NAVENDA NÛÇEYAN – Rêber APO peyameke nivîskî ji bo 32’emîn Merasîma Xelatên Rojnamevaniyê ya Mûsa Enter û Şehîdên Çapemeniya Azad. Rêber APO got: “Ji bo avakirina Civaka Demokratîk erk û berpirsyariyên mezin dikeve ser milê Rojnamevanên li ser şopa Mûsa Enter.
Bi merasîmekê rojnamevanên hêjayî 32’emîn Xelatên Rojnamevaniyê ya Mûsa Enter û Şehîdên Çapemeniya Azad hatine dîtin xelatên xwe girtin. Merasîma ku gelek kes têde amade bûn ji Rêber Apo jî peyamek hate dayîn.
Peyama Rêber APO wiha ye:
“Divê sala 1970’ê ji aliyê Kurdan ve baş bê famkirin. Înkar di asta herî jor de bû. Reva ji vê pir zêde bû. Heta ji navê Kurdî lê hatina kirin jî direviya, navgîn bi înkarê hatibû pêçan. Navê wê jî bigota dihata wateya her tiştî winda bikî. Salên 1970’ê min dixwest vegereke dîrokî bikim. Li Stenbolê dema ketim nava komeleyan min pêngava xwe ya yekem pêk anî. Min got; ‘Têgîna Kurdbûnê bikarbînim’, min bikar jî anî. Min cara ewil Mûsa Enter jî li wir dît. Ev dîtina yekem û dawî bû.
Apê Mûsa pir bi qedir û qîmet bû, bi nirx bû. Piştî salê 1940’î û şûnde yek ji kesên ewil deng derxistî bû. Dibe ku piştî Şer Cîhanê yê Yekem û şûnde welatparêzê yekane cidî bû. Bi tena serê xwe weke partiyekê tevger kir. Bi qasî nîv qirnê weke yek partî tevger kir. Partî ava nekiribû, lê ji bo Kurdan bi rêya wêjeyê xwestibû hinek tiştan bîne ziman. Di mijara wêjeyê de Yaşar Kemal çi be ew jî ewe. Yaşar Kemal bi Tirkî ew jî bi Kurdî. Pir bi nirx bû. Di vê wateyê de taybetmendiyeke pîvanî hebû. Ji ber ku wisa bû ji aliyê kontrayan ve hate qetilkirin.
Di hevdîtinên me yên li Stenbolê de kêm jî be fersenda em bi hev re meşînê derket. Şîret li me kir. Ji bo me got; ‘Ha ji xwe hebin’. Me jî hewl da wê bikin, hê jî wê dikin. Ji wir heta îro hatin.
Niha ji bo avakirina Aştî û Civaka Demokratîk pêvajoyekê bi rê ve dibin. Ji bo serketina vê jî hewldaneke xweser û bi nirx pêwîste. Ji bo serketinê hêvî û baweriya min heye. Dema gotin bi heqîqetê re bû yek, pir bi hêz dibe; avakar û birêveberin divê neyê ji bîrkirin. Bi vê heqîqetê kedkarên çapemeniyê yên binirx, di vê mijarê de bi rabûna rola xwe ya sûdmend û berpirsyarane wê dîrokî be.
Di dawiya gotinên xwe de şehîdên Çapemeniya Azad bibîr tînim. Ji xebatkarên Çapemeniyê yên li ser şopa Mûsa Enter dimeşin û dixwazin xeyalên wî bi cih bînin re seketinê dixwazin.
15.09.2025
ABDULLAH OCALAN”


