ENQERE – Xwendekara zanîngehê Mizgîn Ertekin piştî ku di bin şert û mercên gumanbar de ji qata çaremîn a wargeha xwe ket xwarê, mir.
Mizgin Ertekin, xwendekara sala yekem a bedewiyê ya Zanîngeha Haci Bayram Veli ya li Enqerê, duh êvarê piştî ku bi guman ji qata çaremîn a wargeha keçan a li Bulvara Necmettin Erbakan li taxa Mehmet Akif ket xwarê, bi giranî birîndar bû. Piştî ku xwendekarên li wargehê diman agahdar kirin, paramedik û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Paramedikan Mizgîn Ertekin birin nexweşxaneyê, li wir mirina wê hat ragihandin.
Cenazeyê Mizgîn Ertekin ji bo otopsiyê birin Saziya Tiba Edlî. Piştî otopsiyê, ew ê li Stenbolê were veşartin. Sersaxiyên ji malbata wê dê li gundê Page, li navçeya Çelê (Çukurca) ya Colemêrgê werin qebûlkirin.



