NAVENDA NÛÇEYAN – HPG NRÇ’ê şehîdên Gulana 2020’an Bawer Zîlan, Avaşîn Întikam, Axîn Botan, Harun Gever û Egîd Şoreş bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Di şert û mercên herî zehmet de bi cesareteke mezin li dijî êrîşên dijmin rabûn û mîtayeke berxwedanê ya mezin hiştin.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG NRÇ) nasnameya Bawer Zîlan ê ku ji şervantiyê heya wezîfeya fermandariya eyaletê berpirsyarî girtiye ser xwe û 4 şehîdên din eşkere kir û soz da ku têkoşîna wan bigihînin serketinê.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Em fermandarê xwe yê hêja Bawer Zîlan û hevrêyên xwe Avaşîn Întikam, Axîn Botan, Harun Gever û Egîd Şoreş ên ku sala 2020’an dema li qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê li ser wezîfeya xwe şehîd bûn, bi rêzdarî bi bîr tînin.
Ewladên bijarte yên gelê me hevrêyên me Bawer, Avaşîn, Axîn, Harun û Egîd tevlî nava refên partiya me PKK’ê bûn ku siyaseta înkar û îmhayê parçe kir, rastiya Kurdê azad car din zindî kir, rakir serhildanê û hebûna wê teqez kir. Dizanîn ku tevlîbûna PKK’ê mîna agir dişewitîne, zehmet e, lê ewqasê jî jiyaneke bi rûmet û şeref e û bi vî rengî bûn rêwiyên vê rêyê. Tevlî Tevgera Apoyî ya bi pêşengiya Rêber Apo bûn û têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê me bilind kirin. Bi rengekî bêteredut li dijî her cure êrîşê rabûn, her tim û li her derê bi îradeyeke xurt şer kirin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo her kêliya xwe fedayê têkoşînê kirin. Bi ruhekî fedayî heqê her berpirsyariyê dan û bi tarz û tempoyeke ku ji serkeftinê dibeze serketinê bi dest xistin. Di şert û mercên herî zehmet de bi cesareteke mezin li dijî êrîşên dijmin rabûn û mîtayeke berxwedanê ya mezin ji me re hiştin.
Em soz didin ku têkoşîna hevrêyên xwe bigihînin serketinê û bîranînên wan her tim bidin jiyîn. Li ser vî bingehî di serî de malbatên wan ên hêja em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.
Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:
![]() |
Nasnav: Bawer Zîlan
Nav û Paşnav: Celal Avci Cihê Jidayikbûnê: Agirî Navê Dayik – Bav: Kîbar – Elî Cih û Dîroka Şehadetê: 27’ê Gulana 2020’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê |
![]() |
Nasnav: Avaşîn Întikam
Nav û Paşnav: Zeynep Ersonmez Cihê Jidayikbûnê: Mûş Navê Dayik – Bav: Gulperî – Kudbettîn Cih û Dîroka Şehadetê: 12’ê Gulana 2020’an / Avaşîn |
![]() |
Nasnav: Axîn Botan
Nav û Paşnav: Suheyla Baytekîn Cihê Jidayikbûnê: Sêrt Navê Dayik – Bav: Fadîle – Cangir Cih û Dîroka Şehadetê: 12’ê Gulana 2020’an / Avaşîn |
![]() |
Nasnav: Harun Gever
Nav û Paşnav: Ihsan Geylan Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg Navê Dayik – Bav: Atiye – Fettah Cih û Dîroka Şehadetê: 5’ê Gulana 2020’an / Xakurkê |
![]() |
Nasnav: Egîd Şoreş
Nav û Paşnav: Celîl Gencezade Cihê Jidayikbûnê: Sine Navê Dayik – Bav: Kubra – Abdulmuhammed Cih û Dîroka Şehadetê: 5’ê Gulana 2020’an / Xakurkê |
ŞEHÎD BAWER ZÎLAN
Hevrêyê me Bawer Zîlan ji malbateke welatparêz a Panosê ya ji eşîra Memanî li Agiriyê hate dinê. Weke zarokê dayikeke ku ji dervey Kurdî zimanekî din nizane û Kurdîtiya xwe parastiye, bi çanda xwe mezin bû. Karakterê civaka exlaqî û polîtîk a gelê Serhedê, çanda welatparêziyê û terbiyeya malbatê şêwe da kesayeta hevrêyê me Bawer. Ev cewherê ku ji malbat û civaka xwe wergirtî, di tevahiya jiyana hevrê Bawer de ew li ser piyan hişt û gihand serketinên mezin, ev yek bû haveynê kesayeta wî ya serhildêr. Hevrêyê me Bawer ku ciwanekî xebatkar û jîr e, li hemberî têkoşîna azadiyê ya gelê xwe hestiyar bû, xwend û lêkolîn kir. Li ser vî esasî bû xwedî zanebûneke zanebûneke mezin. Zanîngeh qezenc kir û çû Wanê. Li vir hîn zêdetir derfet dît ku bixwîne, lêkolîn bike û xwe pêş bixe. Dizanî ku mufredata dewleta Tirk ji bo asîmîlekirina wî ye. Bi vê zanebûnê hewl da ku hem xwe ji sîstemê biparêze hem jî derfetên wê bi kar bîne. Hezkirina gel û welêt a di dilê wî de, agirê azadiyê yê PKK’ê ew kişand nava têkoşînê. Hevrêyê me Bawer bêyî teredut tercîh kir ku tevlî doza hebûn û azadiyê ya gelê xwe bibe. Li zanîngehê ji sala 1994’an dest bi xebatên ciwanên şoreşger û welatparêz kir û heya sala 1998’an xebat meşand. Tevlî serhildanan b3u, ji bo zanebûna ciwanên Kurd û rêxistinkirina wan ket nava hewldanê. Bi sekin û keda xwe bû wesîle ku gelek ciwanên Kurd têkoşîna azadiyê nas bikin. Ji ber xebatên xwe yên siyasî rû bi rûyê zexta dewleta Tirk ma, hate binçavkirin. Hevrêyê me Bawer li Fakulteya Perwerdeyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê beşa mamostetiya refê xwend û refa 4’an êdî biryar da ku vê sîstemê biterikîne û bibe şoreşgerek profesyonel. Li ser vî bingehî bi komek hevalên xwe yên zanîngehê re 1’ê Gulana 1998’an li Kelareşê tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Bawer piştî demek kurt li Kelareşê ma, derbasî