QAMIŞLO – Komuna Şehîd Şahîn, ku li taxa Enteriyê ya bajêre, îro bi beşdariya jinên ciwan di çarçoveya kampanyaya “Bi Hevaltiya Komînalist bir Rêber APO re Bijî” de şevbirkekî li dar xist.
Jinên ciwan û niştecihên ku li komunê kom bûn, çalakiyên çandî li dar xistin ku stran, çîrok, tembûr û kemanê pêşkêş kirin. Beşdaran bal kişandin ser rola çand û hunerê di xurtkirina jiyana civakê de.
Jinên ciwan di çalakiyê de axivîn û diyar kirin ku aştî bi xurtkirina yekbûyînê di nav civakê de mimkun e û girîngiya yekîtiya çandî di nav kampanyayê de tekez kirin. Jinên ciwan daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO dubare kirin û bang li her kesî kirin ku bi rêya çand, huner û komînan bibin yek.


