Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Bingeha Berxwedana Şengal pê rizgar bûye parastin û rêveberiya xweser e

Edîtor: Nucan Serdoz
13/11/2023 - 9:15
di nav Analîz, Başûr, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe, Şerê Gelê Şoreşgerî
Reading Time: 6 mins read
A A
Bingeha Berxwedana Şengal pê rizgar bûye parastin û rêveberiya xweser e
ParvekeTweet

ŞENGAL – Êzidiyên Şengalê pêşîn nekir ku fermanek din dê li dîroka ferman û komkujiyên li dijî wan hatine zêde bibe. Saet derdora 2:00`an bû, roj 3`yê Tebaxa 2014`an bû. Çeteyên DAiŞ`ê bi awayekî hovane êriş kir û komkujî pêk anîn. Beriya wê, şêniyên Şengalê yê Başûrê Kurdistanê nizanîn ku bi hezaran pêşmergeyên PDK`ê û bi deh hezaran leşkerên Iraqê dê ji hember çeteyên DAIŞ`ê birevin û dev ji parastina herêmê berdin. Ruxmî ku rayedarên iraqî û PDK`ê gotin dê parastina Şengalê û xelkê wê bikin.

Piştî dagirkirina Musilê di 10`ê Hezîrana 2014`an de, DAIŞ`ê xwe amade kir ji wir êriş Şengalê bike. Êzidiyan jî, xendeq li dora gundên xwe kolan, lê mixabin pêşmerge û artêşa Iraqê dev ji wan berda û revjiyan. Şahidên bûyerê di gelek bone û raporên ajansa me de bi bîr xistin ku bi sedan mêr û ciwan li gundên Sîba Şêx Xidir, Til Ezîz, Cedale û gelek gundên din heta sibê û heta cebilxaneya wan qediya li ber xwe dan.

Di encamê de bi hezaran êzidî berê xwe dan lûtkeya çiyayê Şengalê beriya ku DAIŞ bigihêje gundên wan ên li başûr û bakurê bajêr. Lê li piraniya gund û navçeyên Şengalê felaket çêbû. Li her derê gorên komî belav bûn. Zêdetirî 80 gorên komî li Şengalê hene ku cenazeyên bi hezaran êzidiyên bi destê DAIŞ`ê hatine kuştin, dihewînin.

Li gor rêxistinên êzidiyan, çeteyên DAIŞ`ê di êrişa 2014`an de 6 hezar û 417 êzidî revandin. Ji wan 3 hezar û 548 jin û 2 hezar û 869 mêr hene. Di pêngavên rizgarkirinê yên cuda de 3 hezar û 739 êzidî hatin xilaskirin. Ji wan 2 hezar û 203 jin bûn. Heta niha çarenûsa yên mayî ne diyar e.

Bêguman, felaket dê ji vê mezintir bûya, nemaze ku zêdetirî 200 hezar êzidî li çiyayê Şengalê, li herêmên Keserdeşt, Gersî û qontarên li ser Rojava di Tebaxê de bê av û xwarin bû. Lê bi saya karwanên HPG`ê yên ji çiyayên Kurdistanê û YPG û YPJ`ê ji Rojava hatin û korîdoreke mirovî di navbera Şengal û Rojava de vekirin, rê li pêşiya vê felaketê hat girtin.

Di dema ku YPG û YPJ`ê korîdora mirovî vekir, li hember DAIŞ`ê li herêma Koçerat li ber xwe dida. Sibeha 4`ê Tebaxê şervan derbasî Şengalê bûn û korîdorek bi dirêjahiya 30 heta 40 kîlometreyan vekir.

YBŞ`Ê Û RIZGARKIRINA ŞENGALÊ

Di 4’ê Nîsana 2014’an de keç û xortên Şengalê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) damezirandin da ku Şengalê biparêzin û wê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin, di vir de şervanên Hêzên Parastina Gel (HPG) Yekîneyên Jinên Azad – Star (YJA-STAR), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li kêleka wan bûn û ji Xanesorê û Sinonê heta bi Şilo, Sêba Şêx Xidir, Til Benat, Rembosî û Dihola dest bi şer kirin.