Botanê bû. Li qada Colemêrg a girêdayî Saha Botanê dest bi pratîka gerîla kir. Ji yek ji fermandarên mezin ê ARGK’ê şehîd Rojhat Bilûzerî – Lezgîn Yorga ku li hemû Botanê û bi taybetî li zozanên Colemêrgê efsaneyek e, pir bandor bû. Sekin û fermandariya hevrê Rojhat Bilûzerî di hemû jiyana hevrê Bawer de jê re bû rehberekî ku mînak bigire. Hevrêyê me Bawer di dema operasyonên ku dijmin pêvajoya Komploya Navneteweyî bê navber li dijî gerîlayên li Bakur pêk dianî de fêrî gerîlatiyê bû. Zehmet û şerê bênavber îradeya wî xurt kir û ew veguherand gerîlayekî hêja. Di şert û mercên herî zehmet de tecrûbeya gerîlatiyê girt û bû pispor. Ev salên ku hevrêyê me Bawer di nava şer de derbas kirî, şêwe da jiyana wî ya gerîlatiyê û timî rê nîşanî wî da. Piştî ku du salan li Botanê pratîk meşand, li ser bingehê vekişîna sala 1999’an destpêkê çû Kelareş ji wir jî çû Herêmên Parastinê yên Medyayê. Heya sala 2000’an li Xinêre ma, piştre derbasî Qendîlê bû û heya sala 2001’an li vir fealiyet meşand. Di vê demê de di komên fedayî yên ewilî yên ku bingehê Hêzên Taybet ava dikin de cih girt. Bi îdîaya çalakiya fedayî pêk bîne, xwe ji dema nû re amade kir.
Dewleta Tirk vekişîna gerîla û nêzîkatiyên Rêber Apo ya ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd weke lewaziyek fêm kir û bê navber operasyon pêk anîn. Li hemberî vê yekê hevrêyê me Bawer jî pêşniyar kir ku biçe Bakurê Kurdistanê û têkoşînê mezin bike. Li ser vî bingehî sala 2001’an derbasî Saha Dersimê bû. Hevrê Bawer heya sala 2006’an li gelek qadên Dersimê gerîlatî kir. Bi rengekî aktîf tevlî Pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an bû. Weke ewladekî esil ê Seyît Rizayan li çiyayên Dersimê kevneşopiya berxwedanê domand. Piştî pratîka şeş salan a li vir hevrê Bawer sala 2007’an derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Ji bo ku pratîka xwe ya têkoşînê lêpirsîn bike, li hemberî xeta şehîdan rexne û rexnedayîn bide û li ser taktîkên têkoşîna dema nû lêhêrbûn bike, sala 2007’an li Akademiya Hakî Karer tevlî perwerdeyê bû. Perwerdeya xwe bi rengekî serketî temam kir û tevlî Konferansa 4’emîn a HPG’ê ya sala 2007’an bû. Piştî konferansê derbasî Xakurkê bû, li vir di perwerdeya şervanên nû de cih girt. Hevrêyên xwe yên nû dest bi gerîlatiyê kirine perwerde kir, tecrûbeya xwe ya xurt parve kir û ew ji pêvajoya têkoşînê re amade kirin. Weke fermandarekî Apoyî yê mînak bi sekin û jiyana xwe piştgirî da hevrêyên xwe. Hevrê Bawer wezîfeya xwe ya li vir bi serketî temam kir û bi sedan hevrêyên xwe perwerde kir. Sala 2009’an tevlî perwerdeya li Dibistana Navendî ya Partiyê ya Mazlum Dogan bû. Piştî perwerdeya xwe bi serketî temam kir, derbasî Zapê bû. Demek kurt li Zapê ma û piştre car din berê xwe da Bakurê Kurdistanê û sala 2010’an çû eyaleta Serhedê. Hevrêyê me Bawer weke fermandarekî HPG’ê yê pispor ber bi xaka ku lê jidayik bûye ve bi rê ket, bi lez tevlî pratîka li vir bû. Weke fermandarekî wezîfe girt ser xwe û ji bo berpirsyariyên xwe bi cih bîne, bi dil û can xebitî. Hevrê Bawer ku kesekî kedkar û fedakar e, di jiyan û şer de bi keda xwe nirx afirand. Salên 2010, 2011 û 2012’an ji bo serketina pêngava me ya Şerê Gel ê Şoreşgerî bi fedakarî û cesareteke mezin barê pêvajoyê hilgirt. Li ser bingehê vekişîna ku Rêber Apo sala 2013’an ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêvajo pêş xist, ji Serhedê derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrê Bawer guh da banga Rêber Apo û nîşan da ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi ruhê fedayî yê Apoyî hem ji şer re hem jî ji aştiyê re her tim amade ye.
Hevrêyê me Bawer heya sala 2015’an li Qendîl û Metînayê gerîlatî kir, polîtîkayên dewleta Tirk ên ku di şer de israr dikin, bi baldarî şopand. Dema dît ku dewleta Tirk li ser bingehê ‘Plana Têkbirinê’ tecrîdê li ser Rêber Apo pêk tîne, êrîşî gelê Kurd û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dike, car din berê xwe da Bakurê Kurdistanê. Weke bersiva li dijî êrîşan sala 2015’an derbasî eyaleta Serhedê bû. Weke endamekî Fermandariya Eyaleta Serhedê, wezîfe girt ser xwe û ji bo gelê Kurd ji êrîşên qirkirinê biparêze, bi cesareteke mezin û fedakarî têkoşiya. Sala 2018’an di êrîşeke dijmin de ji destê xwe yê rastê birîndar bû, bi armanca tedawiyê çû Herêmên Parastinê yên Medyayê. Tedawiya hevrêyê me Bawer heya sala 2019’an dewam kir û piştî baş bû, demildest esas girt ku bigihije cihê wezîfeyê. Sala 2019’an ku HPG ketibû nava pêvajoya jinûve avabûnê, li Akademiya Leşkerî ya Mahsum Korkmaz tevlî perwerdeyê bû û ji pileya yekemîn wezîfeya fermandariyê girt ser xwe. Hevrê Bawer li akademiyê hem weke xwendevanekî xwe perwerde kir, lêhêrbûn û amadekariyên ji bo dema nû esas girt, hem jî weke mamosteyekî bi tecrûbeyên xwe rê nîşanî hevrêyên xwe da. Piştî lêhêrbûna akademiyê, di Fermandariya Akademiyên Apollon de cih girt.
