NAVENDA NÛÇEYAN – Cenazeyê Mehdî Mihemed ê 25 salî, xwendekarê sala çaremîn ê Beşa Fîzîkê ya Zanîngeha Germiyan, hefteyek piştî windabûna wî li Çemê Sîrwanê hate dîtin û ji bo lêkolînê ji navenda tiba edlî re hate şandin.
Li gorî agahiyan, xwendekarê ji navçeya Kelarê di êvara 16’ê Mijdarê de winda bû û ji wê demê ve tu agahî jê nehat girtin. Hat hînbûn ku berî windabûnê telefon kiriye û dû re ji malê derketiye.
Qaymeqamê Kelarê diyar kir ku hîn nayê zanîn ka bûyer xwekuştin e yan kuştin e, û cenazeyê Mehdî Mihemed ji bo lêkolîneke berfireh birine beşa tiba edlî.
Bavê Mehdî jî diyar kir ku kurê wî telefon wergirtiye, piştî telefonê derketiye û ji wê demê ve wan tu agahî jê negirtiye.



