Enter your email Address

Salı, Aralık 9, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Ciwan û jinên ciwan di meşa dirêj di liv û tevgera de ne

Roja 4'emîn, ciwan û jinên ciwan li Eskater Park a li bajarê Reûtlîngenê saet di 09:00 de li hev kom bibin û li navenda bajarê Reûtlîngenê bi 5 kîlometreyan bimeşin

Edîtor: Nucan Serdoz
08/02/2023 - 13:00
di nav Çalakî, Ciwan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
ParvekeTweet

BOBLÎNGEN – Di Meşa Dirêj de, ciwanên Kurd di roja 3’yemîn de ji Stûttgartê heta bi Boblîngenê bi 19 kîlometreyan meşiyan.

Ciwanên ku bi dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bê Serok Jiyan nabe”, xwe gihandin Boblîngenê, mîtîngek lidar xistin.

Ciwanan sersaxî ji malbatên qurbaniyên erdhejê re xwestin û bang li gelê li Ewropayê kirin ku piştgiriya mexdûrên erdhejê bike.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Dewleta Tirk a faşîst çawa ku îro li Kurdistanê sûcên şer dike, li gel vê yekê pereyê alîkariyê yê gelê me ji bo mexdûrên erdhejê re dişîne, wê careke din ji bo vî şerî bi kar bîne. Em ciwan, bang li gelê xwe yê welatparêz ê li Ewropayê dikin. Dem dema xwedîderketina li gelê me yê mexdûrê erdhejê ye. Em ê welat û gelê xwe ji bextê dewleta Tirk a faşîst re nehêlin. Çawa ku em dibêjin îsal wê bibe sala serketinê, wê bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, divê bi heman rengî em xwedî li welatê xwe jî derkevin.”

Ciwanan piştre berê xwe dan Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Boblîngenê û ji bo gerîlaya YJA Starê Sara Dorşîn (Sarah Handelmann) çalakiyeke bîranînê lidarxistin ku Sara Dorşîn 7’ê Nîsana 2019’an di êrîşa dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd ketibû.

Di şexsê Sara Dorşîn de ji bo bîranîna Şehîdên Şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin û piştre Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd meşa azadiyê ya ciwanan silav kirin.

Bi navê Tevgera Ciwanan jî Çekdar Serhed axivî û diyar kir ku ciwan wê li ser rêya misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber APO bimeşin û got, “Ciwan her tim fedaiyên Rêber APO ne.”

Di bîranînê de di şexsê Sara Dorşîn de sînevîzyonek têkildarî Şehîdên Şoreşa Kurdistanê hate nîşandan.

WÊ 4 ROJÊN DIN BIMEŞIN Û BIGIHÊJIN STRASBOÛRGÊ

Ciwanên ku di nava sê rojan de bi 57 kîlometreyî meşiyan, plansaziya wan a 3 rojên bê bi vî rengî ye:

“Roja 4’emîn, ciwan wê li Eskater Park a li bajarê Reûtlîngenê saet di 09:00 de li hev kom bibin û li navenda bajarê Reûtlîngenê bi 5 kîlometreyan bimeşin. Êvarê saet di 17:00 de wê li Holzmartê mîtîngekê lidar bixin û ber bi mala Şehîd Sara Dorşîn lê mabû, bimeşin.

Roja 5’emîn ciwan wê ji navenda bajarê Offenbûrgê ber bi bajarê Lahrê ve bimeşin. Li Lahrê di semînerekê de li hev kom bibin.

Roja 6’emîn, ciwan wê saet di 09:00 de li navenda bajarê Freîbûrgê li hev kom bibin, li kolana herî qelebalix a bajêr bimeşin û êvarê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Freîbûrgê tevlî semînera ‘Jin ên ciwan’ bibin.

Roja 7’emîn, ciwan wê ji bajarê Heîlbronnê bi rê bikevin û xwe bigihînin ciwanên enternasyonalîst ên ji Swîsreyê bi rê ketine, li Strasbourgê li hev kom bibin û beşdarî meşa navendî bibin ku bi deh hezaran kes wê tevlî bibin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji herêmên Sûriyê 2430 kesan jiyana xwe ji dest dan

Nivîsa Pêş

Koordînasyona Komalên Ciwan bang li ciwanên Kurdistanê kir

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Komalên Ciwan: Werin em Xakurkê ji bo welatê xwe bikin bihûşt, ji bo neyar û nokeran bikin dojeh

Koordînasyona Komalên Ciwan bang li ciwanên Kurdistanê kir

Parêzer ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re serlêdan kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di têkildarî erdhejê serlêdanek nû kir

Manşet

  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

Herî zêde hatine xwendin

  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Newroz li Kobanê bi meşaleyan hat pîrozkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJ: Emê xwedî li xewn û xeyalên şehîd Berçem derkevin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Înîsiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn li ser geşedanên Sûriyê civîya û li hemberî dagirkeriyê helwest nîşan da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.