Hevrêyê me Bawer bi asteke lêhêrbûnê ya hîn bilindtir re, ji bo wezîfeya pêşengiyê ya Partiya me PKK’ê bigire ser xwe, di Gulana 2020’an de ji bo li Ocaxa PKK’ê ya Sakîne Cansiz perwerde bibîne bi rê ket. Hevrêyê me Bawer 27’ê Gulana 2020’an dema bi pêşengên wêrek ên Tevgera Apoyî Qasim Engîn – Îsmaîl Nazlikul û Masîro Xabûr – Bedirxan Abo re, di êrîşa dijmin de şehîd bûn. Hevrê Bawer Zîlan hemû jiyana xwe fedayê têkoşîna azadiyê ya gelê me kir, ji şervantiyê heya wezîfeya fermandariyê di nava gerîla de berpirsyariya bi fedayiyane girt ser xwe, em wî bi hezkirin, rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em soz didin ku xwedî li bîranîna hevrê Bawer derbikevin û meşa Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad bigihînin serketinê.
ŞEHÎD AVAŞÎN
Hevrêya me Avaşîn li navçeya Milazgir a Mûşê di nava malbateke girêdayî nirxên welatparêzî û Kurdîtiyê de, hate dinê. Ji ber ku ji xizmên wê yên nêz tevlîbûna nava refên gerîla hebûn û pismamê wî şehîd bûbû, pir zû têkoşîna me ya azadiyê nas kir. Lewma bi girêdaneke xurt bi Tevgera me û gerîla ve hate girêdan. Hevrêya me li dibistanên dewleta Tirk nexwend. Timî xwe pêş dixist. Hevrêya me Avaşîn pir kêm ji polîtîkayên asîmîlasyonê yên ku sîstem li hemberî gelê me dimeşîne, bandor bû. Karî nirxên xwe yên civakî biparêze. Hevrêya me li gund alîkarî dida malbata xwe, her tim bi kedê re rû bi rû bû. Lewma bû xwedî kesayeteke pir xebatkar û fedakar. Hevrê Avaşîn di ciwantiyê de derdora xwe û polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê me hîn baştir analîz kir, kêmahiyên heyî qebûl nekir. Li hemberî polîtîkaya asîmîlasyon û qirkirinê ya ku dewleta Tirk bi sedan sal in li hemberî gelê me pêk tîne, bû xwedî hêrseke mezin. Li dijî vê yekê weke jineke Kurd a ciwan fikirî ku divê teqez tişta ji destê wê tê, bike. Ji bo vê yekê ket nav lêgerînan. Hevrêya me di vê pêvajoyê derfet dît ku têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya gerîla hîn baştir fêm kir. Dîsa weke jineke ciwan nêrîna sîstemê û civakê ya li hemberî jinê, fêm kir. Hevrêya me ferq kir ku di civaka heyî de tiştên pêşkêşî jinê hatine kirin, mîna koletiyê ye. Hevrêya me li hemberî vê nêzîkatiyê bi hêrs bû, di ferqê de bû ku divê teqez li dijî vê yekê rêyeke derketinê bibîne. Hevrêya me gerîlayên jin ên ku li çiyayan hem ji bo gelê me û hem jî ji bo azadiya jinan têdikoşin, ji xwe re mînak girt. Lêgerînên xwe yên ji bo jiyana azad hîn kûrtir kir. Sala 2014’an dema êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê li ser Rojava û Şengalê destpê kir, bêteredut biryar da ku tevlî berxwedanê bibe. Hevrêya me Avaşîn bawer kir ku jiyana azad encex bi azadiya gelê me dibe.
Sala 2014’an dema êrîşên li ser Kobanê pir tund bûn, derbasî Kobanê bû. Hevrêya me tevî ku ne xwedî tecrubeya şer bû, bi perwerdeya çend rojî û hezkirina azadiyê çû çeperê ku şer lê herî dijwar e. Hevrêya me Avaşîn li vir bi cesaret û fedayiyane şer kir, ji bo mezinkirina berxwedanê rol lîst. Hevrêya me ji sekina hevrêyên jin ên li Kobanê li ber xwe didin, hêz wergirt. Her roja borî hîn bi biryartir têkoşiya û şer kir. Hevrêya me Avaşîn di şer de ji lingê xwe birîndar bû, tevî vê yekê jî ji biryardarî û xwesteka xwe ya têkoşînê ti tişt winda nekir. Li Kobanê piştî têkçûna çeteyên DAÎŞ’ê, berê xwe da Çiyayên Kurdistanê ku bi salan xeyala wê kir. Tevlî nava refên gerîla bû û xeyala xwe pêk anî.
Hevrê Avaşîn perwerdeya şervanên nû li Heftanînê dît, ji ber tevlîbûna xwe ya bi xwestek demek kurt fêrî jiyana çiyê bû. Hevrêya me xwe fedayê fêrbûna felsefeya azadiyê ya Rêber Apo kir, bi vî rengî ket nava pêvajoyeke lêhêrbûnê ya kûr. Ji ferasetên jintiyê yên kevneşopî rizgar bû û armanc kir ku bibe kesek azad. Hevrêya me ji bo vê hewldanek girîng raber kir. Bi vî rengî di xwe de gav bi gav pîvanên azadiyê afirand, ji hemû hevrêyên xwe re jî bû mînak. Di heman demê de bi perwerdeyên dîtî re, derfet dît ku rastiya me ya gel û têkoşînê hîn baştir nas bike û fêm bike. Hevrêya me Avaşîn di nirxandineke xwe de got, bi tevlîbûna nava refên gerîla vegeriya rastiya xwe û ew bi xwe bûye ‘Xwebûn’. Hevrêya me di warê leşkerî de xwedî tecrûbeyên girîng bû, ji bo fêrbûna taktîkên şerê gerîla ket nava hewldaneke zêde. Li aliyekê xwe di gerîlatiyê de pêş xist, li aliyê din jî tecrubeyên xwe bi hevrêyên xwe re parve kir. Bi vî rengî hem fêr kir hem fêr bû. Hevrê Avaşîn bi sekna jiyanî û leşkerî bû gerîlayeke YJA Starê ya mînak. Bi hevrêtiya xwe ya xurt û kesayeta xwe ya kedkar, rêzdariya hemû hevrêyên xwe yên pê re perwerde dîtî, qezenc kir.
