HELEP – Bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan, îro li Helebê komxebatek bi slogana “Li dijî tundûtûjiyê em bibin xwebûn” hate lidarxistin. Çalakî, ku gelek jinên ciwan û xortên ciwaan ên ji bajêr beşdar bûn, bi kêliyek bêdengiyê dest pê kir.
Di beşa yekem a komxebatê de, şeş pirs li beşdaran hatin belavkirin, û li ser van pirsan nîqaşên komî hatin kirin. Piştî nîqaşan, hemî bersiv hatin berhevkirin da ku nirxandinek hevbeş were afirandin.
Komxebat bi xwendina encamnameya dawîn a bi zimanê Erebî di dawiya bernameyê de bi dawî bû. Yekîtiya Jinên Ciwan diyar kir ku çalakiyên bi vî rengî dê berdewam bikin.


