Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YPJ: Em agirê Newrozê geş bikin, dagirkeriyê têk bibin

YPJ: Îro pêwîste em ji her demê zêdetir bi rûhê Newrozê ji bo têkbirina Dehaqên demê divê herkes bi perspektîfa Rêber Apo a şerê gelê şoreşgerî, nasnama xwe, hebûna xwe, rûmeta xwe, welatê xwe, tax û mala xwe biparêze.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
21/03/2020 - 14:40
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
YPJ: Em agirê Newrozê geş bikin, dagirkeriyê têk bibin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi daxuyaniyeke nivîskî Newroz pîroz kir.

Daxuyaniya Fermandariya YPJ’ê wiha ye:

Em Newroza ku bûye sembola bihara gelan, di sala 2020’an de bi ruhê berxwedana rûmetê pêşwazî dikin û vê cejna pîroz li şehîdên şoreşê, li Rêber Apo, bi taybetî jî li gelê berxwedêr ê ku bi sala ye bê rawestîn her di nava germahiya şoreşê de xebat dike, li gelê Rojhilata Navîn û li giştî cîhanê pîroz dikin.

‘NEWROZ PÎROZKIRINA SERKETINA LI DIJÎ ZILMÊ YE’

Gelê Kurdistanî bi hezarê salane bê sekn û tebat li hember zilm û dagirkeriyê her li berxwedaye û ti carî serî netewandiye. Bi hevgirtina dîrokî ya gelan her carê dawiya împarator û hêzên dagirker hatiye. Ev berxwedana bi rûmet ya gelan di destana Kawayê hesinkar de, bi rengek herî watedar xwe pênase kiriye. Gelê Kurd, Asûrî, Fars, Tirkmen, Êzîdî… bi geşkirina agirê Newrozê re roja xwe ya nû, serkeftina xwe ya li dijî zilimkaran pîroz kirine. Di vê wateyê de Newroz ne tenê cejneke, di heman demê de bi bîranîna serkeftina li hemberî Dehaqane. Ev jî dibe rênîşana berxwedanê ya li hemberî dehaqên demê. Dibe nexşerêya serhildan û berxwedana gelan a li hemberî her awayî zilm, dagirkerî, talan û destdirêjiyê.

‘NEWROZ WATEYA NÛKIRINA SOZA TOLHILDANÊ YE’

Em Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), bibîr xistina Newrozê ji bo me tê wateya nûkirina soza tolhildanê. Di oxira azadî û serfiraziyê de wek YPJ me jî di tekoşîna dijwar a şoreşa Rojava de bi hezaran bedelên giranbiha da. Ji ber wê bi wesîleya vê rojê, bilindkirina şerê azadî û hebûnê, ji bo me dibe soza herî bi rûmet a ku em bidin berxwedêrên Newrozê.

‘BI RUHÊ NEWROZÊ LI HEBÛNA XWE XWEDÎ DERBIKEVIN Û BI PERSPEKTÎFA RÊBERTÎ RÛMETA XWE BIPARÊZIN’

Îro pêwîste em ji her demê zêdetir bi rûhê Newrozê xwedî li hebûna xwe ya ku di bin komplo û metirsiyeke mezin de ye derkevin û ji bo parastina nasname û welatê xwe, ji bo têkbirina Dehaqên demê divê herkes bi perspektîfa Rêber Apo a şerê gelê şoreşgerî, nasnama xwe, hebûna xwe, rûmeta xwe, welatê xwe, tax û mala xwe biparêze. Ji ber gelê Kurd di dîrokê de rastî gelek êş û azaran hatiye, ji Helepçeyê hetanî serhildana Qamişlo, ji Geliyê Zîlan hetanî Mahabat û Efrînê, herî dawî jî li Serêkaniyê û Girê Spî careke din xwestin hebûna gelê Kurd û gelê herêmê ji holê rakin. Li hemberî van komkujî û komployan ji destana Kawayê Hesinkar hetanî qehremanên demê wekî Arîn Mîrkan, Barîn, Avesta, îlan û herî dawî jî Ronahî û Berxwedan ji bo vejîna gelê herêmê, canê xwe feda kirin. Ev jî nîşan dide ku îro bi sed hezaran Kawa li hemberî zilma Dehaqên demê şer û tekoşîneke bê eman dimeşînin.

Îro jî di pêşengiya şervanên YPJ’ê de şerê rûmetê tê meşandin. Em îsal agirê Newrozê bi ruhê Ronahî, Zîn, Amara, Zîlan, Dilovan, Bermal, Hevrîn û dayîka Eqîde bi şanazî pêdixin û geş dikin. Em bawerin ku bi xurtkirina rêxistinbûn û berxwedana jinê wê Newroza 2020’an bibe Newroza tolhildan û serkeftina dîrokî.

Em Hêzên Parastina Jin (YPJ) em bi ruhê Newrozê soza bilind kirina tekoşîn û berxwedanê didin. Bi hêvî û baweriya ku wê hemû rojên me mîna Newrozê bi tekoşînê dagirtî bin û wê serkeftin bibe ya gelê me, em careke din Newroza gelê xwe, Newroza hemû jinên azadîxwaz pîroz dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Pîrozbahiyên Newrozê li Rojavayê Kurdistanê

Nivîsa Pêş

Testa Vîrûsa Koronayê ya Desteya Tenduristî a Rojava bawernameya “ISO 9000” wergirt

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Testa Vîrûsa Koronayê ya Desteya Tenduristî a Rojava bawernameya “ISO 9000” wergirt

Testa Vîrûsa Koronayê ya Desteya Tenduristî a Rojava bawernameya "ISO 9000" wergirt

Kemal Kurkut li cihê lê hate qetilkirin hate bibîranîn

Kemal Kurkut li cihê lê hate qetilkirin hate bibîranîn

Manşet

  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.