Hevrêya me Avaşîn piştî perwerdeya xwe qedand, li qada Heftanînê tevlî xebatan bû. Li vir di warê gerîlatiyê de tecrûbeyên girîng bi dest xist. Hevrêya me bi hewldan û fedakariya xwe, bû gerîlayek pispor. Ji bo tevlî Berxwedana Rêveberiya Xweser a li Bakurê Kurdistanê bibe, pêşniyar kir. Dewleta Tirk li gelek cihan li ser gelê me komkujî pêk anîn, vê yekê hêrsa hevrê Avaşîn hîn zêdetir kir. Lewma xwest ku demildest biçe navçeyên berxwedanê û bi gelê me re be. Pêşniyara hevrê Avaşîn hate qebûlkirin, ji ber pêdiviyan li biryargeha YPS’ê tevlî xebatan bû. Hevrêya me ya xwedî zanebûna rêxistinî, li vir bi xebatên xwe hewl da bibe layiqê hevrêyên xwe. Dilê wê her tim bi hevrêyên li Sûr, Nisêbîn, Cizîr, Gever û Şirnexê re bû. Ji bo ji wan re bibe bersiv, her roja borî têkoşîna xwe hîn mezintir kir. Piştî wezîfeya xwe ya li Heftanîn temam kir, derbasî herêma Metîna bû ku şer lê dijwar e. Hevrêya me li vir di berxwedana li dijî êrîşên dijmin de bi roleke girîng rabû. Tevlî gelek çalakiyên li herêma Metîna bû û sekneke li gorî mîsyona pêşengiyê ya gerîlayên YJA Starê raber kir. Hevrê Avaşîn di warê gerîla de tecrûbeyên girîng bi dest xist, hem ji bo ku van tecrubeyên xwe yên şer bi zanebûna îdeolojîk tacîdar bike hem jî di tarz û taktîka gerîla ya dema nû de kûr bibe, sala 2018’an derbasî Akademiya Hakî Karer bû. Li vir derfet dît ku pratîka xwe lêhêrbûn bike. Hevrêya me ji van lêhêrbûnan dersên girîng derxist, di heman demê de ji bo xwedî derketina xeta azadiyê jinê pêşketinên girîng bi dest xist. Hevrêya me fikirî ku divê teqez bersiveke xurt bide êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Li ser vî bingehî xwest biçe Zagrosan ku şer lê herî dijwar e.
Piştî ku pêşniyara wê hate qebûlkirin, hevrê Avaşîn çû herêma Xakurkê û tevlî berxwedana destanî bû. Hevrêya me di gelek çalakiyên li dijî hewldana dagirkeriyê ya artêşa Tirk de cih girt. Bi cesaret, fedakarî û tevlîbûna xwe ya dirûst ji hevrêyên xwe re bû çavkaniya hêz û moralê. Hevrêya me hêrsa xwe ya li dijî dijmin di çalakiyan de nîşan da û di her meşa xwe ya li dijî dijmin de fikirî ku tola hevrêyên xwe yên şehîd hilîne. Di berxwedana destanî de bi roleke pêşeng rabû. Hevrêya me Axîn, 12’ê Gulana 2020’an di êrîşeke dijmin a li ser qada Şehîd Bêrîtan a herêma Xakurkê de bi hevrêya me Axîn re şehîd bûn. Wê her tim ji me re pêşengiyê bike. Weke hevrêyên wê em soz didin ku armanc û xeyalên hevrê Axîn pêk bînin.
ŞEHÎD AXÎN
Hevrêya me Axîn li navçeya Dihê ya Sêrtê ku yek ji navendên berxwedanê ya Botanê ye, di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Hevrê Axîn bi çanda Botanê ya qedîm mezin bû, kesayeteke xwedî cehwer qezenc kir. Bi neçarî çû dibistana seretayî, ji dervey wê dibistan nexwend. Hevrêya me lewma zêde ji sîstema dewleta Tirk bandor nebû. Lewma taybetmendiyên xwe yên xwezayî parast. Ji destpêka salên 1990’ê û şûnde, malbata wê û xizmên wê yên nêz têkoşîna me ya azadiyê nas kirin û mamê wê di vê pêvajoyê tevlî nava refên gerîla bû. Ev yek bû sedem ku malbata hevrêya me Axîn xwedî li nirxên azadiyê yên malbata xwe derbikeve. Bi vî rengî zarokên xwe jî bi çanda welatparêziyê mezin kir. Mamê hevrê Axîn, hevrêyê me Welat sala 1997’an li herêma Cûdî şehîd bû, vê yekê bandoreke kûr li ser malbata wê kir. Lewma têkoşîna hevrê Welat di nava malbat û derdora nêz de belav bû û bû efsaneyek. Hevrêya me Axîn bi çîrokên lehengiyê yên derbarê mamê xwe şehîd Welat û fermandarê me yê nemir, pêşengê Pêngava Navdar a 15’ê Tebaxê Egîd – Mahsum Korkmaz mezin bû. Li hemberî gerîla bû xwedî eleqe û sempatiyeke mezin. Dewleta Tirk êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me zêde kir û li dijî vê yekê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi fedayiyane li ber xwe dide û rûmeta gelê me diparêze, ev yek bû yek ji xisûsên sereke ku bandor li hevrêya me kir. Hevrêya me êdî xwe gihandina gerîla weke armanc diyar kir û her roja borî rêzdarî û hezkirina xwe ya ji bo gerîla mezin kir. Gelê me bi berdêlên mezin Şoreşa Azadiyê ya Rojava pêş xist. Êrîşên li dijî vê şoreşê û li Şengalê, bû sedema berteka hevrê Axîn. Ev yek bû sedem ku biryardariya xwe ya ji bo têkoşînê pêş bixe. Weke jineke ciwan hevrêya me xwe li hemberî gelê me berpirsyar dît, di vê pêvajoya ku pêdiviya gelê me herî zêde bi parastinê heye de fikirî ku divê wezîfeya xwe ya welatparêzî û şoreşgeriyê bi cih bîne. Hevrêya me Axîn dizanî ku divê bibe şopdarê mamê xwe şehîd Welat û berê xwe bide çiyayên