FRANKFÛRT – Li Frankfûrt (Almanya), di çarçoveya bangewaziya beşdarbûna meşa mezin a ku dê di 8ê Mijdarê de li Kolnê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) were lidarxistin, belavok û afîş hatin belavkirin. Afîş li çihên navendî ya bajêre hatin daliqandin ji bo ku bal ser meşa pêşerojê bikişîni.
Piştî daliqandina afîşan, ciwanan derbarê çalakiya meşa pêşerojê de daxuyaniyek kurt dan:
“Em bi taybetî ciwan û gelê xwe ji bo meşa 8ê Mijdarê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO, vedixwînin.”
Banga beşdarbûna hemî ciwanên li Ewropayê ji bo meşê hate dubarekirin.


