QAMİŞLO – Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Kantona Cîzîrê îro di sala Zana li Qamişlo komxebatek bi navê ”Ronahiya Komîne di tariya desthilatdariyê” li darxist. Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Ciwanên ku di saziyên Rêveberiya Xweser cihê xwe digerin û xwendekarên Zanîngeha Rojava tevli komxebatê bûne. Rola ciwanan di avakirina komînan û wateya komîn ji bo civakekê azad hatin nîqaşkirin.
Komxebat bi deqeqî rêzgiritin ji bo cangoriyên şoreşê hat destpêkirin. Endamên Desteya Ciwanan û Werzîşê di gotinên xwe yên vekirinê rola ciwanan di têkoiîna azadiya Kurdistanê û di Şoreşa Rojava de dan diyarkirin. Hat diyarkirin ku Rêber Apo di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de giringiya komînê û bingeha vê ya dîrokî da diyarkirin û pêşentîkirina ji bo civaka komînal dikeve ser milê ciwanan.
Komxebat bi nîqaşên beşdaran berdewam kir. Beşdarvan di gotinên xwe dan diyakirin ku rêxistinkirina ciwanan, tax bi tax gund bi gund erka ciwanan e. Hat gotin ku êrîşên şerê taybet bi rêxistinkirina ciwanan bi avakirina komînan ku bi her kesî mijuldibin û her ciwan di xwe de dihewîne dikarin bên sekinandin.
Beşdarvanan di nîqaşên xwe de dan diyarkirin ku naskirina xwe, xwe perwerdekirin û çand û dîroka xwe naskirin ji bo avakirina komînan esas e.
Beşdarvanan komxebat bi xwendina encamnameyê bi dawî kirin. Di Encamnameyê de hat diyarkirin ku ciwan ê xwedî manîfestoya Rêber Apo derkevin û bi xurtkirina komînan bixin praktîkê.
Komxebat bi berzkirina diruşmayên ”Bê Serok Jiyan Nabe” û ”Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.



