Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Mazlum Ebdî: Pêşengê Şoreşa Rojava Ciwanen Şoreşger e

"Tevgera Ciwanan jî ji bo ku bikaribin layîqî her şeş hevalên şehdî bin û li wan xwedî derkevin, xebata xwe ji berê zêdetir bi rêxistin bikin û bidin meşandin û bi erkên xwe yên pêşengtiya civakê û di tevayî şoreş û destkeftiyên wê xwedî derkevin û biparêzin."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
12/01/2022 - 0:07
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Manşet, Nûçe, Taybet
Reading Time: 10 mins read
A A
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – “Pêşengê Şoreşa Rojava Ciwanen Şoreşger e. Di avakirina YPG/YPJ û Saziyên Xweser de rolek pir girîng lîstin.” Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî ji ajansa me re axivî û bal kişand ser rol û mîsyona Tevgera Ciwanên Şoreşger.

Mazlûm Ebdî destnîşan kir ku antîpropagandaya Tevgera Ciwanên Şoreşger tê kirin. Mazlûm Ebdî 6 endamên Ciwanên Şoreşger ên li Kobanê şehîd bûne bi bîr anî û got, “Ev tevger dînamîzm û bingeha QSD’ê pêk tîne. Tevgereke civakî ye. Ew xwediyê nasnameya Sûriyê ye û li gorî yasayên Rêveberiya Xweser tevdigere. Nayê qebûlkirin ku ji aliyê dewleta Tirk ve were hedefgirtin.”

Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku ciwan hêza xwe ya bi pêngavên xwe yên xurt dijmin poşman bikin de ne.

Temamiya hevpeyvîna Mazlûm Ebdî wiha ye:

Hedef girtina hevalên Tevgera Ciwanên Şoreşger bi zanebûne, hin alî hene dixwazin tevgera Ciwanên Şoreşger reş bikin, wekî tevgereke ku ne ji rojavaye û wekî hêzeke ku têkiliyên xwe bi civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê re nîn e binav dikin. Bêguman ev nêzîkatiyên bi van şêwazan bi zanebûn tên kirin. Ji bo vê yekê dixwazin di şexsê tevgera Ciwanan de Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet Şoreşa Rojava hedef bigirin. Di nav de QSD’ê û destkeftiyên ku îro hatine bidest xistin reş bikin. Çawa ku ev destkeftî û pêşketinên hatine bidest xistin ku gel û hêzên QSD’ê, di van de rola xwe lîstiye, wekî wan Tevgera Ciwanan jî di nav de rola xwe bêhempa lîstiye. Ji ber vê yekê îro wekî operasyonên reşkirinê li ser Tevgera Ciwanan di hereketê de ye.

Nabe ku  ku tevgera Ciwanan wekî tevgereke terorîst tê binavkirin, bêguman em vê yekê napejirînin, ji ber ev hizra ku tê meşandin ne raste û reşkirin e. Lewra dema ku tevgera ciwanan hedef tê giritin em qebûl nakin.  Çawa dixwazin bidin diyarkirin ku Tevgera Ciwanan ne tevgereke ji pêkhateyên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne, pêwîst e Tevgera Ciwanan jî ji van tiştan re baldar be li dijî van xebatek xurt bide meşandin û van êrîşan vala derxîne. Ji bo vê yekê pêwîst e ku tevger bi taybet li ser vê yekê xebata xwe bike, Ji bo van hemûyan pêwîst e helwestekî Ciwanan xurt hebe, da ku van êrîşan vala derxînin. Ew aliyên ku tevgera ciwanan hedef digirin, di rastiyê de hedefa wan ne ciwan in, hedefa wan ew hêza ku ciwan ji nav derketiye holê, hedefa wan hedefgirtina sîstema Xweseriya Demokratîk e, xebatên ku QSD’ê daye meşandin, destkeftiyên ku QSD’ê bi destxistiye dixwazin wan hedef bigirin. Di vê çarçoveyê de pêwîst e em xwedî li Tevgera Ciwanan derkevin.

