Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Li gelek bajaran darbeya qeyûm hate protestokirin

HDP’ê li Şirnex, Riha, Dîlok, Meletî, Dersim û Amedê dagirkeriya qeyûman protesto kir.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
04/09/2019 - 17:10
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Li gelek bajaran darbeya qeyûm hate protestokirin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li gelek bajaran li dijî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên bajarê mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê çalakiyên protestokirinê li dar xist.

ŞIRNEX

Li navenda Şirnexê û navçeyên wê Silopya û Hezexê tayînkirina qeyûman a ser her sê şaredariyên HDP’ê hatin şermezarkirin. Ji ber daxuyaniyên ku hatin dayîn û çalakiyên rûniştinê ku hatin lidarxistin, avahiyên HDP’ê yên bajar û navçeyan ji aliyê maşîneyên zirxî ve hatin dorpêçkirin.

Gelek tevlî çalakiya ku li navenda Şirnexê hat lidarxistin bûn. Di çalakiyê de bê navber dûrişmeya “Tundî nikarin me têk bibin” hatin berzkirin. Hevserokê HDP’ê yê Bajar Zekî Îrmez bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û diyar kir ku bi tayînkirina qeyûman mafê bijartin û hilbijirînê hatiye xespkirin û wiha got: “Desthilata AKP-MHP’ê di salên dawîn de otorîteriyê mezintir dikin û 2 amûrên bîrdozî kirine meriyetê. Yek ji van amûran tecrîd û yek jî qeyûm in.”

Piştî daxuyaniyê ji bo demekê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

Li Silopyayê jî li ber avahiya HDP’ê ya navçeyê çalakî hat lidarxistin. Hevşaredarên Silopyayê Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk jî di nav de gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Dest nede vîna min” hat vekirin. Di çalakiyê de rêveberê HDP’ê yê navçeyê Sûphî Kûlat axaftinek kir û ev tişt anî ziman: “Em ê ji bo demokrasî li vî welatî neyê tarîkirin têbikoşin. Polîtîkaya qeyûman nîşaneya dijberiya kurd û neyartiya demokrasiyê ye. Çiqas bêhiqûqî tê kirin bila bê kirin dê kurd û dostên demokrasiyê li hemberî feraseta qeyûman li ber xwe bidin.”

Piştî axaftinê girseyê li ser çalakiya rûniştinê li dar xist û bi çepik û tilîliyan çalakiya xwe bi dawî kirin.

Li navçeya Hezaxê jî li gel dorpêça polisan jî li pêşiya avahiya HDP’ê daxuyanî hat dayîn. Gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Ji Meclîsa Jinê ya HDP’ê Medya Hezer daxuyand ku wê bi tu awayî tayînkirina qeyûman qebûl nekin. Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

RIHA

Li Rihayê, beriya daxuyaniya çapameniyê Avahiya HDP’ê ya Bajar ji aliyê polisan ve hat dorpêçkirin. Hemû kesên ku hatin vir ji aliyê polisan ve di Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) re hatin derbaskirin. Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê jî bi gefxwarina destgîrkirinê asteng kirin. Hevserokê HDP’ê yê Bajar Îsmaîl Karadag diyar kir ku qeyûm berhema zihniyeta tekperest in û dê kurd û dostên demokrasiyê li hemberî feraseta qeyûman li ber xwe bidin.

DÎLOK

Li Dîlokê jî Rêxistina HDP’ê ya Bajar xwest ku li Parqa Yeşîlsû çalakiya rûniştinê li dar bixe. Polîsan destûr neda ku ev çalakî bê lidarxistin. Polisan weke hincet jî biryara qedexekirina çalakiyan a Walîtiya Dîlokê nîşan da. Parlamenterê HDP’ê yê Bajar Mahmût Togrûl bertek nîşanî hinceta polisan da. Li gel hemû astengiyên polisan jî HDP’iyan çalakiya xwe li vir li dar xistin. Hevserokê HDP’ê yê Bajar Muslum Kiliç diyar kir ku ji bo welat mehkûmî taritiyê neyê kirin dê heta qeyûm pave bên kişandin têkoşîna xwe ya demokrasiyê bimeşînin.

Piştî daxuyaniyê hat ragihandin ku dê sibê di heman saetê de careke din çalakî li heman cihê wê were lidarxistin.

MELETÎ

Rêxistina HDP’ê ya Meletiyê jî li avahiya xwe ya bajar civîna çapameniyê li dar xist. Hevserokê HDP’ê yê Bajar Kemal Gedîk di civînê de axivî û diyar kir ku bi polîtîkayên qeyûman bêhn li welat tê çêkandin û wiha got: “Her çiqas behiqûqî bê kirin jî dê kurd û dostên wan li dijî vê bêhiqûqiyê bi têkoşîna demokrasiyê li ber xwe bidin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN – Li Çelê gerîla li konvoya dagirkeran da: 13 leşker hatin kuştin

Nivîsa Pêş

Li Wanê Nobeda Demokrasiyê di roja 17’an de ye

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Wanê Nobeda Demokrasiyê di roja 17’an de ye

Li Wanê Nobeda Demokrasiyê di roja 17'an de ye

Polîsên dagirker ên Tirk êrîş bire ser protestoya qeyûman

Polîsên dagirker ên Tirk êrîş bire ser protestoya qeyûman

Manşet

  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.