DUSSELDORF – Li bajarê Dusseldorf ê Almanya, Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) di çarçoveya înîsiyatîfa “Azadî ji bo Rêber APO, Çareseriya Demokratîk ji bo Pirsgirêka Kurd” de, di bin pêşengiya ciwanên NRW de meşek meşaleyî li dar xist.
Meşa ku li DGB Haus Düsseldorf dest pê kir, li Qada Graf Adolf Platz bi dawî bû. Di tevahiya meşê de, ciwanan dirûşmeyên wekî “Bijî Rêber APO”, “Ciwan Fedaî Rêber APO ye”, “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Partiya Karkêren Kurdistan” û “Bijî Berxwedana Gerîla ” qîr kirin. Piştî meşê, ew li meydanê kom bûn û ji bo hemî şehîdên Kurdistanê deqeyek rêzgirtin girtin. Endamên ciwan ên TCŞ ku daxuyaniya xwe bi pîrozkirina salvegera 47 a PKK’ê dest pê kirin, gotin, “Zîhniyeta înkarker, qirker û metînger a ku dixwest gelê me tune bike hatiye şikandin, gelê Kurd ji tunebûnê hatiye rizgarkirin û hebûna wî hatiye piştrastkirin.” Piştre wan li ser pêvajoyê daxuyaniyek dan:
“Wekî ciwanên APOYÎ, em radigihînin ku heta Rêber APO azad nebe em ê li kolanan bimînin û em bang li gelê xwe dikin ku vê têkoşînê xurttir bikin.”
Piştî daxuyaniyên xwe, ciwanan bi govend û dirûşmeyan dawî li çalekiyê anîn.



