HESEKE – Tevgera Ciwanên Ermenî di mijdara 2024’an de hat damezrandin. Ev tevger hedef dike ku çanda Ermenî zindî bike û ku ciwanên Ermenî bibin pêşengên îradeya civaka xwe. Endama rêveberîya Jinên Ciwan ên Tevgera Ciwanên Ermenî Narîman Ehmed qala xebatê xwe kir.
Narîman anî ser ziman ku tevger di konferansek ku di Mijdara 2024’an de hate lidarxistin de hate damezrandin. Tevgera Ciwanên Ermenî ji çend navendan pêk tê, di nav de Komîteya Ragihandin, Komîteya Jinên Ciwan, Rêveberî û Komîteya Arşîv û Lêkolînan.
Tevger bi rêya polîtîkayên çandî û civakî dixebite. Her komîte di nav tevgerê de xwedî rolekî taybet ye. Her wiha, da diyar kirin ku ew jî xebatê hunerê destan ên ku sembola mîrata Ermenî ne, didin meşandin. Di dawî de banga hemû ciwanên Ermenî kir da ku destên xwe bidin hev da ku doza Ermenî zindî bihêlin.



