Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Heyeta Îmraliyê: Çareserî wê bi pêşengiya Abdullah Ocalan pêk were

Edîtor: Nucan Serdoz
18/02/2025 - 14:36
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe, Rêber APO
Reading Time: 8 mins read
A A
Heyeta Îmraliyê: Çareserî wê bi pêşengiya Abdullah Ocalan pêk were
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN- Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) piştî hevdîtinên 2 rojan ên li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistanê ya Federe derbasî Silêmaniyeyê bû.

Heyetê di 16 û 17’ê Sibatê de bi lîderê PDK’ê Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî re hevdîtin kiribû.

Heyetê îro jî li Debaşanê (Mala Celal Talabanî) bi Lîderê YNK’ê Bafil Talabanî û Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubat Talabanî re hevdîtin kir.

Piştî hevdîtinê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li ser gora Talabanî daxuyaniyek da.

AKTORÊN KURD HEMÛ WÊ PIŞTGIRIYÊ BIDIN PÊVAJOYÊ

Keskîn Bayindir destnîşan kir ku aktorên Kurd hemû wê piştgiriyê bidin pêvajoyê. Axaftina Keskîn Bayindir bi vî rengî ye:

“Me peyamên Birêz Ocalan gihand rêzdar Bafil û Kubat Telabanî. Me nêzî saetek û nîv hevdîtineke girîng pêk anî. Me li ser pêşeroja gelê Kurd, pêşeroja Rojava û aştiya nav gelê Kurdistan û Tirkiyeyê nîqaş kir. Me dît ku, rola ku Mam Celal ji bo aştî û lihevhatinê beriya niha lîstibû, îro Birêz Bafil û Kubat Telabanî jî dilîzin. Aktorên Kurd dê di vê pêvajoyê de roleke dîrokî bilîzin, em bi vê yekê bawer in. Em gelek spas dikin ku xwedî helwesteke bi vî rengî ne.  Bila gelê me, gelê Kurdistanê dilrehet bin. Îro jî bi vê dîdariya me derket holê ku hemû aktorên Kurdan dê bi dilxweşî, bi biratî, bi hemû hêz û qeweta xwe dê piştgiriyê bidin proseya aştiyê û lihevhatinê. Ji ber vê yekê ji bo encama vê hevdîtina me em gelekî dilxweş û kêfxweş in.

KURD DI NAVA HELWESTA YEKÎTIYA NETEWEYÎ DE NE

Di rojeva gelê Kurd de li Rojava, li Başur li Rojhilat gelekî alozî jî hene. Lê belê hêvî û bendewariyê me jî heye ji bo serkeftinê, ji bo milletê Kurd. Em ev sê roj in li ser bingeha yekîtiyê li Başurê Kurdistanê hevdîtinan dikin li gel aktorên Kurdan. Hemû aktor tiştekî dibêjin, çareseriya pirsgirêka Kurd bi pêşengiya Rêzdar Ocalan pêk bê û hemû Kurd dê destkeftiyên mezin bi dest bikin. Çareserî û proseya aştiyê bi pêşengiya Rêzdar Ocalan dê ava bibe. Em bi Rêzdar Ocalan, bi înisiyatîfa wî û bi hêza wî bawer in û em bi hemû hêza xwe çi ji destê me were em ê bikin. Ji bo çareserî bi pêş bikeve em li gel Rêzdar Ocalan in, li gel hêz û înisiyatifa wî ne. Lewma em li gel şandeya xwe dikarin ji gelê xwe re, ji hemû dinyayê re, ji cihanê re vê peyamê parve bikin. Kurd ji bo pêvajoya aştiyê yek in. Hemû aktor û hizbên Kurdan ji bo aştiyê, ji bo ku destkeftiyên xwe biparêzin, bi pêş bixin helwesta yekîtiyê nîşan didin. Ev ji bo gelê me, ji bo gelê Kurdistan hêviyeke pir mezin e.

DIVÊ AKTOR HEMÛ BI ROLA XWE RABIN

Ya duyemîn berê me dixwest hemû hizbên siyasî li gel şandeya me dîdarî li dar bixe. Lê bes îmkan û derfetên me tunebûn. Em li ser navê lijneya xwe lêborînê ji hizbên siyasî ku me hevdîtin bi wan nekir dixwazin. Bila bizanibin Rêzdar Ocalan qedr û qîmeteke herî mezin dide her ferdekî, her Kurdekî, her hizbekî ku hewl dide li welatê me aştiyê û çareseriyê pêş bixe. Em silavên Rêzdar Ocalan ji bo hizbên siyasî yên Başûre Kurdistanê ku me didarî li gel wan nekiriye, rê dikin. Em hevî û bendewarî li wan dikin ku piştgirî bidin proseya ku Rêzdar Ocalan dixwaze bi pêş bixe. Hemû aktorên Kurdan ku me hevdîtin bi wan re nekiriye em piştgiriya wan dixwazin.

ŞEHNAZXAN JI DIL PIŞTGIRIYÊ DIDE

Bi kurtasî em dîsa silavên xwe, dilsozî û dilgermiya xwe ji bo şandeya Yekîtiya Niştimanî dikin, bi taybetî jî ji bo Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Telabanî û Cîgirê Herêma Kurdistanê rêzdar Kubat Telabanî dikin. Şandeya me hevdîtinên xwe îro li vê derê li Silêmaniyê bi dawî dike. Em ê berê xwe bidin Hewlêrê û şandeya me dê sibê biçe Tirkiyeyê. Roj ne diyar e lê di pêşerojê de şandeya me derbarê van hemû hevdîtinan de dê ji raya giştî re, ji gelê me re bi nivîskî parve bike. Em dîsa li ser navê şandeyê we bi rêzdarî silav dikin. Her wiha me bi Şehnazxan re jî hevdîtinek kir. Helwestên Şehnazxan ji bo têkoşîna jinên Kurd, ji bo têkoşîna gelên Kurd, ji bo ku gelê Kurd li cîhanê birûmet bijî, bi azadî bijî helwesta Şehnazxan pir bi qîmet bûn. Me nirxandin û guftûgoyên qedrbilind ligel wê kir. Ez dixwazin li ser navê şandeyê spasdariya xwe û minetdariya xwe bo rêzdar Şehnaz jî pêşkêş bikim. Hêvî û bendewariyên wê, peyam û daxwazên wê jî ev bûn. Dixwazim bi we re parve bikim. Em dixwazin hemû jinên Kurdistanê, yên cîhanê, jinên azadîxwaz û aştîxwaz piştiriyê bidin vê proseyê. Şehnazxan bi hemû dilsoziya xwe piştgirî da helwesta Rêzdar Ocalan.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Wanê 400 binçavkirin, êşkence û girtin

Nivîsa Pêş

Dewreya perwerdeyê ya ku ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Êzidî ve bi navê Şehîd Kerîm hatibû lidarxistin, bi dawî bû

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Dewreya perwerdeyê ya ku ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Êzidî ve bi navê Şehîd Kerîm hatibû lidarxistin, bi dawî bû

Dewreya perwerdeyê ya ku ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Êzidî ve bi navê Şehîd Kerîm hatibû lidarxistin, bi dawî bû

Ji bo bîranîna Şehîd Ronahî Yekta turnuvaya futbolê

Ji bo bîranîna Şehîd Ronahî Yekta turnuvaya futbolê

Manşet

  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Dagirkeriyê Poster û Broşûr Hatin Belavkirin
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”
  • Mîtînga Ji Bo Piştgiriya Rojava Li Floransayê
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.