NAVENDA NUÇEYAN – Meclîsa Ciwanên Partiya DEM’ê bi dirûşmeya “Em ê xwe birêxistin bikin, em ê rêxistin bikin” civîna ciwanan li dar xist.
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) li avahiya Rêxistina Navçeya Esenler a partiyê bi dirûşmeya “Em ê xwe birêxistin bikin, em ê rêxistin bikin” civîn li dar xist. Li salona ku civîn lê hat lidarxistin pankartên bi nivîsa “Me welatê ku kes navê wî nabêje re welatparêzî kir” û “Îsrara di sosyalîzmê de tê wateya israra mirovbûnê” hatin daliqandin. Gelek ciwan beşdarî civînê bûn.
Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di şoreş û têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir. Piştre Belgefîlma Vejîna Kurd û sînevîzyona li ser mîsyona dîrokî ya Rêber APO a di derbarê ciwanan hate nîşandan. Di dema sînevîzyonê de ciwanan timî dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Ciwan fedayê Rêber APO ne” “Şehîd Namirin” berz kirin.
Piştre jî banga Rêber APO a ji bo ciwanan hate xwendin. Piştî vê bangê ciwanan li ser nexşerêyên têkoşînê nîqaş kirin. Di nîqaşan de gelek caran banga “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a ji aliyê Rêber APO ve di 27’ê Sibatê de hate kirin.
Civîn bi çepik, tilîlî û dirûşmeyan bi govenda ciwanan bi dawî bû.



