Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

HPG Şehid Delîl Makuyan bi rêzdarî bi bîr anî

Edîtor: Axin Mahir Dicle
22/04/2025 - 9:20
di nav Biranîna Şehîdan, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 10 mins read
A A
HPG Şehid Delîl Makuyan bi rêzdarî bi bîr anî
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN-  Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Hevrêyê me Delîl Makuyan 7’ê Kanûna 2021’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Hevrêyê me ku bi felsefeya Apoyî û tevlîbûna xwe ya bi moral bû gerîlayekî mînak, li nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê xwe ji nû ve afirand û ji bo paşeroja azad a gelê me, xwe feda kir. Bi kesayetiya xwe ya kedkar û hevrêtiya xwe ya ji dil cihê xwe di dilê hevrêyên xwe hemûyan de girt. Em sozê didin ku ala têkoşînê ya ku hevrêyê me Delîl ji me hevrêyên xwe re hişt, teqez bi serketinê tacîdar bikin.

Di serî de malbata hêja ya milîtanê Apoyî hevrêyê me Delîl, em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û careke din dilsoziya xwe ya bi bîranînên pîroz ên şehîdan re dubare dikin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Delîl Makuyan bi vî rengî ne:

Nasnav: Delîl Makuyan
Nav paşnav: Purya Kasimî
Cihê jidayikbûnê: Sine
Dayik-Bav: Şukufe Muhammedî – Muhammed
Dem û cihê şehadetê: 7’ê Kanûna 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Hevrêyê me Delîl li bajarê qedîm ê Rojhilatê Kurdistanê li Sine ji dayik bû. Ji ber welatparêziya malbata xwe têkoşîna me ya azadiyê zû nas kir. Hevrêyê me ku bi hişmendiya welatparêziyê ya xurt ji nirxên cewherî qut nebû, hîn di zarokatiyê de bû heyranê gerîla. Ji ber ku li dibistanên sîstemê nekarî bi hêsanî bi zimanê xwe yê dayikê biaxive, vê yekê di kesayetiya wî de nakokî li hemberî mejiyê tekperest afirand. Hevrêyê me zext û kiryarên sîstemê di temenekî biçûk de dît, lewma hêrsa wî mezin bû. Her ku mezin bû rastiya sîstema kapîtalîst û netewe dewletê baştir fêhm kir. Meraqa hevrêyê me ya ji bo tevgera me roj bi roj zêde bû. Hevrêyê me di salên ciwantiyê de lêgerînên xwe berfireh kir û xwest têkoşîna me hîn bêhtir ji nêz ve nas bike. Berxwedana destanî ya bi pêşengiya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê dihate kirin ji bo xwe kir çavkaniya hêzê. Hevrêyê me di vê demê de xwest tevkariyê li debara malbata xwe jî bike, di gelek karên cuda de xebitî û bi kesayetiya xwe ya kedkar û têgihiştî li derdora xwe hate hezkirin. Dema ku diçû zanîngehê firsend dît ku têkoşîna me hîn bêhtir nas bike, fêhm kir ku sîstema heyî nikare bibe bersiv ji azadiyê re ku hesreta wî bû. Li hemberî zilma li çar parçeyên Kurdistanê her ku fedakarî û berdêlên giran ên gerîla dît, ku hêviya gelê me bû, pê hesiya ku xeta berxweda berxwedanê ya ku tevahiya jiyana xwe bişopîne, dîtiye. Di demekê de ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker zêde bû û gerîla bi berxwedana dîrokî bersiv dida dagirkeran, weke her ciwanekî Kurd ê ku di jiyaneke bi rûmet de israr dikin, biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Her cûre derfetên sîstema kapîtalîst red kir, dest ji zanîngehê berda û berê xwe da çiyê ku warê pîroz ê gerîla ye.

