Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

Gerîlayê wêrek ê bi heybeta çiyayê Bagokê: Zinar Bagok

Edîtor: Nucan Serdoz
08/12/2023 - 9:37
di nav Biranîna Şehîdan, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
Gerîlayê wêrek ê bi heybeta çiyayê Bagokê: Zinar Bagok
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Her çav bedewiyê nabîne, hîs nake. Dilên bedew dikarin bedewiyê bibînin, pê bihesin. Lewma her kes bedewî û girîngiya cografya Kurdistanê fêhm nake, tenê yên ku jê hez dikin dibînin û ji bo vê jî canê xwe feda dikin. Yek ji van lehengan jî Zinar Avci bû.

Di dîroka Kurdistanê de bi taybetî di dîroka PKK’ê de hin bajar û herêm hene ku di mijara jinûve geşkirina têkoşîna gelê Kurd de xwedî roleke diyarker bûn. Nisêbîn yek ji van herêman e ku di salên 1990’î de ku êrîşên herî hovane yên dewleta Tirk lê dihate kirin, xelkê Nisêbînê li hemberî vê zilmê rabû ser piyan û pêşengî ji gelek serhildanan re kir.

Ev serhildan jî bû destpêka azadiyê li Kurdistanê. Zinar Avci (Zinar Bagok) li vê navçeya serhildanê li Nisêbînê, li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Bi vê çand û kevneşopiya berxwedanê mezin bû.

Zinar Avci hîn di temenê ciwantiyê de polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk fêhm kir, kir ku ciwanên li derdora wî bi baldarî nêzî van polîtîkayan bibin. Bi rengekî çalak tevlî karên ciwanan bû, pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Hêrsa wî ya li hemberî êrîşên dijmin ên li ser gelê Kurd her roj bêhtir zêde bû û ji bo çareseriyê jî berê xwe da nava refên gerîla. Zinar Avci di sala 2015’an de tevlî nava gerîla bû, li herêma Bestayê beşdarî perwerdeya bingehîn bû. Gerîla Zinar ji bilî serketinê encameke din qebûl nekir û li ser bingeha felsefeya Rêber Apo têkoşînek meşand. Ji bo gerîla Zinar exlaq û çanda PKK’ê bû xeta sor.

Gerîla Zinar ku ji aliyê leşkerî ve xwe bi pêş ve bir, di mijara taktîkên şer de jî pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Gerîla Zinar ku li ser şerê gerîla lêkolîn dikir û li ser kûr dibû, li her qada têkoşînê xwe bêhtir bi pêş ve bir û bû şervanekî şareza û xwedî îrade. Her tim ji hevrêyên xwe re bû çavkaniya hêz û moralê, di nava şer de bi wêrekiya xwe dihate naskirin. Gerîla Zinar bi ruhekî fedakar li hemberî dijmin çalakiyên bi bandor kir, bi wêrekiya xwe leşkerên dijmin têk dibir. Ji bo azadiya xaka Kurdistanê di demeke kurt de bi berpirsyariyên mezin rabû, wezîfeyên giran bi cih anî û tevî komek ji hevrêyên xwe di 11’ê Hezîrana 2018’an de li qada Besta ya Şirnexê li dijî artêşa Tirk a dagirker kete nava şerekî giran. Di vî şerî de gerîla Zinar Bagok tevî 8 hevrêyên xwe bi lehengî şer kir û şehîd bû. Gerîla Zinar û 8 hevrêyên wî ji bo nirxên pîroz canê xwe feda kirin û mîrateyeke mezin a berxwedanê li pey xwe hiştin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li bajarê Helebê bi pêşengiya YJC û TCŞ’ê ji bo Rêber Apo meşa meşaleyî hat lidarxistin

Nivîsa Pêş

Pevçûnên li Xezeyê dewam dikin: Hejmara miriyan 17 hezar derbas kir

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Pevçûnên li Xezeyê dewam dikin: Hejmara miriyan 17 hezar derbas kir

Pevçûnên li Xezeyê dewam dikin: Hejmara miriyan 17 hezar derbas kir

Dagirkerek hate cezakirin, 3 mobesse hatin îmhakirin

Dagirkerek hate cezakirin, 3 mobesse hatin îmhakirin

Manşet

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Dagirkeriyê Poster û Broşûr Hatin Belavkirin
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”
  • Mîtînga Ji Bo Piştgiriya Rojava Li Floransayê
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.