DIRBÊSIYÊ – Bi boneya salvegera 10’emîn a şehadeta Şehîd Hozan Can, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Goristana Şehîd Rûstem Cûdî a Dirbêsiyê merasîmekî bîranînê lidarxistin. Şehîd Hozan Can, pêşengê tevgera ciwanan, di 22’ê Mijdarê 2015’ê de, di pengava rizgarkirina bajarê Holê ji çeteyên DAIŞ’ê şehîd bû.
Endamên tevgera ciwanan, malbata şehîd Hozan Can û gelê welatparêz di merasîmê de amade bûn. Li ser gora wî mûm hatin vêxistin.
Di serî de deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên şoreşê hat girtin. Piştî wê, li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger axaftinekî hat kir. Hat diyar kirin ku şehîd Hozan Can ji bo azadiya gel canê xwe feda kir û ku ew weke tevgera ciwanan wê her şopdarên wî bin.
Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.



