NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîtiya Jinên Ciwan Dewreya Şehîd Ronahî Amanos ya Akademiya Şehîd Jiyan Amara bi amadebûna 13 jinên ciwan ji gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê li darxist. Di perwerdeyê de gelek mijarên bîrdozî li ser esasê ramanê Rêber Apo û bi taybetî li ser naskirina rastiya jin û azadiya jin hatin dest girtin.
Perwerde nêzî mehek berdewam bû û di dawî de moralekî hat li dar xistin.
Moral bi deqayekî rêz girtin ji bo bîranîna şehîdan destpêkir. Piştre ji aliyê endamên perwerde ve stran û govend hatin pêşkêşkirin.
Di dawiyê de dîlan hat gerandin.
Mizgîn Mehmûde, ji Kobanê, diyar kir ku divê jin bi rêya perwerde xwe nas bikin, da ku bibin xwedî hêz û xwe ji koletiya ku li ser wan tê ferz kirin xilas bikin.
Şêrin Mistefa, ji Hesekê, destnîşan kir ku pêwîst e jin cesaret bigire da ku bikaribe xwe îfade bike. Her wiha, hevaltiya jiyana akademî anî ser ziman.



