Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê 2 gerîlayên şehîd bi bîr anî; Hevrêyên me ku bi sekna xwe ya milîtaniya Apoyî bûn mînak

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên ku par li Avaşînê şehîd bûn eşkere kir û got, "Em soza xwe dubare dikin, ku em ê têkoşîna şehîdên xwe yên leheng bi ser bixînin."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
29/03/2022 - 11:43
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
HPG’ê 2 gerîlayên şehîd bi bîr anî; Hevrêyên me ku bi sekna xwe ya milîtaniya Apoyî bûn mînak
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û nasnameya Serhed Tolhildan û Agît Gabar ên di 26’ê Adara 2021’an de li Avaşînê jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“26’ê Adara 2021’ê di êrişên artêşa Tirk a dagirker de yên li ser herêma Avaşînê hevrêyên me Serhed û Agît şehîd bûn. Ev hevrêyên me ku bi sekna xwe ya milîtaniya Apoyî bûn mînak ji hevrêyên xwe hemûyan re, bûn çavkaniya sûdwergirtinê ji berxwedana li Avaşîn, Zap û Metînayê, veguherîn xeta berxwedanê. Em jî di salvegera şehadeta wan de van hevrêyên xwe careke din bi bîr tînin û soz didin wan ku îdîa û biryardariya wan di sala nû ya têkoşînê de ji xwe re bikin mînak.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Serhed Tolhildan
Nav paşnav: Nîhat Eset
Cihê jidayikbûnê: Amûdê
Dayik-Bav: Dara Hamdî
Dem û cihê şehadetê: 26’ê Adara 2021 – Avaşîn
Nasnav: Agît Gabar
Nav paşnav: Îlyas Îlhan
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Ayşe-Abdulkadîr
Dem û cihê şehadetê: 26’ê Adara 2021 – Avaşîn

SERHED TOLHILDAN

Hevrêyê me Serhed li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû, bi saya birayên xwe û xizmên xwe yên li nava refên gerîla hîn di temenê ciwantiyê de têkoşîna PKK’ê û îdeolojiya Rêbertî ji nêz ve nas kir. Li hemberî hewldanên dewleta Tirk a faşîst ku bi destê çeteyan dixwest şoreşê ji holê rake, hevrêyê me Serhed bi rengekî çalak tevlî nava refên berxwedanê bû û dît ku azadiya dawî ya li Kurdistanê tenê bi têkoşîna gerîla dibe, bi vê têgihiştinê sala 2013’an tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Serhed bi kelecaneke mezin timî kete nava lêgerînekê û her roj hewl da xwe ji nû ve ava bike. Li her cihê ku lê ma bi ked, karkerî, moral û coşa xwe her tim bandor li hevrêyên xwe kir. Di nava jiyana gerîla de bi meraq û kelecaneke mezin her tim xwe perwerde kir û hewl da di îdeolojiya Rêbertî de xwe kûr bike. Herî zêde têkoşîna azadiya jinê bandor lê kir û bû şervanekî xurt ê îdeolojîk û heqîqetê. Bi sekna xwe ya dilnizm, cewherî û wêrek, bi sekna xwe ya fedayî wê di nava têkoşîna me de her tim weke şervanekî heqîqetê bê bîranîn.

AGÎT GABAR

Hevrêyê me Agît li navçeya Hezexê ya Şirnexê li nava malbateke welatparêz û dilsozê nirxên xwe ji dayik bû, li nava civateke ku bi sekna serhildêr û welatparêz a Botanê tê naskirin, mezin bû. Hevrêyê me Agît ku neçar ma li metropolên Tirkiyeyê bimîne, di nava vê demê de polîtîkayên nijadperest ên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî gelê Kurd ji nêz ve nas kir. Hevrêyê me Agît dilsozê azadî û kevneşopiyên civakî bû, lewma têkoşîn ji bo wî şert bû. Hevrêyê me Agît li hemberî êrişên qirker û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi destê çeteyan li dijî şoreşa Rojava dikir, bêdeng nema, tevlî nava refên gerîla bû û bersiva herî bi wate bi têkoşînê da.

Hevrêyê me Agît ku bi kesayetiya xwe ya pak û kedkar dihate naskirin, taybetmendiyên karkerî yê Botanê bi çiyê re kir yek. Hevrêyê me Agît bi kedê, bi îradeyeke xurt xwe afirand, di pêvajoyên perwerdeyê de gelekî hewl da û tiştên fêhm dikir jî ji xwe re dikir esas ku bi cih bîne. Bi daxwaza gerîlatiyeke profesyonel her tim kete nava hewldanên mezin. Bi perwerdeyên branşê re xwe şareza kir, bû gerîlayekî profesyonel û gerîlatiya profesyonel bi ruhê fedayî yê Apoyî re kir yek, bi vî rengî bû fermandarekî şareza. Hevrêyê me Agît bi têkoşîna xwe ya bêmînak û performansa xwe wê her tim ji bo me hevrêyên xwe bibe çavkaniya sûdwergirtinê û weke gerîlayekî profesyonel ê demê di têkoşîna me de timî bê bîranîn.

Hevrêyên me yên şehîd ên leheng li dijî êrişên derveyî mirovahiyê yên li ser gelê me, li hemberî delweta Tirk a qirker di nava şert û mercên herî giran de bi îradeya Apoyî berxwedaneke mezin nîşan dan, di vê oxirê de heta dilopa dawî ya xwîna xwe ji têkoşînê tawîz nedan. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne, em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku têkoşîna şehîdên xwe yên leheng bi ser bixînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Rojiya mirinê ya 2 girtiyan li zindanan dewam dike

Nivîsa Pêş

Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Ji bo hevdîtina Rêber Apo serlêdana parêzeran

Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

HPG’ê parvekir: 16 dagirkerên Dewleta Tirk hatin cezakirin – 2 gerîla jî şehîd bûn

Gerîla lê dide artêşa Tirk direve!

Manşet

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Dagirkeriyê Poster û Broşûr Hatin Belavkirin
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”
  • Mîtînga Ji Bo Piştgiriya Rojava Li Floransayê
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.