FRANKFURT – Ciwanên Kurd û enternasyonalîst xwe ji bo Meşa Dirêj a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO amade dikin.
Meşa Dirêj a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO, ku dê ji 9 heta 13ê Îlonê li NRW ya Almanya pêk were, bi piştgiriya ciwanên ji her çar parçên Kurdistanê berdewam dike.
Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê ji Frankfurta Almanya bang kirin ku beşdarî Meşa Dirêj a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO bibin.
Di banga xwe de, ciwanan polîtîkayên rejîma faşîst a Îranê şermezar kirin û ciwanan gotin ku çareserî di paradîgmaya Rêber APO de ye.
Ciwanan banga xwe bi dirûşmeyan bi dawî kirin.


