Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 10, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Ji herêmên Sûriyê 2430 kesan jiyana xwe ji dest dan

Hat raghihandin ku heya niha bi temamî di herêmên Sûriyê de hejmara qurbaniyan gihêşte 2430 kesan ku jiyana xwe ji dest danê û 4650 kesan ku birîndar bû ne.

Edîtor: Nucan Serdoz
08/02/2023 - 10:23
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Ji herêmên Sûriyê 2430 kesan jiyana xwe ji dest dan
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Li bakûr û rojhilatê Sûriyê ji bo rewşên awarte tedbirên hatin girtin.

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê bi hevkariya şêniyan duh 5 kon li bajar vegirtine da ku şênî di rewşên erdhejê de bi kar bînin. Hejmara şêniyên ku xwe li van kon û navendan girtine zêde dibin. Ji ber serma û baranê, Rêveberiya Sivîl tedbîrên nû li van navend û konan de girtine. Rêveberiyê hejmara sobe û nivînan zêde kirin û ronahî danîn. Ji bo rewşên awarte, Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Tebqayê, Tîmên Rewşa Awarte û Agirkujiyê li derdora navend û konan in.

Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan wê sibe sibeha du otobûsan bişîne Helebê da ku xwendekarên zanîngehê yên li wir asê mane, bighînin bajarên wan.

Piştî ku Meclisa Kantona Efrînê û Şehbayê ragihand ku ew amade ne mexdûrên erdhejê pêşwazî bikin, nêzî hezar malbatên ji koçberên Efrînê yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê bi cih bûne û şêniyên bajarê Helebê, gihaştin gund û kampên kantona Şehbayê û gundên navçeya Şêrawayê.

Heyva Sor a Kurd bi hevkariya Şaredariya Gel a Til Temirê 2 konên din vedan ku di rewşên awarte de wek stargeh bi kar bînin. Her du kon li nêzî Çerxerêya Til Temirê hatine vedan. Konê yekê bi dirêjahiya 20 metre û firehiya 6 metreyan e, konê duyemîn jî 6 metreyan dirêj e û 3 metreyan jî fireh e. Heyva Sor a Kurd duh li nêzî çerxerêyê konek vedabû.

Rewşa li navçeya Cindrêsê a bajarê Efrînê ya ku ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hatiye dagirkirin gelekê xerabê. Heya niha dewelta tirk a dagirker û hikûmeta Şamê ya demkî ku bajarê Efrînê dagir kiriye, rê li ber gihandina alîkariyan yan jî otomobîlan bo navçeya cindrêsê digrin, bi behaneya ku hemû otomobîl li bajarên başûrê Tirkiyê û bajarê Efrînê kar dikin.

Hemû aliyên opozîsyona Sûriyê bi hemû hêza xwe tenê alîkariya xelkê bajarê Idlibê, Îhtaimlat, El-Bab, Marea, Cerabulus û Ezazê dikin.

Çeteyên El-Emşat her wiha wêne û dîmen belav kirin ku ji bo alîkariya gel bi buldozer û ambalansan û hêzên xwe jinavçeya Şiyê ber bi navçeya cindrêsê ve dişînin. Lê hat diyar kirin ku hemû tiştên ku ji aliyê rûpelên çeteyan ve hatine belavkirin û weşandin ne rast in û ti maşînên giran û ambulans ji wan nehatine.

Parisitina Sivîl a Sûriyê îro tu alîkarî ji xelkê navçeya cindrêsê re neşandine û tenê alîkariya bajarên din ên Sûriyê dike. Ji ber redkirina dewleta Tirk ji vekirina deriyê Bab El-Hawa û gundê Hemamê yê li rojavayê navçeya Cindrêsê, niha tu rêxistineke mirovî (Erebî û navneteweyî) li navçeya Cindrêsê nîne.

Dewleta Tirk a dagirker ji bo berjewendiyên xwe yê erdhejê bi kar anî û hemû alîkariyên mirovî yên hemû welatên cîhanê desteser kirin.

Li taxa Cindirêsê zêdeyî 10 avahiyên niştecihbûnê hene, ji ber kêmbûna hêza mirovî û nebûna maşînên giran, li xirbeyan, tevî ku di bin xirbeyan de qêrîn hebûn, lêgerîn nehat kirin. Şêniyên navçeya Cindirêsê hîn jî dengê zarok û sivîlên ku hîn di bin xirbeyan de ne an jî di jêrzemînê de asê mane dibihîzin

Herwiha li navçeya Cindirêsê ji ber ziyanên erdhejê înterneta herêmî ya Tirkiyê naxebite û kompanyayên înternetê yên Tirkiyê xizmetguzariyên xwe li herêmê tamîr nekirine.

Komeleyên Ereb ên li navçeya Cindirêsê tenê alîkariya niştecihan dikin, di nav de Tîma Alîkariya Molham û gelek komeleyên taybet. Nerazîbûna hewayê jî di wê yekê de rolek dilîze ku xelk nekarin ji bin xirbeyan lêgerîna kesên sax û qurbaniyan temam bikin. Tevî karesata qels, ji aliyeke din ve jî malên sivîlan têne dizîn.
Kesên ku ji erdhejê rizgar bûne, bê stargeh û bê xwarin û vexwarin hîn li kolanan li bendê yê.

Hat raghihandin ku heya niha bi temamî di herêmên Sûriyê de hejmara qurbaniyan gihêşte 2430 kesan ku jiyana xwe ji dest danê û 4650 kesan ku birîndar bû ne.

Çavkanî: Navenda Nûçeyan Efrîn Lezgîn

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Di erdhejê li tirkye û Bakûrê Kurdistanê de 6 hezar û 234 kesan jiyana xwe ji dest dane – HATE NÛ KIRIN

Nivîsa Pêş

Ciwan û jinên ciwan di meşa dirêj di liv û tevgera de ne

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ciwan û jinên ciwan di meşa dirêj di liv û tevgera de ne

Ciwan û jinên ciwan di meşa dirêj di liv û tevgera de ne

Komalên Ciwan: Werin em Xakurkê ji bo welatê xwe bikin bihûşt, ji bo neyar û nokeran bikin dojeh

Koordînasyona Komalên Ciwan bang li ciwanên Kurdistanê kir

Manşet

  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê nasnameya 7 gerîlayên şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.