Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê du gerîlayên li Çelê şehîd bûn bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê du gerîlayên ku li Çelê di 1'ê Cotmehê de ji ber êrîşa hewayî ya artêşa dewleta Tirk şehîd bûn bi bîr anî.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
07/10/2019 - 13:10
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
HPG’ê du gerîlayên li Çelê şehîd bûn bi bîr anî
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Daxuyaniya nivîskî ya HPG’ê wiha ye:

“Di daxuyaniya xwe ya 6’ê Cotmehê de me ragihandibûn ku di 1’ê Cotmehê de li qada Pirê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê ji ber êrîşa hewayî ya artêşa TC a dagirker 2 hevalên me şehîd bûne. Agahiyên der barê hevrêyên me Dîcle û Têkoşîn ên şehîd bûn wiha ne:

Nasnav: Dîcle Amed
Nav paşnav: Dîlan Îkîlîk
Cihê jidayikbûnê: Mersîn
Dayik-Bav: Hasîbe-Fîkrî
Dem û cihê şehadetê: 1’ê Cotmeha 2019’an / Çelê
Nasnav: Têkoşîn Kurdistan
Nav paşnav: Aysel Ateş
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Husna-Mehmet Zekî
Dem û cihê şehadetê: 1’ê Cotmeha 2019’an / Çelê

Hevala me Dîcle di sala 1995’an de li Mersinê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Bi eslê xwe ji Amedê ye û di tevahiya jiyana xwe de bi hesreta welatê xwe li metropolan ma, şerê qirkirinê ji nêz ve nas kir. Hevrê Dîcle pê hesiya ku sîstem mirovan diqedîne û bênasname dihêlê û kete nava lêgerîna têkoşîneke çalak a li dijî vê yekê. Hevrê Dîcle têkoşîna azadiyê ya ku li dijî sîstema faşîst şer dike nas kir û di sala 2015’an de li xaka ku lê ji dayik bû tevlî nava refên gerîla bû. Bi dilê xwe yê ciwan û nêrînên xwe yên pak tevlî nava refên gerîla bû û ji roja destpêkê ve bi rengekî fedayî tevlî bû. Li her qada ku lê ma bi samîmî û hevrêtiya xwe her xuya kir. Her tim bû hevalek ku jê dihate hezkirin û hurmet jê re dihate nîşandan. Hevrê Dîcle hemû wezîfeya jê re dihate dayin bi rengekî herî baş pêk dianî, bi kedkariya xwe dihate naskirin. Di xeta azadiya jinê de xwe bi fikrên Rêbertî bi pêş ve bir, şareza kir û bû milîtaneke bi vî rengî. Hevrê Dîcle di nava jiyanê de bû nîşaneya ked, wêrekî û fedakariyê û bû hevrêya hevrêyan.

Hevala me Têkoşîn di sala 1993’an de li navçeya Erdîş a Wanê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû û mezin bû. Bi welatparêziyê mezin bû û di temenê biçûk de rastiya dijmin nas kir. Li dijî nêzîkatiya sîstemê ya li dijî jinê kete nava hewldanek ji bo têkoşîna bi rûmet û îdeolojiya Rêber Apo nas kir. Têgihişt ku afirandina jiyana azad a rasteqîn û azadkirina gelê Kurd bi têkoşîna li çiyayên Kurdistanê dibe û bi vî rengî di sala 2014’an de tevlî nava refên gerîla bû. Bi coş û kelecana xwe tevlî nava refên têkoşînê bû. Bi sekna xwe ya li nava jiyanê, bi nêzîkatiya xwe ya li hevrêyan bû hevaleke mînak. Bi vî rengî bû milîtaneke fedayî ya Rêber Apo. Di meşa xwe ya rastiyê de kêliyekê jî ranwestiya û her tim li dijî dijmin têkoşiya. Hevrê Têkoşîn xwe weke gerîlayeke şareza bi pêş ve bir û di demeke kurt de bû fermandareke gerîla ya şareza. Di têkoşîna xwe ya dijî dijmin de bi lehengî şehîd bû.

Em destpêkê ji malbatên hevrêyên xwe yên şehîd bûn ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku heta serxistina têkoşîna azadiyê em ê têkoşîna xwe geş bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Hannoverê 3 Gerîlayên HPG’ê hatin bîranîn

Nivîsa Pêş

Bi hezaran welatiyên Dêrikê li dijî gefên dagirkeriyê û komployê meşiyan

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Bi hezaran welatiyên Dêrikê li dijî gefên dagirkeriyê û komployê meşiyan

Bi hezaran welatiyên Dêrikê li dijî gefên dagirkeriyê û komployê meşiyan

QSD: Bi vekişîna hêzên Amerîkayê re, rejîm bi piştevaniya Rûsyayê berê xwe dide Minbicê!

QSD: Bi vekişîna hêzên Amerîkayê re, rejîm bi piştevaniya Rûsyayê berê xwe dide Minbicê!

Manşet

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Koordînasyona Komalên Ciwan banga ‘vegera li welat’ li ciwanan kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.