Enter your email Address

Pazar, Aralık 21, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Başûr nebû bingehekî netewesaziyê

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
30/12/2021 - 0:06
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Başûr nebû bingehekî netewesaziyê
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN
Seevan SAEED nivîsand 
Li dawiya sedsala nozdehemîn û destpêka sedsala bîstemîn de; gelê Cihû li dinyayê hemûyî xwe amade kir bo serdemeke cuda ji dîroka xwe.
Li dawiya sedsala nozdehemîn û destpêka sedsala bîstemîn de; gelê Cihû li dinyayê hemûyî xwe amade kir bo serdemeke cuda ji dîroka xwe. Piştî sê hezar salan, li malwêranî û mişextibûn, derbederî û koçberbûnê, piştî jenosîd û qirkirinê; gelê Cihû carekê û bi hev re got, Êdî Bes e. Ew israr û ezm a ku bûye bingeh ji bo rêxstinbûyîna wan, bû sedem ku welatên mezin û xeddar ên weke Inglistanê jî piştgîriya wan bikin û ew karibin statuya xwe çêkin. Helbete, ez li vir naxwazim bibêjim, dewleta Îsraîlê dewleteke meşrû û rewa ye. Naxwazim bibêjim, xebata gelê Filistînê ne rewa ye. Lê dixwazim vê yekê bînim ziman ku proseya netewesaziyê li cem gelê Cihû pirr aktîf û biaqil hat birêvebirin.

Ne tenê statuya siyasî, belkî kultur, ziman û temamê beşên girîng di jiyana gelê Cihû de hat bipêşxistin. Ya ku ji bo min hi her tiştî balkêştir jî ew e ku her kesê ku Cihû be, li ku dera dinyayê dibe bila bibe, wekî pariyekî ji neteweya Cihû/Yehudî tê hesibandin. Destûra bingehîn a Îsraîlê wê/wî kesê/î weke hevwelatîya/ê xwe dihesbinê. Hesabekî taybet û bi rêz û hurmet ji bo her kesa/ê Cihû heye.

Gava ez li rewşa Kurdan li Herêma Kurdistanê -qismê Başûrê Kurdistanê yê desthilata PDK û YNK´ê lê-, proseya netewesaziyê ne ku tenê dest pê nekiriye; belkî heger li cem Kurdan ew hizr û hez û şewqeke ji bo Netewesaziyê hebe jî, statuya Herêma Kurdistanê ew hizr û şewqa xelkê ji kuştiye.

Bila em dev ji malwêranî û arîşeyên pirraniya xelkê Başûr jî berdin, ji mijara gendelî û fesadê re jî em tiştekî nebêjin niha. Lê tenê binihêrin li vê statuya Kurdan a di 30 salên rabihurî de; çi gaveke erênî ji bo proseya netewesaziyê gelo avêtiye? Ev 30 sal in ku li Başûrê Kurdistanê welatparêz û xebatkarên her sê parçeyên din ên Kurdistan bi reşkujiyan tên qetilkirin û xebata gelê Kurd dibe bazareke sivik ji bo dewletên ku Kurdistan dargir kirine. Li Hewlêrê, roj bi nîvro, nava rojê xebatkarên Kurd bi destê Îstixbarata Tirk û Îranê (MÎT û Îtilaet) şehîd dibin.

PDK li ser navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi awayekî pirr sivik û şermezar di xizmeta dewletên dagirker de ye. Rojekê deriyê Sêmalka li ser gelê Rojavayê Kurdistanê digire. Roja din Şengalê teslîmî DAIŞ´ê dike, rojekê gerîlayan şehîd dike, roja din jî heqaretê li partiyên Rojhilata Kurdistanê dike û teroristên rejîma Îslamî diparêze bi selametî li qesra serokatî ya Barzanî, ew qatilê ku Doktor Qasimlo şehîd kiriye, pêşwazî dike.

Gelo ev kiryarên sivik û şermezar çi qasî xizmetê dikin ji prose û pêvajoya netewesaziyê? Ya rastî ew e ku ev zêhniyet û xeyalên gendel û paşvemayî, ti caran nikarin proseya netewesaziyê çêke. Gelê Kurdistanê li her sê parçeyên din rexmî zext û zorên dujmin jî, baştir û bi hêztir proseya kurdbûn û netewebûna xwe bi pêş xistiye. Ew 30 sal in ku Herêma Kurdistanê nîvçe azad bûye, karibû bibe bingehekî pirr baş ji bo netewesaziyê. Mixabin bûye bingehek ji bo xizmeta dijminên gel û neteweya Kurdistanê.

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

DIVÊ JIN JI BO SIYASETA DEMOKRATÎK XEBAT BIKIN

Nivîsa Pêş

TAYBET – Ciwan û jinên ciwan ên ku tevlî refên gerîla dibin: Em vî welatê vî axê ji vî dijminê re nahêlin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
TAYBET – Ciwan û jinên ciwan ên ku tevlî refên gerîla dibin: Em vî welatê vî axê ji vî dijminê re nahêlin

TAYBET - Ciwan û jinên ciwan ên ku tevlî refên gerîla dibin: Em vî welatê vî axê ji vî dijminê re nahêlin

TAYBET – Dersim Dag: Di vê kogreyê de car din diyar bû ku tecrîd bê encam maye

TAYBET - Dersim Dag: Di vê kogreyê de car din diyar bû ku tecrîd bê encam maye

Manşet

  • Parastina Ciwanan ê Kobanê perwerdeyê bîrdozî dibînin
  • Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir
  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.