Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

“Ez Dixwazim Di Hindirê Xwe De İnsanekî Azad Biafirînim”

Yek ji hezaran lehengên Kurdistanê gerîlayê HPG’ê Ernesto Che Guevara ye ku ji bo azadiya gel û welatê xwe tevî hemû şert û mercan jî bi biryardariyeke mezin heya nefesa xwe ya dawî li ber xwe da.

Edîtor: Axin Mahir Dicle
16/07/2024 - 10:25
di nav Biranîna Şehîdan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
“Ez Dixwazim Di Hindirê Xwe De İnsanekî Azad Biafirînim”
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Di dîroka Kurdan de tu carî Egîd û fedaî kêm nebûne. Li gel derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê ev xeta fedaîtiyê û xeta têkoşînê diyartir bû. Erdal, Tekoşer, Çiyager, Reşîd, Cûma, Şoreş, Adil û bi hezarên din navê xwe bi tîpên zêrîn di dîroka Kurdistanê de dane nivîsandin.

Di nav van navan de Ernesto Che Guevara (Jiyan Bîlge) ê ji Amedê jî heye. Amed di dilê hemû Kurdan de paytext e. Gava ku dibêjin Amed warê Egîdan, serhildan û têkoşîn tên bîra mirovan. Jiyan jî li Bismil a Amedê di nava malbateke welatparêz de ji dayîk dibe. Ji ber ku malbata wî girêdayî çanda Kurdî ye, ew bi xwe jî bi çanda Kurdî mezin dibe. Di zarokatiya xwe de bi çîrokên gerîlayên efsane yên Kurdistanê mezin dibe. Dema ku ew şoreşger tên gundê wan dilê wan bi hêvî û serkeftinê tije dibû. Ji ber vê yekê hê di zarokatiya xwe de nexşerêya xwe diyar dike û biryar dide ku bibe yek ji wan lehengên wan destanan.

Di sala 2015’an de dema ku dijmin li dijî gelê Kurd planeke nû ya îmha û qirkirinê dixe dewrê Jiyan xwe ji jiyana pergalê dûr dixe û ji bo jiyaneke nû weke pêngaveke ewil tevlî refên gerîla dibe. Jiyan yekem perwerdeya xwe li herêma Bestayê distîne û di demeke kurt de ji vê perwerdeya xwe tecrûbeyên mezin bi dest dixe. Her çend demeke kurt li wir maye jî bingeha kesayeta xwe ya şoreşgeriyê li herêma Bestayê ava kiriye. Jiyan li Botanê navê yek ji mezintirîn şoreşgerê cîhanê Ernesto Che Guevara li xwe dike. Û li gorî giranî û wateya navê xwe dest bi rêya têkoşînê ya dirêj dike. Ernesto dizanîbû ku rêyeke dijwar li pêşiya wî ye. Lê belê li dû eşqa xwe ya zaroktiyê diçe û ji bo azadiya Kurdistanê bi biryardariyeke mezin hemû zor û zehmetiyan dide ber çavên xwe. Girêdayî vê yekê piştî perwerdeyên ku li herêma Bestayê distîne, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê dibe.

Ernestoyê ku li Heftanînê tevlî xebatan dibe, bi jîrbûn û tecrûbeyên xwe, xwe gelekî pêş dixe. Li heftanînê nêzîkî salekê dimîne û di warê gerîlatiyê de gelekî tecrûbeyan bi dest dixe. Weke hemû gerîlayên ku nû tevlî refên têkoşînê dibin, gelekî ji têkiliyên hevrêtiyê yên di nava PKK’ê de bi bandor dibe. Ji ber vê yekê tim di nava hewldanê de ye ku ji vê hevrêtiya rastîn û pîroz para xwe bistîne. Ernesto bi sekna xwe ya birêxistinkirî û terzê jiyana Apoyî tu astengiyan li pêşiya xwe nabîne û piştî pratîka salekê ya li Heftanînê di sala 2016’an de ji bo ku li hemberî êrîşên li ser gelê Êzidî bisekine û ji bo tevlî pêngava azadkirina Şengalê bibe, derbasî Şengalê dibe. Di gelek çalakiyên ku li dijî DAÎŞ’ê de cihê xwe digire û erk û berpirsiyariyên xwe bi biryardariyeke mezin bi cîh tîne. Li gel hevrêyên xwe têkoşîneke bêhempa nîşan dide û ji gelê Êzidî re Şengaleke aram dihêle û dubare derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê dibe.

DAGIRKER DIBIN ŞAHIDÊ ŞEREKÎ KU TU CARÎ JI BÎR NEKIN

Ernesto di dema êrîşên dewleta Tirk a dagirker de careke din vedigere Heftanînê û li gel Bargiran, Esmer, Zelal û Rûbaran li hemberî êrîşên dewleta Tirk yên hovane bi fedekarî şer dike. Ji bo tolhilanîna hevrêyên xwe yên ku digotin, ‘Ev der Heftanîn e’ bi îrade û biryardariyeke mezin li ber xwe dide. Leşkerên dagirker dibin şahidê şerekî ku wê tu carî ji bîr nekin. Ernesto piştî şerekî dijwar derbasî qada Metînayê dibe. Di sala 2021’an de bi awayekî aktîf tevlî çalakiya ku li dijî êrîşên dijmin yên li ser Zendûrayê tê lidarxistin, dibe û tolhilanîna hevrêyên xwe yên ku bi çekên kîmyewî yên artêşa Tirk a faşîst şehîd dibin, dike bingehîn armanca xwe. Ernesto li gel hevrêyên xwe derbên giran li dijminê dagirker dixe. Ji dijmin re ji bilî bikaranîna teknîka di destê wan de tu rêyê nahêle. Armanca Ernestoyê ku li gelek qadên Metînayê gerîlatiyê dike, di hemû xebatan de bidestxistina serkeftina mutleq e.

Ernesto di 3’yê Kanûna Pêşîn ya sala 2023’yan de di encama êrîşên dewleta Tirk de li gel du hevrêyên xwe tevlî karwanê şehîdan dibe. Weke bi hezaran şehîdên Kurdistanê jiyana xwe ji nirxên azadiyê re feda dike. Ernesto beriya ku şehîd bibe, armancên xwe yên di jiyana şoreşgerî de bi van gotinan tîne ziman: ‘’ Ez dixwazin di nava xwe de însanekî azad biafirînim. Ez dixwazim li ser şopa pêşengên PKK’ê bibim hevrêyekî rast.’’ Şehîd Ernesto bi sekn û kesayeta xwe ji hevrêyên xwe re bû mîlîtanekî mînak û di rêya jiyana azad de canê xwe feda kir. Şehîd Ernesto Che Guevara wê bibe yek ji wan kesan ku dema qala eşqa azadiyê, dilsoziya ji Rêber Apo re û eşqa welat hate kirin wê navê wî were bîra mirovan.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Dagirkirin û sewqiyata leşkerî dewam dike

Nivîsa Pêş

Ji milîsên YPS JIN li Geverê çalakiyên 14’ê Tîrmehê

Axin Mahir Dicle

Nivîsa Pêş
Ji milîsên YPS JIN li Geverê çalakiyên 14’ê Tîrmehê

Ji milîsên YPS JIN li Geverê çalakiyên 14'ê Tîrmehê

Îşkence li karkerê Kurd hate kirin

Îşkence li karkerê Kurd hate kirin

Manşet

  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên  Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.