Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çand, Hûner û Spor

Rojnameya Serxwebûn bi hejmara xwe ya 484’an bi we re ye

Rojnameya Serxwebûnê bi sernivîsa ‘Ji Dihê heta Şengalê, ji Şemzînanê heta Kobanê serfiraziya gerîla’ derket. Rojname bala xwe dide ser nirxên ku gerîla ji Pêngava 15’ê Tebaxê û vir de di 38 salan de afirandiye.

Edîtor: Nucan Serdoz
01/09/2022 - 11:55
di nav Çand, Hûner û Spor, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Rojnameya Serxwebûn bi hejmara xwe ya 484’an bi we re ye
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnameya Serxwebûnê bi sernivîsa ‘Ji Dihê heta Şengalê, ji Şemzînanê heta Kobanê serfiraziya gerîla’ derket. Di hejmara 484’an de geşedanên siyasî yên li dinya û herêmê, dîroka têkoşîna 38 salan a pêngava gerîla ya 15’ê Tebaxê, berxwedana zindanê, polîtîkaya talan û qetlîamê ya ku dewleta Tirk li ser xwezaya Kurdistanê dike û nivîsên li ser nirxên ku berxwedana gerîla ava kiriye, disekinîne.

Endamê Komîteya Rêvebir a PKK’ê Dûran Kalkan bi nivîsa xwe ya ‘Em bi ruhê 15’ê Tebaxê bibin Egîd û Zîlan û serfiraziyê bi dest bixin’ de dibêje “Desthilatdariya AKP’ê heke wê hilbijartinê bike, divê rewşeke wisa ava bike ku ew karibe bi ser bikeve. Ji ber vê pêdiviya wê bi serkeftineke leşkerî heye yan jî divê ekonomiyê sererast bike û pereyan belav bike. Heke wê hilbijartinê betal bike jî divê rewşeke şer ava bike. Di her alî de ji bo AKP’ê êrîş hewce ye.”

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan diyar dike “15’ê Tebaxê di heman salê de bi awayekî dereng, ne zêde jêhatî û bi tarzeke ku bersivê nade amadekariyên me dest pê kiribû. Ji çalakiyê zêdetir wateya wê ya dîrokî û rojane girîng bû. Ji ber vê diyar bû wê mohra xwe li pêvajoyê bixista” û balê dikişîne ser vî tiştî ku dewleta Tirk bi stratejî û taktîkên xwe ne xwediyê wê hêzê bû ku karibe pêşiya pêngavê bigire û artêşa Tirk li hemberî taktîkên gerîla wê neçar be.

Hakî Armanc jî bi nivîsa xwe ya bi sernavê ‘Bi ruhê pêngavê yê 15’ê Tebaxê em ber bi serfiraziyê dimeşin’ diyar dike ruhê 15’ê Tebaxê li hemû gelê Kurdistanê hatiye belavkirin û dibêje “Gerîlayên Kurdistanê û gelê wê, bi ruhê berxwedanê yê Egîd û Zîlanan ber bi serfirazî û azadiyê dimeşe.”

Nedîm Seven jî sala 38’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê dinirxîne û balê dikişîne ser îxanet û komploya li hemberî nirxên ku berxwedana gerîla ava kiriye.

Li ser navê Komîteya Rêvebir a PKK’ê ji bo sempatîzan û kadroyên PKK’ê giştînameyek jî hatiye weşandin û tê de tê gotin “Em bang dikin ku xwe li ser xeta pêngav û serfiraziyêya 15’ê Tebaxê nû bikin, Sala Pêncîyemîn a Rêbertiyê bikin sala serfiraziya herî mezin a dîroka me.”

Endamê Konseya Rêvebir a KCK’ê Mûstafa Karasû bi nivîsa xwe ya bi sernavê ‘Berxwedêriya 14’ê Tîrmehê îro li çiyayên Kurdistanê gihiştiye lûtkeyê’ de dibêje “Şehîdên me bi kêfxweşiya têkneçûnê û coşa wê ber bi şehadetê ve meşiyane. Ji ber ku dizanibûn paradîgmaya Rêber Apo û berxwedêriya 14’ê Tîrmehê wê bi ser bikeve. Kesên îro li ber xwe didin îro jî bi ser ketine, kesên ji bo qirkirina Kurdan şerê qirêj dimeşînin jî ji niha ve têk çûne.”

Endamê Komîteya Rêvebir a PKK’ê Dûran Kalkan jî bi nivîsa xwe ya bi sernavê ‘Modernîteya demokratîk zanista çareseriyê ye’ dibêje “Konfederalîzma demokratîk, pergala siyasî ye. Civaka endustriyel, avadaniya ekonomîk e. Civaka exlaqî û polîtîk tê wateya avadaniya îdeolojîk û civakî ya modernîteya demokratîk. Ev nayê vê wateya ku tu pîvan û qaîde tune. Heke hegemonyaya îdeolojîk tunebe, wê demê exlaq û polîtîka heye. Ji dêvila îdeolojî û felsefeyê pîvan û rêgezên exlaqî û yên polîtîk digirin. Bêyî van tiştan civak pêk nayê.”

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Dilzar Dîlok di nivîsa xwe ya bi sernavê ‘Têkoşîna ekolojîk îdeolojîk e û divê were globalîze kirin’ de dibêje ‘Heke kesek jiyana xwe ji dest bide, wê ev tişt bandorê li ser malbatekê bike, heke darek bimire ev tişt bandorê li ser civak û hemû zindiyan bike. Wê pêşiya hişkesaliyeke wisa vebe ku bandora xwe li ser hemû civakê bike. Kêzikên li ser pelên daran, pinpinîk, bizin û gelek heywanên din wê têkevin bandora vî tiştî. Divê ev tişt ji dil were hîskirin û wateya jiyanê lê were barkirin, li hemberî qetlîama xwezayê ya li Kurdistanê divê pêngavek were kirin û pêşiya vê qetlîamê were girtin.”

Di hejmara meha Tebaxê de di berga paş de bîranîna bi Kurdî ya Cemşît Serhat jî cih digire.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG: Hevrêyê me Amed bi rengekî fedayî şehîd bû

Nivîsa Pêş

Bi êrîşan encam negirtin, dixwazin bi girtinê xwe veşêrin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Bi êrîşan encam negirtin, dixwazin bi girtinê xwe veşêrin

Bi êrîşan encam negirtin, dixwazin bi girtinê xwe veşêrin

Stêrka Ciwan kovara xwe ya meha Îlonê derxist

Stêrka Ciwan kovara xwe ya meha Îlonê derxist

Manşet

  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Dagirkeriyê Poster û Broşûr Hatin Belavkirin
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”
  • Mîtînga Ji Bo Piştgiriya Rojava Li Floransayê
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Geverê Bi Hezaran Kes Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.