Kurdistanê. Sala 2014’an ji Botanê tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrê Axîn perwerdeya ewilî ji hevrêyên xwe yên li Botanê dît, ji nêzîkatiya hevrêyên xwe yên li vir pir bandor bû. Ji ber ku xwedî tevlîbûneke bi xwestek bû, di jiyanê de pir bi moral û coş bû. Piştî agahiyên esas ên têkildarî gerîlatiyê fêr bû, bi pêşniyara hevrêyên xwe çû Herêmên Parastinê yên Medyayê. Hevrêya me li vir derfetê perwerdeyeke hîn berfirehtir dît. Hevrêya me Axîn perwerdeya şervanên nû li herêma Heftanînê dît, demek kurt fêrî jiyana li vir bû. Hevrêya me têkildarî jiyana gerîla û çiyê xwedî zanebûneke diyar bû. Bi perwerdeyên dîtî re, ev zanebûn veguherand tecrûbeyê. Lewma hevrêya me Axîn alîkarî da hevrêyên xwe yên perwerdeyê jî. Di nava demek kurt de bû pêşeng. Hingî ku ked û fedakariya hevrêyên xwe dît, fikirî ku tevlîbûna jiyanê ya bi rengekî hîn aktîftir berpirsyariyeke wijdanî ye. Bû xwedî tevlîbûneke bêhesab û bêteredut. Hevrêya me ku tevlîbûna wê ya nava refên gerîla zêdetir hestiyarî bû, ji bo vê veguhereke tevlîbûneke îdeolojîk hewldaneke zêde raber kir. Hevrêya me xwest felsefeya jiyana azad a Rêber Apo û îdeolojiya rizgariya jinê fêr bibe û li gorî vê bibe xwedî kesayetek. Bi lêhêrbûnên di vî alî de û bi encamên bi dest xistî, ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Ji ber ku êrîşên li dijî gelê me her roj zêde bûn, hevrêya me xwest demildest tevlî xebatên pratîk bibe. Ji bo vê yekê dizanî ku divê xwe di warê leşkerî de bike pispor. Her çendî ku dema li Botanê têkildarî gerîlatiyê tecrubeyeke diyar bi dest xistibe jî, ti carî ev yek têrker nedît. Hevrêya me Axîn dizanî ku divê were asteke ku ji pêvajoya şer re bibe bersiv, ji bo vê yekê bû xwedî hewldaneke bêhempa. Bi vê sekna xwe hevrêyên xwe jî mînak girt û di warê leşkerî de asteke diyar bi dest xist.
Hevrêya me Axîn piştî ku perwerdeya xwe temam dike dubare derbasî qada Heftanînê dibe û bi hemû hêza daxilî xebatên pratîkê dibe. Hevrêya me ya ku bi tevlîbûn û sekna xwe bandorê li hevrêyên xwe dike, temamkirina bi awayê herî serkeftî ya hemû karên xwe ji xwe re dike prensîb. Her çend bibe gerîlayeke YJA Starê ya serkeftî jî dilê wê tim li gel gelê me yê ku li dijî êrîşên çeteyan li ber xwe dida, bû. Ji ber vê yekê bi israr xwest biçe qadên ku êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê lê zêde ne. Hevrêya me Axîn a ku pêşniyara wê ji aliyê hevrêyên wê ve tê qebûlkirin, bi xwestek, kelecan û coşeke mezin berê xwe da qadên şer lê dijwar e. Li gel gelê me li dijî çeteyên ku êrîşî nirxên mirovahiyê dikirin di pêşxistina berxwedaneke bêhempa de roleke girîng lîst. Hevrêya me Axîn, demeke dirêj li qadên berxwedanê dimîne, tevlî gelek çalakî û pêngavan dibe û karî hemû erk û berpirsiyariyên xwe bi awayekî serkeftî bi cih bîne. Hevrêya me li vir dibe şahidê bi dehan hevrê û kesên ji gelê me yên li gel wan têdikoşe û di wê baweriyê de bû ku wê ji hemû şehadetan re bes bi mezinkirina têkoşînê re bibe bersiv. Hevrêya me ya ya ji bo vê yekê hemû kêliyên jiyana xwe bi kûrbûna zêdetir û xxwe bi temamî bexşandina têkoşîna azadiyê derbas kir û dixweze dubare berê xwe bide çiyayên Kurdistanê yên azad.
Hevrêya me ya ku erka xwe ya di nava refên şoreşê de bi awayekî tam û serkeftî bi cih tîne û dubare berê xwe dide çiyayan, li gel yekbûna li gel çiyayan zêdetir digihîje xwestek û biryardariya têkoşînê. Hevrêya me Axîn ji bo nirxandina pratîka şoreşê ya demdirêj û standina perspektîfa gerîlatiya serdema nû daxilî perwerdeyên Akademiya Şehîd Bêrîtan a Jina Azad dibe û vê derfeta kûrbûnê b awayê herî baş bi kar tîne. Hevrêya me hemû pratîka têkoşîna xwe analîz dike û li hemberî astengiyên li pêşiya pêşxistina kesayeta xwe têdikoşe û bi tevlîbûna xwe ya durist, cewherî û sade karî di kesayeta xwe de prensîbên azadiya jinan pêş bixe. Hevrêya me Axîn a ku li gel nîqaşa bi hevrêyên xwe yên jin ên li gel wan perwerdeyê dibîne di kesayeta xwe de hişmendiya zayendê kûrtir dike, pê hesiyaku têkoşîna li dijî zîhniyeta serweriya mêran wê azadiya civakî dabîn bike. Hevrêya me ya ku di heman demê de di wê hizrê de bû ku diviya li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bibe bersiv, gihîşt wê baweriyê ku ev yek bes bi kûrbûna li ser gerîlatiya profesyonel pêkan bibe. Girêdayî vê yekê hînbûna hemû hurgiliyên terz û taktîkên serdema nû esas girt. Hevrêya me Axîn xwe di warê leşkerî de jî pêş xist û bi îdîa û biryardariyeke mezin i benda kêliya ku biçe pratîkê ma.
