ŞENGAL – Li Şengalê YCE (Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê) kom bûn û kampek perwerdehî li ser Manîfestoya Rêber APO li dar xistin.
Ciwanên Êzidxanê bi armanca ku civaka demokratîk û pêvajoya aştiyê bi kûrahî nîqaş bikin rêze kampên xwendin û nîqaşê yên li ser Manîfestoya Rêber APO rêxistin dikin .
Di dema kampê de, ciwanan bi rêya xwendin, nîqaş û atolyeyên cûrbecûr li ser jiyana komunal, têkoşîna zayendî û avakirina civakek demokratîk sekinîn. Beşdaran li ser rêbazên lêkolîn û analîzê xebitîn, di heman demê de li ser rola ragihandina ciwanan di propaganda û ajîtasyonê de jî nîqaş kirin.
Berdevka Ciwanên Êzidxanê Rênas Şengalî, diyar kir ku erkeke dirokî dikeve ser milên Ciwanên Şengalê: “Armanca kampa me ye li ser Manîfestoya Rêber APO ew e ku ciwanan, wekî pêşeng, xwe bi manîfestoya Reber APO baştir rêxistin bikin, xizmete civak bikin. Ev rêxistin ji bo pêşîgirtina li qirkirinek din a li ser Êzidiyan girîng e.”


