STUTTGART- Li bajarê Stuttgart ê Almanya, ciwanan 27’ê Mijdarê Roja Berxwedana Neteweyî bi coşeke mezin pîroz kirin.
Pîrozbahî, ku ji aliyê endamên ciwan ên TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) ve hate birêvebirin, bi vîdyoyek li ser girîngiya rojê dest pê kir. Piştre ciwanan bi coş û govend pîrozbahî kirin.
Her wiha, beşa vîdyoyê, ku nirxandinên Rêber APO yên li ser damezrandina partiyê di 27’ê Mijdarê de û dîroka Kurd û Kurdistanê vedihewîne, bi taybetî bala ciwanên li Ewropayê dijîn kişandiye.
Pîrozbahî bi dirûşme û govendê bi dawî bû.



