PARÎS – Li derdora Villiers le bel a Fransayê, bi pêşengiya endamên CKF (Ciwanên Kurdistanî yên Fransayê), çalakiyek ji bo salvegera 13’emîn a Şoreşa Rojava hate lidarxistin.
Di çalakiyê de endamên CKF wiha gotin: “Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmeha 2012’an ne şoreşek bû ku tenê li herêmekê di dîroka mirovahiyê de pêk hat; ew serhildanek bû ku tê de gel, jin û ciwanan çarenûsa xwe girtin destên xwe, li dijî sînorên Sykes-Picot, sîstema înkarker a dewleta neteweyî, serdestiya zayendperest û polîtîkayên wêranker ên modernîteya kapîtalîst.”
Çalakî bi deqeyek rêz girtin ji bo hemû şehîdên Şoreşa, di şexsê Şehîdên Şoreşa Rojava de, ji aliyê beşdaran ve dest pê kir. Piştî nivîsek bi sernavê “Şoreşa Rojava ya 19ê Tîrmehê: Azadî, Berxwedan û Rêya Neteweya Demokratîk” hate xwendin. Di nivîsê de bal hate kişandin ser ruhê berxwedana jinan di Şoreşa Rojava de, dînamîzma ciwanan û rola wan a pêşeng. Di nivîsê de dagirkerî, ambargo û komployên navneteweyî yên li Rojava hatin şermezarkirin.
Piştî lîstikên cûrbecûr hatin lîstin, govend hat gerandin û slogan hatin qîrkirin.


