NAVENDA NÛÇEYAN – Grûpên Folklorî yên Şehîd Şîlan û Şehîd Avesta banga beşdarbûnê li 6’emîn Festîvala Şehîd Bawer Agir kirin, ku dê di navbera 11-13’ê (sibê) Cotmehê de li bajarê Kobanî were lidarxistin.
Grûpa Folklorî ya Şehîd Şîlan û Grûpa Folklorî ya Şehîd Avesta, ku girêdayî Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê ne, raya giştî vexwendine ku beşdarî 6’emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Şehîd Bawer Agir bibin, ku dê di navbera 11-13’ê Cotmehê de li bajarê Kobanî were lidarxistin.
Di daxuyaniyekê de, grûban gotin, “Em hêvî dikin ku hûn beşdarî festîvalê bibin. Em di serî de Şehîd Bawer Agir û hemû şehîdên 4 Kurdîstanê bi bîr tînin. Tevlîbûyîna we ji festîvalê re me keyfxweş bike.”
Wekî salên berê, festîval dê bi çalakiyên çandî, pêşandanên folklorî û çalakiyên werzîşî berdewam bike, ku tê payîn ku hejmareke mezin ji gelên herêmê bikişîne.
Festîvala 6’emîn a Şehîd Bawer Agir, ku ji aliyê Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ve tê organîzekirin, dê sibê, 11-13ê Cotmehê, bi dirûşmeya “Bi Hêvî û Baweriya Şehîdan Em Aştî û Civaka Demokratîk Zindî Bihêlin, Em Azadiya Fizîkî ya Rêber Apo Bi dest bixin” were lidarxistin.



