NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên YCWK Geverê ji bo şermezarkirina salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê rêzeçalakî li dar xistin. Ciwanên Yekinê meşiyan, pankart vekirin û li gelek deverên bajêr tabela danîn.
Di daxuyaniyan de komploya navneteweyî ya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de pêk hat şermezar kirin û diyar kirin ku ev pêvajo êrîşek li ser îradeya azadiyê ya gel e. Di daxuyaniyan de her wiha hate tekez kirin ku têkoşîna heyî dê berdewam bike û ciwan dê bi biryardarî di vî warî de tevbigerin.
Di çarçoveya çalakiyan de, ciwanan diyar kirin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di rojeva wan de cihekî girîng digire û şehîdên “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” yên ku li dora Rêber Apo li dijî komployê çembera agir çêkirin, bi bîr anîn.