Piştî komkujiyê, Êzîdiyan rastiya PDK’ê nas kir, ji ber wê biryara damezirandina YBŞ’ê li ser bingeha berpirsiyariya parastina Şengalê, da. Di Sibata 2015’an de jî jinên Şengalê damezirandina Yekîneyên Jin – Şengal ragihand. Di Adara 2015’an de hêzan pêngava rizgarkirina gundên Şengalê heta bi navenda bajêr ve dest pê kir û ev pêngav di 14’ê Mijdara heman salê de bi rizgarkirina tevahiya Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê bi rengekî serkeftî bi dawî bû.

Wê demê YPG’ê ragihand ku wê erkê xwe yê dîrokî li Şengalê bi cih anî û ku êdî YBŞ’ê amade ye di parastina Şengalê li hember hemû êrişan de xwedî berpirsiyarî be. Di Nîsana 2018’an de fermandariya giştî ya HPG’ê ragihand ku hêzên wan bi temamî ji Şengalê hatin kişandin û destnîşan kir ku tenê YBŞ’ê Şengalê diparêze.

ÊZÎDÎ XWE DI ALIYÊ RÊVEBERÎ SIYASÎ Û ÇANDÎ DE BI RÊXISTIN DIKIN

Êzîdiyan ku êdî ew bi hikumeyên Bexda û Hewlêrê bawer nakin û tecrûbeyên leşkerî, siyasî û rêveberî û tecrûbeya rojavayê Kurdistanê bi dest xistine, dest bi rêxistinkirina xwe kirin. Di 2015’an de wan Meclisa Damezirîner a Êzîdî ava kir ku piştre di 2017’an de bû Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê.

Di Hezîrana 2016’an de wan Partiya Azadî û Demokrasiya Êzîdî wek yekitiya Tevgera Demokrasî û Azadiyê û Kombûna Êzîdî ya ku ji aliyê hikumeta Iraqê ve hatiye fermîkirin, ava kir. Di 9’ê Tîrmeha 2016’an de şêniyên Şengalê Asayîşa Êzîdxanê wek hêzên ewlekariya hundirîn li hundirê bajêr û navçeyên herêmê damezirand.

Li kêleka wê, Meclisa Jinên Êzîdî ku piştre di Îlona 2017’an de bû Tevgera Jinên Êzîdî damezirand û akademiyên perwerdehiyê û dibistanên fêrkirina bi zimanê zikmakî vekirin.

PIŞTÎ BIDAWÎKIRINA DAIŞ’Ê ÊRIŞ RANEWESTÎN 

Rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê li xweşiya dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê yên ku DAIŞ şandine herêmê neçû. Piştî ragihandina rizgarkirina Şengalê ji DAIŞ’ê ji 2017’an de balafirên dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe dest pê kirin ku di encamê de pêşengên civaka Êzîdî yên ku di têkbirina DAIŞ’ê û perwerdekirina civaka Êzîdî de xwedî rol bûn dihatin hedefgirtin, armanc jî peydakirina tevliheviyê bû nexasim piştî vegera koçberên ji kampên başûrê Kurdistanê.

Hemwextî van êrişan hêzên PDK’ê û artêşa Iraqê li dijî Şengalê bi armanca têkbirina destkeftiyên Êzîdiyan zêdetirî carekê êriş pêk anîn lê ew êriş ji aliyê YBŞ û Asayîşa Êzîdxanê ve hatin têkbirin. Her wiha di 9’ê Cotmeha 2020’an de peymanek di navbera PDK`ê û hikumeta Iraqê ya bi seroketiya Mustefa Kazimî de hat îmzekirin. Êzîdiyan nav lê kiribû “fermana bi navê qanûnê” ku di bin navê birêxistinkirina karûbarên rêveberî û ewlehiyê yên Şengalê de hate îmzekirin.

Yek ji encamên peymanê di Adara 2022`yan de dîwarek li ser sînorên di navbera Rojava û Şengalê de hat avakirin. Êrişên li dijî YBŞ`ê berdewam kirin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Jinên ciwan ên Dirbêsiyê ji bo azadiya Rêber APO meşiyan

Nivîsa Pêş

Ciwan salvegera rizgarkirina Şengalê pîroz kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ciwan salvegera rizgarkirina Şengalê pîroz kirin

Ciwan salvegera rizgarkirina Şengalê pîroz kirin

YPJ‘ê nasnameya şehîdekê eşkere kir

YPJ‘ê nasnameya şehîdekê eşkere kir

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.