NAVENDA NÛÇEYAN- Hunermend Ezîz Çekdar û Hesen Derîk bang li gelê Kobanî kirin ku beşdarê Şehîd Bawer Agir a ku di navbera 11-13 mehê de tê lidarxistin bibin. Îsal, festîval dê li ser esasê mijarên aştî, civaka demokratîk û azadiyê de were lidarxistin.
Hunermend Ezîz Çekdar girîngiya festîvalê tekez kir û got:
“Di serî de ez bejna xwe li hember şehîdên Kurdîstanê ditewînim. 11,12,13 mehê emê festîvala Şehîd Bawer Agir derdixinin, em hevî ne hemû kes, her sazî, malbatên Kobanê lê hazir bin ji bo ku em şehîdên xwe xwedî derkevin, bajarê xwe xwedî derkevin. Ev yekemine stadyumekî Kobanê çêdibe. Divê em lê hazir bin û şehîdên xwe xwedî derkevin ji ber ku ev keda şehîdên me ye, ked şervanên me ye. Ez jî wek stranbêjekî tê de me. Wê gelek hûnermend amade bin. Em hevî ne hûn jî hazir bin.”
Hûnermend Hesen Derîk jî wiha got:
“Slav û rêz ji bo hemû gelê me yê Kobanê. 13’ê mehê em konserekî li Stadyûma Şehîd Bawer Agir lidardixin. Em ji gelê me, malbatên me yên şehîdan, ciwanên me hevî ne ku hemû li Stadyûma Şehîd Bawer Agir kom bibin. Da ku em şahiyekî bi rihê berxwedana Kobanê lidarbixin. Hatina we cihê keyfxweşiya me ye. “



