ŞENGAL- Îro xelkê Êzidî yê Şengal bi coş û moralekê mezin cejna Çarşema Sor pîroz kirin. Di vê cejnê de xelk diçe serdana goristan û cihên pîroz. Malbat bi dehan hêk bi rengên biharê dixemlînin û belav dikin. Zarok diçin eydane û malbat serdana hev dû dikin.
Cejna Çarşema Nîsanê yek ji cejnên herî kevnar e ku bi salane ye tê pîroz kirin. Li gorî baweriya Êzidî ev roj wekî roja afirandina gerdûnê tê dîtin. Di heman demê de sala nû di vê rojê de destpêdike. Ev cejn tê wateyê nûbûyîna jiyan, xweza û gerdûn ê. Her wiha ji bo Êzidiya meha Nîsanê meha herî pîroz e. Di vê mehê de Êzidî bûka nayînin û na zewicin ji ber ku meha Nîsanê bi xwe wekî bûka salê dibînin. Di gelek baweriyên Mezopotamiya û deverên din, bi nav û rêûresmên din ev cejn tê pîroz kirin.
Li Şengalê Daye Gule di derbarê vê cejnê de ji ajansa me re axivî û wiha got , “Em ji mêj de li heviya vê rojê ne, piçuk, mezin. Ev cejn ji bo me girîng e. Em diçin serdana miriyên xwe. Me divê salekê din eyda me (tabaqa Babê Şêx) û Feqîra pêk re bê. Xwedê tifaqa navberê me de deyne. Divê em vî eydê de hemû pêgre bin, wisa xweştir e û ez serkeftin ji we re dixwazim.”
https://www.youtube.com/watch?v=PlbB_0J_0Oc


