MEXMÛR – Li Wargeha Penaberan a Memxûrê bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Mexmûrê ji bo bîranîna şehîd Riza û Fuat tûrnûvaya voleybolê hat organîze kirin.
Her wiha ev tunova diyarî hemû şehîdên Kurdistanê kirin. Tûrnûvaya voleybolê li navenda Tevgera Ciwanan a Mexemûrê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir.
Turnuvaya voleybolê hefteyekê dewam kir. Di dawiyê de tîma Ş. Xebat û çand û Hûnerê li hemberî hev bûn. Tîma Ş. Xebat bi 3-0 serket.
Û dawiyê de jî kesên serkeftin bidest xistin, hatin xelat kirin.


