Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Mezlûm Ebdî: Erdogan berpirsê rêxistinên terorê yên li herêmê ye

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku Erdogan rêberê pratîkî yê rêxistina Îxwan El-Muslimîn e û xwe wek berpirsê li ser tevahî rêxistinên terorî yên Îxwanî yên li tevahî herêmê dibîne û her wiha bal kişand ser rola Misrê ya girîng a li hember êrişên dewleta Tirk û tevgerên wê li Lîbya û herêmê.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
13/01/2020 - 15:21
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
TAYBET – Mazlum Ebdî: ‘Ciwanên Kurdistanê tevlî Hêzên Parastina Cewherî bibin’
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Televizyon TeN a Misrî, bi fermandarê giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî re hevpeyvîn der barê têkiliya dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê, tevgerên wan li herêmê û rola Misrê de çêkir.

Der barê tevgerên dewleta Tirk ên li herêmê de, Mezlûm Ebdî diyar kir ku Erdogan rêberê pratîkî ya rêxistina Îxwan El-Muslimîn e û xwe mîna berpirsê li ser tevahî rêxistinên terorê yên Îxwanî li tevahî herêmê dibîne, her wiha hewl dide fikra Îxwanî beriya rêxistinê Îxwan serweriya xwe li ser tevahiya herêmê bike, belav dike û wiha domand: “Li Misrê hewl da belav bike, lê bi bin ket, niha li Lîbyayê dike. Her wiha li Sûriyê hewl da, lê dîsa jî bi bin ket. Projeya wî ya olî heye ku li gorî xwe bi kar tîne, ne ku li gorî olê be. Olê bi rêya rêxistinên Îxwan El-Mislimîn bi kar tîne. Hin fînansên dîtir bi rêya rêxistinên terorî mîna Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê bi kar tîne ku projeya pêk bîne. Lê belê mixabin, bêdengiya cîhanê der heqê binpêkirinên Erdogan de, hişt ku êriş û projeyên xwe yên dagirkeriyê zêde bike.

Li aliyekî din jî, hewl dide bi rêya rêxistina Îxwan El-Muslimîn, xewnên berê yên dewleta xîlafetê ya Osmaniyan vejîne û tevgera siyasî ya Kurd dike bihane da ku van kiryaran pêk bîne. Lê dema ku Kurd tune bin, wekî rewşa Lîbya û herêmên dîtir, bi hêsanî dikare bihaneyan bibîne ku kiryarên xwe bi kar bîne. Heke di derbasbûna Lîbyayê de bi ser ket, dê dewletên dîtir hebin ku derbasî wan bibe.”

‘ROLA MISRÊ DI VÊ QONAXÊ DE GIRÎNG E’

Têkildarî rola Misrê, fermandarê giştî yê QSD’ê anî ziman ku bi êrişa dawîn a dewleta Tirk a li ser bajarên Serêkaniyê û Girê Spî re, helwesta Camiyeya Erebî ya bi serkêşiya Misrê cihê pîroziyê bû, di vî warî de spasiya rêvebertya Camiyeyê bi giştî û bi taybetî serok Abdulfettah El-Sîsî li ser helwesta wî ya der barê êrişa dewleta Tirkiyê de dikin û her wiha spasiya wî der heqê baldariya li ser yekitiya xaka Sûriyê bi giştî de dikin û got: “Li aliyekî din jî daxuyaniyên Abdulfettah El-Sîsî yên li ser doza gelê Kurd cihê pîroziyê ne û pê serbilind in.

Divê rola Misrê di dosyeya Sûriyê de ya mezintirîn be. Kedên ku dewleta Tirk û Îranê û ji bilî wan jî di dosyeya Sûriyê de didin, ne li gor berjewendiya gelê Sûriyê ne, dewletên herêmî yên ku li ser dosyeya Sûriyê dixebitin, beriya her tiştî li ser berjewendiyên xwe û berjewendiyên dewletên xwe bi rêya ajandeyên xwe yên di Sûriyê de dixebitin. Lê ev kedên wan nakevin xizmeta çareseriya pirsgirêka Sûriyê û berjewendiya wan ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê. Lê belê dixwazin hê zêdetir aloziya Sûriyê kûrtir bibe da ku ajandeyên xwe bidomînin.

Lê belê dewletên erebî bi awayekî giştî, bi taybet jî Misr, berjewendiyên wan di çareserkirina aloziya Sûriyê de hene.  Ji ber ku berjewendiyên wan di Sûriyê de tune ne. Berjewendiya Misrê li Sûriyê tune ye û têkiliyên wê yên dîrokî ne, ji ber dewleta herî mezin a Ereban e. Tevahî li Misrê dinêrin ku dewleteke dost e û hêvî dikin ku rola wê di çareserkirina aloziya Sûriyê de ya mezintirîn be û di vê demên dawîn de dibînin ku tevgerên erênî ji hêla Misrê de hene.”

Ebdî wiha axaftina xw domand: “Em li benda Misrê ne ku rola xwe di çareserkirina siyasî ya Sûriyê de bilîze û giraniya xwe di rêveçûna navdewletî ya dan û standinên ku niha di navbera dewletên garantor an hêzên herêmî û navdewletî pêk tên de pêk bîne û rola wê ya mezintirîn be.

Ev jî bi wateya ku Misr hewl bide nûnerên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de nava van dan û standinan de hebin, rola xwe di rêveçûna çareseriya nîştimanî ya di navbera gelê Sûriyê bi xwe de jî hebe. Niha hin dan û standin an jî têkilî di navbera me, rêveberiya Sûriyê û hikumeta navendî ya Şamê de hene û pêkan e ku Misr rola navbeynkar bilîze. Ji ber ku baweriya her du aliyan pê heye ku ew bigihîne formeke qebûlkirî ji her du aliyan re yan jî van dan û standanan bi pêş bixe da ku bigihîne encameke guncaw.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

QSD’ê encamên şer û berxwedana Cenga Rojava a 3 rojên dawî eşkere kirin

Nivîsa Pêş

Xwendekaran ji bo Gulîstan Doku çalakî li dar xistin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Xwendekaran ji bo Gulîstan Doku çalakî li dar xistin

Xwendekaran ji bo Gulîstan Doku çalakî li dar xistin

Li Sûrê endamtiya meclîsê ya 6 HDP’yiyan hate desteserkirin

Li Sûrê endamtiya meclîsê ya 6 HDP’yiyan hate desteserkirin

Manşet

  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Dagirkeriyê Poster û Broşûr Hatin Belavkirin
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”
  • Mîtînga Ji Bo Piştgiriya Rojava Li Floransayê
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.