertên zehmet ên wê demê de yê ku baweriya xwe bi Serok Apo anî û jê tesîr bûyî û bi vê tesîrê berê xwe dayî Kurdistanê rêheval Hakî bû. Hevalê Hakî di cihê herî zehmet de xebat da meşandin. Wê demê derfetên partiyê nebûn, lewma jî hevalê Hakî paletî dikir, kar dikir û cihê lê ye rêxistin dikir. Ji ber vê yekê Serok Apo ji hevalê Hakî re dibêje ‘ew ruhê min ê veşartî ye.’ Bi şehadeta hevalê Hakî re jî partî gihîşt fermiyetê û xwe gihand roja îro. Ji wê şûnde PKK bû partiya şehîdan û heta îro li ser vê hîmê mezin bû.”

‘BI RÊVEBERÎ Û PÊKHATEYA XWE EM PIŞTGIRIYA SEROK DIKIN’

Ji fermandarên HPG’ê Amed Malazgîrt di berdewamiya axaftinên xwe de hêz û navê PKK’ê ya di cîhanê de belav bûyî destnîşan kir û bilêv kir ku di nava 47 salan de PKK li herêmê û li giştî cihanê bi berxwedana xwe nav û deng bû. Malazgîrt di dewamiya nirxandinên xwe de wiha got: “Ger ji destkeftiyên şênber rê bikevin, PKK’ê şoreş ava kiriye. Em partiyekî Serokatî ne, lewma Serokatî çi bibêje bi rêveberî û pêkhateya xwe em piştgiriya serok dikin û bi wî re ne. Em di vê yekê de zelal in. Ev demeke dirêje em şerek mezin bi rê ve dibin, nexasim jî şerê me yê 10 salên dawiyê pir dijwar bû. Piştî van şeran her kesê dît ku PKK bi êrîşan tesfiye nabe û berxwedana wê her ku diçe mezin dibe. Piştî ev yek hat fam kirin Devlet Bahçelî bi xwe bangawazî ji bo Serokatî kir. Bi însiyatifa Serok Apo ji wê bangawaziyê heya niha gelek pêşketin çêbûne.”

‘ME ROLA KU DIKET SER MILÊ PKK’Ê BI CIH ANÎ’ 

Malazgîrt di nirxandinên xwe de anî ziman ku PKK’ê hemû erkên dikeve ser milên xwe pêk aniye û dora gav avêtinê ya dewletê ye û wiha got; “Rêber Apo got, bila PKK kom bibe kongreya xwe li dar bixe, PKK kom bû û kongreya xwe li dar xist, got PKK bila xwe fesih bike, me xwe fesih kir. 5 salan şer bi dijwarî li herêma Zapê birêve diçû, dewletê hemû derfetên xwe seferber kiribû da ku hêzên gerîla li wê derê tesfiye bike, lê nekarîn. Serok got ji bo rê li ber provakasyonan bigirin, ji xetên îhtîmala pevçûnê lê heye paşve bikêşin, me hêzên xwe yên li wê deverê jî vekişand. Gotin çekên xwe teslîm bikin, me got em çekan teslîm nakin, lê ji bo watedar bibe bi şeklekî sembolik me çek şewitandin. Di dawiyê de ji bo pevçûn çênebin me hêzên xwe yên li Bakur jî vekişandin, raya giştî jî şahidiya vê yekê kir. Rola ku diket ser milê PKK’ê me bi cih anî. Lê heya niha dewletê gavek şênber neavêtiye. Em jî nêz ve dewletê dişopînin, li bendê ne ku ew jî hinek gavan biavêjin. Ji ber ku gaveke ji vê û şûnde em biavêjin nîne. Ger bi rastî jî dewleta Tirkiyê wê behsa xwişk-biratiya Kurd û Tirkan bike divê gavan biavêje. Gava yekemîn azadiya Rêber Apo ye. Divê ev yek di zemînê hiqûqê de bê çareserkirin. Gava duyem, divê Kurd din ava makezagona Tirkiyê de cihê xwe bigirin. Gavên heya niha, Rêber Apo avêtine, çavên me li ser dewleta Tirkiyê ye, gavên ku biavêjin girîng e.”

Di berdewamiya nirxandinên xwe de ji Fermandarên HPG’ê Amed Malazgîrt behsa hêza Rêber Apo kir û nirxandinên xwe wiha domand: “Ji vir û pêve tu kes nikare hêza Serokatî înkar bike, nikare hêza serokatî ji nedîtî ve were. Vaye Dewlet çû li ber lingên Serokatî, rastî ev e, mezinbûna PKK’ê jî ji vê yekê tê.”

Malazgîrt di dawiyê de sersala damezirandina PKK’ê dûbare li Rêber Apo, malbatên şehîdan û hemû gerîlayan pîroz kir. Bi dirûşman civîn bi dawî bû. Ji civînê şûnde, bi kilam, şano û gerandina govendê pîrozbahiya gerîlayan domiya.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Qamişlo Bi pêşengtiya Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Cîzîrê Komxebat derbare avakirina komînan hat lidarxistin

Nivîsa Pêş

Ararat: Cudahiya PKK’ê ji tevgerên din, nêzîkatiya wê ya li hember jinê ye

Çekdar Amed

Nivîsa Pêş
Ararat: Cudahiya PKK’ê ji tevgerên din, nêzîkatiya wê ya li hember jinê ye

Ararat: Cudahiya PKK’ê ji tevgerên din, nêzîkatiya wê ya li hember jinê ye

Konsera Ciwanan li Avcilarê

Konsera Ciwanan li Avcilarê

Manşet

  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan
  • Li Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist
  • Turnuvaya Taxên Gel li Bajarê Reqayê Dest pê dike
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir
  • 8 Xwendekarên Jin Li Dîvandere ya Îranê Bi Jehrê Ketin
  • HPJ’ê Şehîd Aryen Arê û Êrîş Berxwedan Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • TCŞ li Qamişlo  komungeha nû avakir

    TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Turnuvaya Taxên Gel li Bajarê Reqayê Dest pê dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 8 Xwendekarên Jin Li Dîvandere ya Îranê Bi Jehrê Ketin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Berpirsyariya Me Girtiye Ser Milê Xwe Nîşaneya Armanca Me Ya Jiyana Hevpar e

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan li Dêrîkê Şehid Berçem Kobanê biranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPJ’ê Şehîd Aryen Arê û Êrîş Berxwedan Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şandeya Îmraliyê Ji Îmraliyê Vegeriya

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.