Tevgera Ciwanan rolekî xwe yê bingehîn di nava Şoreşa Rojava û şoreşa tevayî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de heye. Li Rojavayê Kurdistanê Tevgera me bi ciwantî dest pê kir yanî beriya niha bi 35 salan berê bingeha xebata me, bingehê sîstema rêveberiya xweser bi xebatê ciwanan dest pê kir. Ev xebata ciwanan li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû 35 sal in berdewam dike. Di destpêka Şoreşa Rojava de Tevgera Ciwanan di xebat, xwepêşandanên ku dihatin meşand û di xebatên civakî ên berfereh ku hatine   meşandin û di pêşxistina civakê de, di avakirina sîstema parastina ewlekariya civakî de, heta di avakirina YPG û YPJ ê de hertim û di her kêliyê de xebet û rolekî Tevgera Ciwanan hebûye û wisa li tevahî şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatiye berdewamkirin. Heya di nava QSD’ê de ku li şerê dijî sîstema Baas, Artêşa Azad, EL-Qaide û Çeteyên Daiş ê de rolek xwe ya bingehîn heye. Her gav bi YPG, YPJ û QSD ê re sekinî ne û şer kir. Di nava civakêde di hêzên ewlekariyêde cihê xwe girt û rola xwe lîst. Her wiha di nava xebatên rêveberiyêde jî xebateke wan a sereke heye.

Tevgera Ciwanan di tevayî xebat û destkeftiyên ku hatine bidest xistin rola wan tê de heye û berdewame, lewra îro em derbasî pêvajoyek nû dibin. Di pêvajoyên nû de êrîşên dijm jî li ser me zêde û girantir dibin, her kes dixwaze ku pirojeya Xweseriya Demokratîk a ku em pêş dixin vala derxînin. Di vê çarçoveyêde sala borî li ser Tevgera Ciwanan jî gelek êrîş çêbûn. Herî dawiyê li Kobanî yekser hevalên ciwanan hatin hedefgirtin û di encama hedefgirtinê de 6 hevalên ciwan ên giranbuha û hîna di temenê biçûkaniyê de ku hêviyên wan ên xizmeta welatê xwe bikin hebûn, bi şêwazekî xwînxwar ji aliyên balafirên bê pîlot ên dewleta tirk ve hatin şehîd xistin. Ev hedefgirtina Ciwanan ne tiştekî tesadufî ye, ango bi zanebûn hatin hedefgiritn. Di tevayî xebatên civakî, rêveberî û ewlehiyê de rolekî ciwanan yê sereke heye. Ji ber wê hertim ew tên hedefgirtin.

Niha di nava xebatên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xebatekî parastî tê kirin û pêş xistin. Parastinekî li dijî zextên ku ji aliyê Rejîma Baas de li ser me tê kirin, êrîşên ku ji aliyê dewleta tirk li ser me tê kirin, em xwe biparêzin û li hemberî wan ji nû ve rabûna Daişê yê ku dixwaze ewlehiya herêmê têk bibe, pêwîste em herêmê biparêzin. Rast e mijara parastinê ji aliyên hêza QSD û hêzên parastina hundirîn tê kirin, ciwan nava parastina herêmê de cihên xwe digirin ji ber ku ew hêza dînamîk a civakêne, ji bo vê pêwîst e Tevgera Ciwanan jî tevlî nava xebata QSD’ê û hêzên parastina hundirînde bibin û bi awayekî aktîf xebatên xwe bidin meşandin û tevlîbûna di nava QSD de zêdetir xebat bikin û di nava civakê xwe tevlî nava hêzên Cewherî a civakê bikin û xebatên xwe bi awayekî aktîf bidin kirin.

Îro yek  ji erkên me yên esasî ew e ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê biratiya gelan pêş bixin, di nava şêniyên herêmê de Kurd, Ereb, Suriyan, Ermen û hwd  bi hev re dijîn. Lewre ji dewlet Tirkiyê, Îxwan Mislimîn û Daiş û hêzên din, dixwazin vê jiyana biratiya gelan, ewlehiya herêmê xerab bikin û nakokiyan di navbera wan de derxin. Çawa ku dixwazin di navbera hemû pêkhateyande û hemû ciwanên pêkhateyan de fitne û fesadiyê derxin, ciwan divê bibin bersîva vê yekê. Ji bo vê erkekî me yê esasî ye ku em biratiya gelan û ewlehiya herêmê biparêzin, lewra erkên esasî ên ciwanan jî li gor wê yekê bikaribe rêxistinan bide ava kirin û bikaribe ciwanên Kurd, Ereb, Suriyan û yên hemû pêkhateyan bide rêxistin kirin û bi hevre bide jiyankirin û li ser vî esasî rêxistina xwe xurt bikin û hemû ciwanên pêkhateyên hundirê Baku û Rojhilatê Sûriyê de bibin pêşengê biratiya.