Hevrêya me Axîn a ku derbasî herêma Xakûrkê dibe ku yek ji qadên lê herî zêde êrîşên dagirkeriyê çêdibe, di demeke kurt de li gel têkoşîna li vir dibe yek. Hevrêya me ya ku bi saya kesayeta xwe ya kedkar û fedekar berê xwe dide hemû xebatan û dixwaze hemû mîsyona pêşengtiyê ya digire ser xwe bi awayê herî baş bi cih bîne, bi vê sekna xwe ji aliyê hevrêyên xwe ve gelekî tê hezkirin. Hevrêya me Axîn a ku li herêma Xakûrkê di gelek çalakiyên ku li dijî dagirkeran de cih digire û bi awayekî fedaiyane bi ser dijmin de diçe, ji bo hemû hevrêyên xwe dibe çavkaniya hêz û moralê. Hevrêya me Axîn a ku di 12’ê Gulana 2020’an de di encama êrîşeke dijmin a li qada Şehîd Bêrîtan li gel hevrêya xwe Avaşîn tevlî karwanê şehîdan dibe, li gel şehadeta xwe di mezinkirina berxwedanê de roleke girîng lîst. Weke hevrêyên wê em soz didin ku em ê di pêeşngtiya hevrêya xwe Axîn û şehîdên xwe yên qehreman de gelê xwe bigihînin siberojên azad ên ku heq dike.
HARÛN GEVER
Hevrêyê me Harûn, li navçeya Gever a Colemêrgê di nava malbateke welatparêz de ji dayîk dibe. Hevrêyê me 9 salan diçe dibistanên dewleta Tirk û piştre dev ji xwendinê berdide û li rex malbata xwe dest bi karkirinê dike. Hevrêyê me yê ku gelekî jêhatî û kedkar e, bi saya van taybetmendiyên xwe gelekî tê hezkirin. Jidayîkbûnû mezinbûna li cihekî weke Geverê ku navenda welatparêziyê ye, dibe wesîle ku hevrêyê me hê di zarokatiya xwe de têkoşîna me ya azadiyê nas bike. Herêyê me Harûn ê ku li gel guhdarkirina çîrokên derstanî yên gelek pêşengên me yên ji Geverê mezin dibe, tim xeyala beşdarbûna nava refên gerîlayan dike. Hevrêyê me rastiya dijmin jî bi awayekî rasterast di nava jiyanê de nas dike û li hemberî zext û komkujiyên dijmin ên li ser gelê gelê li cem hêrseke mezin peyda dibe. Ji bervê yekê hevrêyê me tim di nava lêgerîna têkoşînê de bû û cara ewil di sala 2009’an de têkoşîna me ya birêxistinkirî nas dike. Hevrêyê me yê ku xebatkarên ciwantiyê yên şoreşger û welatparêz nas dike, ji nêzîkatiyên wan bandor dibe. Di heman demê de ji ber ku cihekî weke Geverê dijî ku yek ji wan cihan e ku têkoşîna me lê gelekî bihêz e, di nava çanda welatparêzî û şoreşgeriyê de dijî. Di nîqaşên li gl hevalên xwe de îfade kir ku divê bi awayekî teqez bersivê bide zext û êrîşên dijmin ên li ser gelê me. Ji ber vê yekê kiete nava têkoşînê û gihîşt wê baweriyê ku divê li hemberî gelê me erk û berpirsiyariyên xwe bi cih bîne. Girêdayî vê yekê demeke dirêj di nava xebatên ciwanên welatparêz de cih digire û hemû erk û berpirsiyariyên dikeve ser milên xwe bi cih tîne. Piştî sala 2012’yan di serî de gelê me yê Rojava pêşketina êrîşên dijwar ên li ser hemû gelê me û zêdebûna talûkeya komkujiyê dibin eger ku hevrêyê me Harûn têkoşîna xwe mezintir bike. Hevrêyê me yê ku êdî di hemû xebatan de tevlîbûneke çalak pêk tîne, li ser komkujiyên li ser gelê me yê Şengal û Rojava gihîşt wê hizrê ku tevlîbûneke bi vî awayî kêm dimîne. Hevrêyê me Harûn ê ku ji ber vê yekê ji bo ku têkoşîna xwe mezintir bike xwe zêdetir kûr dike, gihîşt wê baweriyê ku rêya herî bibandor a parastina gelê me ya ji talûkeya komkujiyê girêdayî tevlîbûna nava refên gerîlayan e. Hevrêyê me Harûn ê ku girêdayî van yekan xwe gihand asteke diyar a kûrbûn û biryardariyê, di sala 2016’an de ku wê salê şer gelekî dijwar bû berê xwe da Zagrosan û tevlî nava refên gerîlayan bû.
