HESEKE – Bi boneya roja cîhanî ya aştiyê, di bin pêşengtiya Înîsiyatîfa Gel a Heseke, bi sedan şêniyan bi dirûşmeya “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo aştiya cîhanê ye” meşiyan.
Meş li çarxereya Merşo destpêkir û li Qada Azadiyê bi dawî bû. Al û pankartên Rêber Apo hatin hildan. Çalakvan dan diyar kirin ku dixwazin Rêber Apo bibînin.
Di dawiyê meşê deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan hat girtin. Piştî wê, peyama Rêber Apo ji bo roja aştiyê hat xwendin.
Piştre berdevkên rêxistinê civakî axivîn û diyar kirin ku dixwazin Rêber Apo bibînin. Her wiha, destnîşan kirin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo gavekî esasî ji bo çareserkirina aloziyên ku di Rojhilata Navîn de diqewimin û ji bo avakirina aştiyekî mayinde.



