MÜNSTER – Li Münsterê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji bo Meşa Kolnê ya 8’ê Mijdarê bi lez û bez amadekarî diken. Xebaten amadekarî meşe ku li Münsterê da dest pê kirin, li Osnabrück, Gievenbeck û Nordwalde jî bidomin.
Ciwanan li kolanên herî qerebalix ên bajêr poster daliqandin û belavok belav kirin, banga tevlîbuyina meşê kirin. Endamên TCŞê serdana malbatan jî kirin û gel ji bo Meşa Kolnê ya 8’ê Mijdarê vexwendin.
Her wiha belavok di qutiyên nameyan ya xaniyan Kurdan, hatin danin. Endamen TCŞ Münsterê diyar kirin ku heta meşê xebaten xwe amadekarî dijwartir bidomînin.