Hevrêyê me Harûn yekem perwerdeya xwe li herêma Xakûrkê dibîne û di demeke kurt de hînî jiyana çiya û gerîlayan dibe. Ji bo ku di nava refên gerîlayan de ku bi awayekî îdîa û dildarî tevlî dibe, xwe pêş bixe û li hemberî bendewariyên gelê me bibe bersiv bi eleqeyeke mezin beşdarî perwerdeyên îdeolojîk dibe. Li gel fêmkirina îdeolojiya azadiyê ya Rêber Apo û bi awayekî çalaktir tevlî jiyanê dibe. Hevrêyê me yê ku ji jiyana gerîlayan hêz û moraleke mezin digire, dizanî ku ev yek ji ber jiyana komunal û têkiliyên hevrêtiya jidil e. Ji ber vê yekê ji bo pêşxistina ruhê komunal ku ji bo gerîlayan pîroz e û hevrêtiyê tim û tim di nava hewldanan de bû. Bi saya kesayeta xwe ya jidil û tevlîbûna xwe ya fedaiyane ji aliyê hevrêyên xwe ve gelekî hate hezkirin û rêz lê hate girtin. Hevrêyê me yê ku tevlîbûna xwe ya çalak di dersan de jî didomîne, di nava refên gerîlayan de ku di serdema şerê herî dijwar de tevlî bû, ji berpirsiyariyên xwe hesiya. Di vê pêvajoya ku gelek çalakiyên fedaiyane dihatin lidarxistin û mezintirîn derbeyên dîrokî li dijmin dihatin xistin de gihîşt wê baweriyê ku tekane bersiva ji hemû şehadetan re domandina xeta têkoşîna şehîdan e. Ji ber vê yekê li eleqe û baldariyeke mezin beşdarî perwerdeyên leşkerî dibe û xwe di terz û taktîkên gerîlayan de pêş xist. Piştî ku perwerdeya şernavênên nû bi awayekî serkeftî temam dike, israr dike derbasî qadên lê şer gelekî dijwar e bibe û ev daxwaza hevrêyê me Harûn ji aliyê hevrêyên wî ve tê qebûlkirin.
Hevrêyê me yê ku girêdayî vê yekê li qada Xakûrkê daxilî xebatan dibe, bi hêrseke mezin a li dijî dijmin xwest di eniyên herî pêş de cih bigire. Lê belê ji ber hin hewcehiyan hevrêyê me di xebatên cuda de hate erkdarkirin û bi kamilbûneke mezin daxilî wan xebatan dibe. Hevrêyê me Harûn ê ku bi saya kesayeta xwe ya kedkar û durist di hemû xebatên xwe de erkên xwe bi cih tîne û bi saya vê taybetmendiya xwe ji aliyê hevrêyên xwe ve gelekî tê hezkirin, di heman demê de heya biçûktirîn hurgiliyên pêvajoya şerê heyî yê dijwar jî şopand. Hevrêyê me Harûn ê ku ji bo pêşketina terzê şerê tunelan ê ku di çarçoveya gerîlatiya serdema nû de hate rojevê di wê baweriyê de bû ku divê tunelên şer werin çêkirin û xurtkirin, ji bo vê yekê bi dildarî tevlî xebatan bû. Hevrêyê me bi vî awayî di çêkirina gelek tûnelên şer de bû xwedan rol û li rex fedekariya xwe li gel nêrîn û pêşniyarên xwe yên têkildarî çêkirina tûnelên şer rêzgirtina hevrêyên xwe bi dest xist. Hevrêyê me Harûn ê ku bi hemû hebûna berê xwe da xebatan û weke derwêşekê jiya, egerên felsefeya Apoyî bi cih anîn û bû milîtanekî Apoyî yê fedayî.
Hevrêyê me Harûn di 5’ê Gulana 2020’an de li gel hevrêyê xwe Egîd tevlî karwanê şehîdan dibe û li dû xwe têkoşîneke ku hemû caran mînak were girtin, hişt. Weke hevrêyên wî soz didin ku em ê heya pêkanîna hesret û xeyalên hevrêyê xwe Harûn têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin.
EGÎD ŞOREŞ
Hevrêyê me Egîd li bajarê Sine ku yek ji girîngtirên navenda berxwedanê ya Rojhilatê Kurdistanê ye, di nava malbateke welatparêz û girêdayî nirxên Kurdayetiyê ji dayîk dibe. Ji ber ku malbat û derdora wî çand, kevmeşopiya Kurdî û xeta berxwedanê esas digirinî hevrêyê me Egîd jî hê ji zarokatiya ve bi hişmendiyeke welatparêziyê mezin dibe. Her çend li dibistanê bi polîtîkayên bişaftin û komkujiyê yên rejîmê re rû bi rû mabe jî bi saya hişmendiya welatparêziya xurt û dilsoziya malbata wî ya ji rastiya Kurdayetî ya dêrîn re karî xwe biparêze. Hevrêyê me Egîd ê ku di zarokatiya xwe de bi rewşa dagirkeriyê ya li ser welatê me Kurdistan û gelê me dihese, haya wî ji têkoşînên ku di vê oxirê de dihat meşandin jî hebû. Hevrêyê me yê ku zarokatiyeke ku di serdema kêliyên têkoşîn û berxwedana komên siyasî yên cuda û partiyan de derbas dike, ji ber encama têkçûna van hemû têkoşîn û berxwedanan û şehîdkirina rêberên van têkoşînan li dijî rejîmê li cem hêrseke mezin peyda dibe. Bi taybetî jî di dema Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêbertiya me ya sala 1999’an de û piştî wê di serî de Rojhilatê Kurdistanê li hemû Kurdistan û cîhanê gelek protesto tên lidarxistin û ji br vê yekê hevrêyê me Egîd hem Rêber Apo û têkoşîna me nas dike û hem jî hêrsa xwe ya li hemberî dijmin mezintir dike. Şehadeta birayê wî yê mezin Yûsûf Gencezade û gelek welatparêzn me yên hêja a di çalakiyên protestoyî yên li Rojhilatê Kurdistanê de bandoreke mezin li hevrêyê me dike û dibin wesîle ku hevrêyê me biryardariya têkoşînê bi dest bixe.
