Enter your email Address

Cuma, Aralık 12, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Qêrîna Şengalê

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
03/08/2021 - 0:06
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Qêrîna Şengalê
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN –
Zeynep Guner Nivîsand
Hemû hovên cîhanê yên reş li xwe kiribûn di 3’ê Tebaxa 2014’an de êrîşê Şengalê kirin. Ew gelê ku her roj berê xwe dida rojê û duayên xwe pêşî ji bo 72 miletan dikirin û dûvre ji xwe re dikirin, ji ber nasname û baweriya xwe rastê qirkirinê hatin. Ev hovîtî li ber çavê hemû cîhanê qewimî. Li kolanên Şengalê kefenê spî raxistîbûn. Ji her derê qêrîn, hawar bilind dibûn. Zarokan dê û bavê xwe winda kiribûn.

Ji sala 906‘an bigire heya 2014’an êzidî rastî 74 jenosîdan hatin. Di dîroka nêz ango 7 sal berê Fermana 74’an anîn bi ser gelê me yê êzidî. Beriya DAIŞ bikeve Şengalê di Hezîrana 2014’an de berê xwe da Mûsilê û ew der bê berxwedanek mezin dagir kir. Li du vê yekê berê xwe da Şengalê û ev bû destpêka trajediya şengaliyan.

Çeteyên DAIŞ’ê Şengalê dorpêç kirin û dest bi êrîşên xwe yên hov kirin. Bi hezaran şengalî koçber bûn, bi dehan cihên baweriyê hatin rûxandin. Hîn jî ew dimenên jinên ku dergûşên wan di hembêza wan de li çiyayên Şengalê, li ber çavên me hemûyan e. Hîn jî ev roj wek roja îro zindî ye. Dîmenên ku pêşmergeyên PDK’ê bi erebeyan direvin û li pişt xwe nanêrin, hîn zindî ne. Êzidî carekî din bi qirkirinê re rû bi rû man.

Di vê komjujiyê de 2 hezarî zêdetir êzidî hatin kuştin. Bi sedhezaran kes koçber bûn. 7 Hezar jin û zarok hatin revandin û li bazarên koleyan hatin firotin. Heya îro jî bi hezaran jin û zarok di destê wan de ne û çarenûsa wan nayê zanîn.

Yên ku xwestin êzidî ji rûyê erdê bibin gelo hesabê Tevgera Azadiyê nekirin? HPG ji aliyek ve Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) jî ji aliyek ve ketin dewrê û piştî ku pêşmerge ji Şengalê derket, wan pêşî li komkujiyeke mezin girtin. Di 2015’an de Şengal ji aliyê YBŞ,YJŞ, HPG, YJA-STAR’ê ve ji çeteyên DAIŞ’ê hat paqijkirin.

Li duh komkujiyê bi hezaran şengalî vegeriyan ser axa xwe. Lê hîn bi hezaran şengalî li kampên penaberan dimînin. Gelek ji wan derketin Ewropayê û ji civaka xwe dûr ketin û bê rêxistin man. Yên ku ji komkujiyê xelas bûn îro bi xeteriyên cuda re rû bi rû dimînin, yek ji wan jî bişaftina civaka êzidî ye.

Çiqas dewletên wek Holanda û Belçîka gavên wek naskirina jenosîdê biavên jî, siyaseta wan diyar e û piştgiriyê didin hikûmeta Iraqê ku peyman û planên xwe yên li dijî vîna şengaliyan bikin pratîkê.

Cihê ku piştgiriyê bidin YBŞ, YJŞ û MXDŞ (Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê) û di avakirina Şengalê de erenî rol bileyzin, li hemberî vîna gel derdikevin û dibêjin bila hikûmeta Iraqê Şengal bi rê ve bibe.

Bi kîjan çav û rûyê wê PDK Şengalê bi rê ve bibe? Wê çawa li çavên wan jinên hatin revandin û di bazaran de hatin firotin mêze bikin. Dê şengalî çawa bawerî bi wan bînin?

Yên ku deriyê Şengalê vekirî hiştîn û rewiyan ew bûn, pêşî ew sûcdar in. Dûvre yên li duh wan hatin komkujî pêk anîn û Şengal talan kirin.

Dixwazin qirkirina me normalîze bikin û hemû hêstên me bikujin. Ji bûyerên Sakarya bigire heya êrîşa nijadperest a li Konyayê ji me re dibêjin em ê we qir bikin.

Divê mirov dost û dijminê xwe baş nas bike û gorî wî tev bigere. Kurd îro ji Şengal bigire heya Ewropayê di bin tehdîdan de ne. Dîroka me tije komkujî ne. Kurd çiqas bêdeng dimînin ewqas êrîşên li dijî kurdan zêde dibin. Dema wan êrîş kir li wan biziviriya wê demê evqas har û hov nedibûn.

Apê Musa wisa gotiye: “Em û tirk wek tilî û neynok in lê herdem neynok em bûn, çiqas em dirêj bûn wan me birî. Bi sedan sal in em bi hev re dijîn lê em nebûn xwişk û bira. Hêviya min a xwişk û biratiya nema.”

WELAT

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîla – JI BO BÎRANÎNA ŞEHÎD AMED (ÎSHAK YAKUP)

Nivîsa Pêş

Jinên Ciwan ên Şengalê li dijî fermanê meşiyan

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Jinên Ciwan ên Şengalê li dijî fermanê meşiyan

Jinên Ciwan ên Şengalê li dijî fermanê meşiyan

Ruyê qirêj ê dagirkeriya Tirk – Efrîn 1

Ruyê qirêj ê dagirkeriya Tirk - Efrîn 1

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr
  • Komîteyên Hişyarkirina Ciwanan a Li hember Hişbirê Hatin Avakirin
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin

Herî zêde hatine xwendin

  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 4. Rewşa Ciwanan di Serdema Dîjîtal de: Dîlgirtina Sanal û Berxwedana Rastîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.