NAVENDA NÛÇEYAN – 6’emîn Festîvala Şehîd Bawer Agir, ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Herêma Firatê ve tê organîzekirin, îsal dê di navbera 11-13’ê Cotmehê de li bajarê Kobanî bi dirûşmeya “Bi Hêvî û Baweriya Şehîdan Aştî û Civaka Demokratîk Serbixin, Azadiya Fizîkî ya Rêber Apo Mîsoger Bikin” were lidarxistin.
Festîval dê di 11’ê Cotmehê de saet di 16:00’an de bi vekirina Stadyuma Şehîd Bawer Agir dest pê bike. Piştî vekirinê, komên folklorê yên ji civakên Asûrî, Kurd, Ermenî û Ereb dê derkevin ser dikê û cihêrengiya çandî nîşan bidin.
Roja duyemîn dê saet di 10:00’an de dest pê bike, ku çalakiyên werzîşî ên cûrbecûr tê de hene. Piştî nîvro, maçek dostane dê di navbera tîmên Serdem û Kobanî de were lîstin. Êvarê, beşdarên festîvalê dê saet di 19:00’an de ji bo şahiyekî mezin a moral bilindkirinê werin cem hev.
Bernameya roja dawî dê saet 4:00’ê piştî nîvro bi pêşkêşkirina sînevizyonek a jiyan û têkoşîna Şehîd Bawer Agir dest pê bike. Piştî vê yekê, hunermend Hesen Derik, Aziz Kekdar, Sümeyya, Melik Teym, Aycan Kobanî û gelek hunermendên din ên surprîz dê performansê xwe pêşkêş bikin.
Endamên komîteya amadekar a festîvalê hemû malbatên şehîdan, gelê Kantona Firatê, hemû gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ciwanan vexwendin ku beşdarÊ festîvalê bibin.
Cih: Stadyuma Şehîd Bawer Agir – Kobanê
Dîrok: 11, 12, 13’ê Mijdarê