Kar û xebata Tevgera Ciwanan li herêmên Tebqa, Reqa, Dêre Zor û Minbicê herêmên ku nû hatine rizgarkirin de xebatên pir muhîm û girîng em dibînin, pêwîste  zêdetir ciwanên Ereb rêxistin bikin û xebata xwe xurtir bikin. Li wan herêman  şêwazekî aktîf di nava rêveberiya xweser, leşkerî û parastinê de cihê xwe bigirin, Tevgera Ciwanan erkekî wan e ku hêza xwe li van deran berfirehtir û xurtir birêxistin bikin. Pêwîst e pêşengên ji ciwanan ji van herêmên rizgarkirî derkevin holê û bibin pêşengên civaka xwe, pêwîst e ku ew bibin pêşengê civakê û bi taybet ciwanên xwendevan di van herêman de rolê xwe bilîzin. Tevgera Ciwanan li tevayî Sûriyê divê xwe birêxistin bikin, xwe ber bi her ciwanekî ve bidin, têkiliyên xwe bi her kesî re çêkin û pêwîst e bi beşên din ên Sûriyê re çêbikin. Ji ber Tevgera Ciwanan Tevgera Ciwanên Sûriyê ne, di nava civaka Sûriyê tevayî de xwe di her mijar û pirsgirêkê de bi rêxistin bikin û bibin pêşengên wê. Ji bo vê yekê di sala nû de divê Tevgera Ciwanan xwe xurt bikin û xwe berfireh bikin.

Di nava xebata xweseriyê de Desteya Ciwanan û Werzîşê heye. Deste zêdetir bi ciwan û pirsgirêkên wan re eleqedar dibe û derfetê zêdertir dide ciwanan ku rola xwe di nava civak û xebata xweseriyê de bilîzin. Ji bo ku ciwan di navde pirsgirêkên xwe çareser bikin, pirsgirêkên civakê re mijûl bibin derfet dide, her wiha oparasyonên li dijî madeyên huşbir çêdikin û rê li pêş wan digirin. Ev madeyên huşbir li herêmê gelekî tên meşandin ew jî ji van aliyan ve tên meşandin, armanc jê ew e ku ciwanan bi tiştên wisa vala re mjûl bikin û bi pereyan ve girê bidin da ku exlaqê ciwanan xera bikin, da ku ciwanan bixînin û wan ji armancên wan dûr bixin. Ji bo van  pirsgirêkan ciwan dikarin bi desteya ciwan û werzîşê û ji wan re bibin bersîv. Ji bo vê yekê em dibêjin pêwîst e di sala nû de a 2022 an de Tevgera Ciwanan xebatekî mezin bide meşandin û civaka me jî bi wan re bibe alîkar û rêveberiya me û em jî wekî hêzên leşkerî û parastinê jî piştgiriyê bidin wan.

Mesaja me ji bo Ciwanan ev e, perespektîfên xebatê berfireh û xurt bibin. Ji bo tevayî civakê ked bidin, ji bo tevayî pirsgirêkên civakê bibin bersiv, bibin pêşeng û bibin mînak. ji bo civakan, ji bo wê jî xwe zêdetir perwerde û bi rêxistin bikin.

Di vê dawiyê de şeş hevalên ciwan şehîd ketin, ew ji bo me girane û ne tiştekî wisa hêsan e ku hevalên ciwan di vê demê de hedef bêne girtin û şeş heval werin şehîd xistin. Nabe ku em bi vê hêsaniyê bipejirînin, emê her tim helwesta xwe nîşan bidin. Ji bo xwedî derketina li her şeş hevalên şehîd emê xwedî li Tevgera Ciwanan derkevin, piştgiriyê bidin wan.

Tevgera Ciwanan jî ji bo ku bikaribin layîqî her şeş hevalên şehdî bin û li wan xwedî derkevin, xebata xwe ji berê zêdetir bi rêxistin bikin û bidin meşandin û bi erkên xwe yên pêşengtiya civakê û di tevayî şoreş û destkeftiyên wê xwedî derkevin û biparêzin. Ji bo ku em bi tevayî layîqî her şeş hevalên şehîd bin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Çêkirina navan karê xwedê ye

Nivîsa Pêş

Li ser endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ferzkirina sîxuriyê dewam dike

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Li ser endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ferzkirina sîxuriyê dewam dike

Li ser endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ferzkirina sîxuriyê dewam dike

HPG’ê nasnameya 5 gerîlayên di sala 2016’an de şehîd bûne eşkere kir

HPG’ê nasnameya 5 gerîlayên di sala 2016’an de şehîd bûne eşkere kir

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.