Hevrêyê me di sala 2019’an de di ser Rojhilatê Kurdistanê re beşdarî nava refên têkoşînê bû û ber bi jiyana ku heyranê wê bû gava destpêkê avêt. Bi bandora îradeya xurt a gerîla û têkiliyên hevrêtiyê, di demeke kurt de hînî jiyana gerîla bû. Hevrêyê me beşdarî perwerdeyên şervanên nû bû, bi daxwaza xwe ya hînbûnê û tevlîbûna xwe ya bi coş bû şervanekî mînak. Di pêvajoya perwerdeyê de xwest Rêberê me hîn baş fêhm bike û bixe meriyetê, bi vî rengî ji bo meşa bêteredût a li ser xeta Apoyî hîmên bingehîn danî. Bi agahiyên ku hem ji dersên îdeolojîk hem jî ji yên leşkerî wergirtî, di kesayetiya xwe de guhertinên esasî kir. Perwerdeyên partiyê ji bo jinûve afirandina xwe weke derfetekê nirxand û xwest bersivê bide pêvajoya şer. Bi vî rengî perwerde bi serketî qedand. Hevrêyê me ku dixwest li qadên şer bersivê bide pêwîstiyên demê, derbasî qadên pratîkî bû û firsend dît ku tiştên di perwerdeyê de hîn bû bixe meriyetê. Bi saya kesayetiya xwe ya fedakar û kedkar ku her wezîfe bi cih dianî, bû çavkaniya hêz û moralê ji hevrêyên xwe re. Hevrêyê me Delîl ku bi meraqa xwe ya ji bo xwendin û lêkolînê dihate naskirin, her kêliya jiyana xwe bi têkoşînê dagirt. Hevrêyê me xwest ji tecrûbeya mezin a hevrêyên xwe sûdê werbigire, bibe gerîlayekî şareza û di demeke kurt de li ser jiyana gerîla serwext bû. Hevrêyê me zanîbû ku modernîteya kapîtalîst mirovan dike meta, li jiyaneke koletiyê mehkûm dike û di her firsendê de Rêbertî xwend, ji bo di felsefeya wî ya jiyanê de kûr bibe hewl da. Her ku fedaiyên Apoyî dît û nas kir ku li refên têkoşînê tevlî karwanê nemiran bûn û ji gelên bindest re bûn çavkaniya sûdwergirtinê, ji bo hêjayî hevrêyên xwe yên şehîd bibe, gelekî ked da. Ji bo mîrateya têkoşînê ya şehîdan mezin bike û derbên mezin li dijmin bixe, pêşniyar kir ku derbasî qadên ji şerê giran bibe. Hevrêyê me ku taybetmendiyên milîtaniya Apoyî di kesayetiya xwe de bi cih kir û ji hemû wezîfeyên zehmet re amade bû, îdîa û daxwaza xwe ya têkoşînê her roj hîn mezin kir. Hevrêyê me ku li gorî ruhê demê tevdigeriya û ji bo armancên hevrêyên xwe yên şehîd pêk bîne her kar kir, mîrateyeke têkoşînê li pey xwe hişt ku neyê jibîrkirin.

Hevrêyê me Delîl bi danheviya xwe ya îdeolojîk û hunera xwe ya leşkerî di gelek karî de ked da, her wezîfeya partiya me bi hesasiyeteke mezin bi cih anî. Di 7’ê Kanûna 2021’ê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa artêşa Tirk a dagirker de tevlî nava karwanê şehîdan bû. Hevrêyê me wê bi hevrêtiya xwe ya kûr, bi sekna xwe ya zelal a li ser xeta Apoyî her tim bê bîranîn. Weke hevrêyên wî em soza xwe dubare dikin ku mîrateya têkoşînê ya ku hevrêyê me Delîl ji me re hişt, bi ser bixînin û li pêşberî bîranîna şehîdên xwe hemûyan bi minet bejna xwe ditewînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Şandeya DEM Partî peyama Rêber APO weşand

Nivîsa Pêş

Li Dêrazorê kampa “Bi Eşq û Silavên Rojê re Xwebûn”

Axin Mahir Dicle

Nivîsa Pêş
Li Dêrazorê kampa “Bi Eşq û Silavên Rojê re Xwebûn”

Li Dêrazorê kampa "Bi Eşq û Silavên Rojê re Xwebûn"

Artêşa dagirker êrîşê xwe didomîne

Artêşa dagirker êrîşê xwe didomîne

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.