NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li gundewarê bakurê Suweydayê 5 ciwan piştî kontrolkirina telefonên wan girtin.
Çavkaniyên herêmî li Siwêdayê ragihandin ku 5 ciwan bê sedem li noktê kontrolê ya Metûna li bakurê Siwêdayê hatine girtin.
Li gorî çavkaniyan, hêzên hikûmeta demkî Ramî Hesen Mehyo, Elaa Fayez Hemşo, Cemal Hilal Ebû Hemra, Nîdal Hilal Ebû Hemra, û Hadî Nîdal Ebû Hemra, hemî ji bajarokê Lahta girtin.
Çavkaniyên din ragihandin ku hêzên hikûmeta demkî berî girtina wan telefonên ciwanan lêkolîn kirine.
Şêniyên taxê daxwaza berdana ya ciwanan kirin.



