Enter your email Address

Perşembe, Aralık 11, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Komîteya TEV-ÇAND’ê ya PKK: Yên ku fîlm asteng kirin nîşan dan ku ew çiqas hevkar û kole ne

Komîteya TEV-ÇAND'ê ya PKK'ê, astengkirina nîşandana fîlmê 'Ji bo azadiyê' li Festîvala Fîlman a Navnteweyî ya Silêmaniyeyê şermezar kir û diyar kir ku ev biryar zerarê dide çand û doza azadiyê ya Kurdan.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
21/12/2021 - 15:51
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Komîteya TEV-ÇAND’ê ya PKK: Yên ku fîlm asteng kirin nîşan dan ku ew çiqas hevkar û kole ne
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Festîvalê ya Silêmaniyeyê, tevî ku fîlmê ‘Ji bo azadiyê’ bi xwe vexwend festîvalê, rojek beriya galaya Silêmaniyeyê bêhincet biryar da ku fîlm neyê nîşandan.

Komîteya TEV-ÇAND’ê ya PKK’ê nerazîbûn nîşan da û got, “Ji bo 5’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Silêmaniyeyê fîlmê ‘Ji bo azadiyê’ jî hate vexwendin, lê belê rojek beriya nîşandana fîlm, hate ragihandin ku ev fîlm ji bo festîvalê nehatiye qebûlkirin. Eşkere ye ku hinceta ji bo qedexekirinê hatiye nîşandan bêbingeh e û sedema esasî siyasî û madî ye. Raya giştî ya Kurd zane ku ev destwerdana di kêliya dawî de hate kirin, ji ber dewleta Tirk a mêtinger e.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Beriya du salan jî dewleta Tirk a faşîst nehiştibû fîlmê ‘Ji bo azadiyê’ li Silêmaniyeyê li sînemayan bê nîşandan. Li bajarekî Kurd ê weke Silêmaniye ku bi çand û hunerê tê naskirin, cihê xemgîniyê ye ku tiştên bi vî rengî bi serê fîlmekî Kurd hatiye anîn, di heman demê de dibe sedema hêrsê. Dewleta Tirk a mêtinger dijminê gelê Kurd e. Bi hemû derfetên xwe êrişî destketiyên gelê Kurd dike, wê êriş jî bike. Lê belê nêzîkatiya yên ku dibin amûrek ji van êrişan re û di nokeriyê de sînoran nas nakin, nayê fêhmkirin û nayê qebûlkirin.

Dewleta Tirk mîna gayê ku êrişê dibe ser şalê sor, çima êrişî vî fîlmî dike? Ji ber ku ev fîlm rûyê komkujer, barbar û bêpariya ji mirovahiyê yên dewleta Tirk a mêtinger teşhîr dike. Maskeyên li ber rûyê dewleta Tirk dixîne warê, rûyê qirêj deşîfre dike. Fîlm qala mafê xwerêveberiyê û têkoşîna xweparastinê ya gelê Kurd dike. Ev fîlm qala berxwedana gelê Kurd a ji bo azadiyê dike, qala lehengên vê berxwedanê dike. Ji ber vê yekê dewleta Tirk hewl dide ku vî fîlmî li her derê qedexe bike û nehêle li welatên cuda bê nîşandan.

Baş e ev fîlm çawa li bajarekî Kurdan li Silêmaniyeyê ji aliyê hêzeke ku xwe weke Kurdistanî nîşan dide, li gorî daxwazên dewleta dijminê Kurdan û faşîst tê astengkirin? Hem li Bakurê Kurdistanê di berxwedana xwerêveberiyê de tu yê piştgiriyê nede, tu yê cihê xwe li gel negire, mîna ku ev têrê nake tu yê rabe nehêle fîlmê li ser vê berxwedanê bigihêje gel û ji ber xweranegirtina dijmin destûrê nede! Gelo ev ya qebûlkirinê ye? Aliyekî vê nêzîkatiyê heye ku bi hişmendiya neteweyî, bi feraseta demokratîk û hunerê bê vegotin?

Yên ku ji ber zextan nehiştin fîlm tevlî festîvalê bibe, nîşan dan ku çiqasî bêîrade ne, noker û xwedî ruhekî koletiyê ne. Eger ji ber sedemên siyasî û di berdêla derfetên madî de helwesteke bi vî rengî nîşan dabin, hingî rewş hîn metirsîdar e. Eşkere dike ku ev hêz çiqasî dûrî ji berjewendiyên neteweyî ye, li gorî berjewendiyên xwe yên sivik tevdigerin.

Lehengiya ku ev fîlm qalê dike, ji bo tevahiya gelê Kurd rûmet e. Mîrateyeke çandî û dîrokî ya mezin e. Çavkaniya rûmetê ji bo her Kurdên azad e. Ji ber vê yekê her Kurdên alîgirê azadiyê divê xwedî li vê bexwedanê û li vî fîlmê li ser vê berxwedanê derkevin. Ji bo yên ku li Silêmaniyeyê li pêşiya tevlîbûna li festîvalê bûne asteng jî şerm e. Divê ev şerm neyê nixumandin. Raya giştî ya Kurd divê vê helwesta nokerî û bêkarakter teşhîr bike, helwestê li dij nîşan bide. Eger raya giştî ya Kurd di vê mijarê de bi berpirsyarî tevbigere, di dema xwe de refleksê nîşan bide, rexne bike, hingî dikare li pêşiya helwestên bi vî rengî yên dema bê bigirin, ku zerarê dide doza azadiyê ya gelê Kurd.

Em vê helwesta ku fîlmê ‘Ji bo azadiyê’ asteng kiriye bi hêrs şermezar dikin û diyar dikin ku ev yek zerarê dide çand û hunera Kurd, zerarê dide doza Azadiyê ya Kurd. Em bang li gelê xwe û raya giştî ya demokratîk dikin ku bi hestiyarî tevbigerin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Parêzeran ji bo bi Rêberê Gelan re hevdîtinê bikin serlêdan kirin

Nivîsa Pêş

Astengiyên derveyî mirovahiyê li ser cenazeyê Vedat Erkmen hatin danîn

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Astengiyên derveyî mirovahiyê li ser cenazeyê Vedat Erkmen hatin danîn

Astengiyên derveyî mirovahiyê li ser cenazeyê Vedat Erkmen hatin danîn

Eger hun bawer bikin û hinek dîsa hewl bidin dê şampiyonî were!

Eger hun bawer bikin û hinek dîsa hewl bidin dê şampiyonî were!

Manşet

  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr
  • Komîteyên Hişyarkirina Ciwanan a Li hember Hişbirê Hatin Avakirin
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin
  • “Divê Îmralî Êdî Ji Sembola Tecrîdê Were Derxistin”
  • Pêşbirkek di Roja Şeşemîn a Lîga Dibistanên Jinan de

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Rêxistina Exlaqî û Siyasî ya Ciwanan: Avakirina Sosyolojiya Azadiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkek di Roja Şeşemîn a Lîga Dibistanên Jinan de

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.