Hevrêyê me Egîd ê ku tevî hemû zext, êşkence û komkujiyên dijmin jî di wê baweriyê de ye ku divê teqez têkoşîn û berxwedana azadiya gelê me armanc dike werin domandin, di serdema ciwantiya xwe pê ve rastiya têkoşînê ya li Kurdistanê baştir fêm dike. Hevrêyê me dibîne ku bi taybetî jî gelek tevger û partiyên ku li ser navê azadî û serxwebûnê derketine holê ji pêkanîn û pratîka vê yekê bêpar in û di demeke zû de fêm dike ku li gel van yekan gelê me nikare azadiya xwe bi dest bixe. Hevrêyê me piştre tevgera Apoyî nas dike û ji prensîba hevgirîya yekem Apoyîyên ku dibîne gelekî bandor dibe. Jiyana Apoyiyan ya weke gotinên wan û pratîka wan a li gorî vê yekê bandoreke mezin li hevrêyê me dikin. Ji ber vê yekê bêyî teredut gihîşt wê baweriyê ku wê bes bi xeta berxwedana Apoyî gelê me azadiya xwe bi dest bixe. Hevrêyê me yê ku difikire ku weke welatparêzekî Kurd ê ciwan êdî wext hatiye ku berpirsiyariyên xwe yên li hemberî gelê me bi cih bîne, weke pêngava destpêkê di xebatên milîstiyê de cih digire. Li gel vê xebata gelekî krîtîk û girîng derfeta naskirina ji nêz ve ya rastiya me ya têkoşînê bi dest dixe. Her çend ji zanîngehê ji beşa mûhasebeyê mezûn dibe jî û li pêşiya wî jiyaneke asayî hebe jî hevryê me Egîd têkoşîna ji bo gelê me ji hemû tiştan girîngtir dît. Hevrêyê me yê ku gihîşt wê baweriyê ku azadiya gelê me wê bes bi fedekariya her ferdekê pêk were, girêdayî vê yekê ji bo ku erk û berpirsiyariyên xwe bi cih bîne xwe neda paş. Hevrêyê me Egîd ê ku demeke dirêj milîstiyê dike û piştre rastiya Rêber Apo têkoşîna me ji nêz ve nas dike, gihîşt wê fikirê ku divê êdî tevlîbûna xwe zêdetir bike. Hevrêyê me gihîşt wê baweriyê ku bi tevlîbûneke jirêzê nikare ji ewqasî bedêlên hatine dayîn re bibe bersiv û kûrbûnên xwe zêdetir kirin. Zêdebûna talûkeya komkujiya li ser gelê me ya li gel êrîşên çeteyan ên li Rojava û Başûrê Kurdistanê ji bo hevrêyê me Egîd bû egera têkoşîna çalak û profesyonel. Hevrêyême yê ku girêdayî vê yekê di sala 2014’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê, tevlî nava refên gerîlayan bû û bû şervanê azadiya gelê me.
Hevrêyê me Egîd perwerdeya şervanên nû li herêma Qendîlê dibîne û li gel dersên ku li vir dibîne di demeke kurt de adapteyî jiyana çiya û gerîlayan dibe. Hevrêyê me ji ber vê yekê bi tu awayî bi zehmetiyan re rû bi rû namîne û bi awayekî çalak tevlî jiyanê dibe. Her çend ji felsefeya Rêber Apo agahdar jî be di encama perwerdeyên ku di vê pêvajoyê de dibîne û nîqaşên li gel hevrêyên xwe bi rê ve dibe de felsefeya azadiyê baştir fêm dike. Ji bo ku di kesayeta xwe de şênber bike dikeve nava kûrbûnên mezin. Hevrêyê me Egîd ê ku ji bilî tevlîbûna perwerdeyan a bi awayekî çalak xwediyê kesayeteke gelekî kamil û mutewazî ye, bi saya van taybetmendiyên xwe di demeke kurt de ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve gelekî tê hezkirin û rêz lê tê girtin. Hevrêyê me yê ku digihîje wê baweriyê ku tekane bersiva li hemberî êrîşên li ser gelê me xwepêşxistina di warê leşkerî de ye û di vê çarçoveyê de li nêzî perwerdeyên leşkerî dibe. Ji bo hînbûna taktîkên gerîlayan hewl û israreke mezin nîşan dide. Bi vî awayî hevrêyê me xwe ji şert û mercên şerî re amade dike û piştî ku perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî temam dike bi israreke mezin dixwaze derbasî qadên ku lê şer dijwar e bibe.
Lê belê ji ber hin hewcehiyan dubare li herêma Qendîlê xebatên xwe didomîne. Li herêma Qendîlê ku nêzîkî çar salan lê dimîne, bi awayekî biîstîkrar di gelek xebatan de cihê xwe digire. Hevrêyê me, vê pêvajoyê weke serdema bidestxistina tecrûbeyan, xwepêşxistina di warên rêxistinî, îdeolojîk û leşkerî de digire dest. Di hemû xebatên xwe de bi saya tevlîbûna xwe ya kedkar û fedekar ji hemû hevrêyên xwe re dibe mînak. Dîsa bi saya kesayeta xwe ya durist, jidil û mutewazî di dilê hemû hevrêyên xwe de cihekî digire. Hevrêyê me Egîd ê ku di hemû xebatên xwe de ji bilî serkeftinê cih nade tu ihtîmalan, xwest tecrûbeyên xwe yên di warê jiyanê de bi dest xistine li qadên şer jî nîşan bide. Hevrêyê me xwest hêrsa di dilê xwe de ya li hemberî artêşa Tirk a deh salan e li dijî gelê me komkujiyanpêk tîne, li qadên şer veguherîne pratîkê. Hevrêyê me Egîd ê ku xwe di warê taktîkên gerîlayan ên serdema nû de pêş dixe û bi vî awayî dibe şoreşgerekî profesyonel, bi israr xwest derbasî qadên ku lê şer dijwar e bibe.
Hevrêyê me Egîd ê ku bi sekna xwe û kelecan û coşa xwe hevrêyên xwe ji bo çûna pratîkê qanih dike, girêdayî vê yekê derbasî herêma Xakûrkê dibe. Hevrê Egîd beşdarî berxwedana destanî ya li vir dibe û xwest hêzê bide têkoşîna hevrêyên xwe. Hevrêyê me yê ku bi tecrûbeyên xwe yên rêxistinîtê naskirin, bêyî ku ferq û cudahiya xebatan bike tevlîbûneke fedaiyane esas girt. Hevrêyê me, li gel pêşniyara hevrêyên xwe çêkirina tûnelênşer girt ser milên xwe û bi ked û hewla xwe ya têkidarî vê xebatê di pêvajoya şer de jî û ya piştre jî roleke girîng lîst. Ji bo bidawîkirina çêkirina tûnelên şer ku ew weke xebateke stratejîk digirt dest, weke xwediyê hewleke mezin ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve gelekî hate hezkirin û rêz lê hate girtin. Em soz didin ku em ê xeyala Kurdistana azad a hevrêyê xwe Egîd ê ku di 5’ê Gulana 2020’an de li gel hevrêyê me Harûn tevlî karwanê şehîdan bûye, teqez pêk bînin.’’








