HELEB – Li bajarê Helebê bi pêşengtiya Yekîtiya Werzîşê ya Taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiye turnovaya futbolê ya Zarokan ser navê Şehîd Garzan Efrîn dan despêkirin.
Li ser navê Yekîtiya Werzîşê ya heremê Şukrî Elo ser rêvabirina Turnovaya axivî û got: “Em bi vê turnuvayê Şehîd Garzan Efrîn bi rêzdarî bi bîr tînin. Ev turnuva dê 3 hefteyan bidome û her roja Şemiyê tê lîstin. 6 tîm beşdar bibin, di nav da Tîma Zarokan ya Akademiya Stêrk, Tîma Berxwedan û Tîma KPC.”
Her wiha, Şukrî rave kir ku armanca darxisitna vê Turnovaye ji bo zarokan perwerdekirina nifşê nû ye, di nav da perwerdekirina sporê jî. Şukrî diyar kir ku çalakiyên werzîşî dê zarokan di pêşerojê de ji, bo nimûne, polîtikayên şerê taybet yên li dijî ciwanan, wek bikaranîna madeyên hişber û bikaranîna zêde ya medya digital, biparêzin: “Wek ciwan, erkê me ye ku em nifşê nû biparêzin û wan perwerde bikin.”


