NAVENDA NÛÇEYAN – Encûmena Ciwanên Demokratîk ên Sûriyeyê amadekariyên xwe dike ku di 1ê Îlonê (îro) de sêyemîn konferansa xwe ya rêxistinî bi dirûşmeya “Bi îradeya ciwanan, em ê guhertinê biafirînin û yekîtiyê ji bo Sûriyeyek demokratîk, piralî û nenavendî bi dest bixin” li dar bixe.
Hevserokê Encûmenê Nesir Afrîn diyar kir ku amadekarî di qonaxên dawî de ne û got:
“Îro, em amadekariyên dawî dikin da ku sêyemîn konferansa rêxistinî ya Encûmena Ciwanên Demokratîk ên Sûriyeyê li dar bixin. Ev konferans di demek krîtîk de pêk tê ku dê bandorê li dîrok û pêşeroja Sûriyeyê bike. Rola ciwanan dê di vê pêvajoyê de pir bi bandor be.”
Tê payîn ku ciwanên ji hemî herêmên Sûriyeyê beşdarî konferansê bibin. Armanca rojevê ew e ku meclîs ji nû ve were avakirin, çalakiyên rêxistinî li her parêzgehê vejînin û bi destpêşxeriyek felsefî, îdeolojîk û rewşenbîrî bigihîjin ciwanên Sûriyeyê hem li welêt û hem jî li derveyî welêt.
Bi vê destpêşxeriyê, meclis armanc dike ku îradeya ciwanan di avakirina Sûriyeyek demokratîk û piralî de ronî bike.


