Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Berpirsê qetlîamên Başûr KDP û Barzanî ye

KCK: Berpirsyarê esasî yê komkujî û dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê PDK û Barzanî ye. PDK'ê û Barzanî di oxira rant û berjewendiyên xwe de bûn şirîkê qirkirina Kurdan û ji bo Kurdistanê bûne gefa herî mezin.

Edîtor: Axin Mahir Dicle
06/09/2024 - 11:47
di nav Daxuyanî, Êrîşên Dagirkeiyê, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
KCK: Gerîla bi rengekî dîrokî li berxwe dide
ParvekeTweet

BEHDÎNAN– Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li Başûrê Kurdistanê ku dema dawî zêde bûne daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Di encama êrişên dewleta Tirk a mêtinger qirker de yên li ser Başûrê Kurdistanê, gelek sivîl, mirovên welatparêz û ji gel şehîd bûn, gelek jî birîndar bûn. Em mirovên ku di van êrişan de şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr tînin û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin. Em bang li gelê xwe, saziyên welatparêz û demokratîk dikin ku xwedî li şehîdan û birîndaran derkevin û piştgiriyê bikin. Ev yek wezîfeya bingehîn a welatparêziyê ye, divê ev wezîfe bêkêmasî bi cih bê anîn.

Em van êrişên nemerdane yên dewleta Tirk careke din bi tundî şermezar dikin. Her wiha hikumeta Iraqê jî şermezar dikin ku bi têkilî û peymanên bi dewleta Tirk re bingeh ji komkujiyan re ava kiriye. Eşkere ye ku êrişên dewleta Tirk ên zêde bûne, encama peymanên qirêj û têkiliyên bi dewleta Iraqê re ne. Ispat bûye ku ev yek tê wateya dagirkerî û komkujiyê. Divê bê zanîn ku ji êrişên ji niha û pê ve yên li ser Başûrê Kurdistanê û Iraqê, ji dagirkerî û komkujiyê wê bi qasî dewleta Tirk hikumeta Iraqê jî berpirsyar bê dîtin. Her wiha hêzên ku li pişt hikumeta Iraqê disekinin, dibin şirîkê vê şaşitiya dîrokî yan jî bi rengekî eşkere helwestê nîşan nadin, wê gunehkar bin.

Di serî de hikumeta Iraqê em careke din hişyariyê didin hêzên pêwendîdar û bang li wan dikin ku ji têkiliyên metirsîdar û şaş ên bi dewleta Tirk vegerin. Ev têkiliya ji berjewendiyên qirêj ku armanca xwe dagirkirin û qirkirina li Kurdistanê ye, her wiha Iraqê dixîne binê hegemonya dewleta Tirk, paşeroja azad demokratîk a gelên Rojhilata Navîn dixe metirsiyê.

Armanca desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst, neo Osmanî û dagirker ew e ku gelan qetil bike, berde hev, mîsakî mîlî dagir bike û serweriyê li ser herêmê çêbike. Ev polîtîka beriya her tiştî gefê li Iraqê û yekîtiya Iraqê dixwe. Lewma herî zêde divê Iraq vê rastiyê bibîne.

Ji ber van têkiliyên şaş ên hikumeta Iraqê, Iraq bi lez ber bi aliyekî şaş û metirsîdar ve çûye. Hêzên ku dibêjin ew li dijî vê rêveçûnê ne, divê helwesteke hîn xurt nîşan bidin. Ne bi rengekî neyekser, lê bi rengekî yekser, eşkere pêwîstî bi helwesteke xurt heye. Lewma hêzên Iraqî yên welatparêz û demokratîk ên ku alîgirê serwerî û yekîtiya Iraqê ne, rewşenbîrên Iraqî divê helwesteke şênber û xurt nîşan bidin ku hikumetê ji vê rêveçûnê vegerînin.

Berpirsyarê esasî yê komkujî û dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê PDK û Barzanî ye. PDK’ê û Barzanî di oxira rant û berjewendiyên xwe de bûn şirîkê qirkirina Kurdan û ji bo Kurdistanê bûne gefa herî mezin. Barzanî ji bo helwesta xwe ya hevkarî û xiyanetê binixumîne û vê yekê rewa bike, dewleta Iraqê neçar hişt ku têkiliyeke bi vî rengî dîne. Eger wê qala welatparêziyê bê kirin, bi navê welatparêziyê wê tiştek bê kirin, beriya her tiştî divê ev metirsî bê dîtin û li hemberî vê metirsiyê helwesteke xurt bê nîşandan. Divê siyaset, hêzên welatparêz û rewşenbîrên Kurd bi vê berpirsyariyê tevbigerin û pêşengiyê ji vê yekê re bikin. Gelê me jî divê li hemberî van êrişan bêdeng nemîne, li dijî komkujiyan û xeta xiyanetê ya hevkaran helwesta xwe bi xurtî nîşan bide, hîn bi xurtî xwedî li rastiya şehîdan derkeve, yekîtiya xwe xurt bike û têkoşîna azadiyê bilind bike.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

“Nûjiyan Amed tekoşînekî bênavber meşand û gihîşt şehadetê”

Nivîsa Pêş

HPG: Li Xakurkê serdarek û 3 leşker hatin cezakirin

Axin Mahir Dicle

Nivîsa Pêş
HPG: Li Xakurkê serdarek û 3 leşker hatin cezakirin

HPG: Li Xakurkê serdarek û 3 leşker hatin cezakirin

“Mîna ku çiyayek li ser dilê mirovan de be…”

"Mîna ku çiyayek li ser dilê mirovan de be..."

Manşet

  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.