PARÎS – Li derdora Villiers-le-Bel a Parîsê, di bin pêşengtiya Ciwanên Kurdistanî yên Fransayê (CKF) de, pêşandana fîlma “Eyna Bejnê (Neynika Dirêjahî)” hate lidarxistin.
Fîlm bi Sakîne, jineke ciwan ku di temenê ciwaniyê de tevlî têkoşîna azadiyê bûye û xeyala neynikeke dirêj dike, dest pê dike. Xwesteka Sakîne çîrokê kûrtir dike û vediguhere hewldaneke kolektîf ku girêdana xurt a hevaltiyê di navbera gerîlayan de eşkere dike.
Piştî pêşandanê, ciwanan axivîn û ramanên xwe li ser nîşandana hevaltiyê, hevgirtinê û çanda têkoşînê ya fîlmê parve kirin. Beşdaran hestên xwe anîn ziman û diyar kirin ku fîlm bandorek xurt li ser wan kiriye.
Çalakî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.


