Enter your email Address

Perşembe, Aralık 11, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – Bazara siyaseta dijwar

"Di qonaxa vê serdemê ya Şerê Cîhana 3’yemîn de, Tevgera Azadiya Kurdistanê cîhekî girîng digire. Ji ber ku rola Kurdistanê ya jeo-polîtîk, di asta hevsengiyekê de ye. Di têkoşîna xwe ya zêdeyî 40 salî de, xwe daye sepandin (îspatkirin) ku xwedî îradeyek xurt a xweser e."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
31/08/2019 - 0:04
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
ANALÎZ – Bazara siyaseta dijwar
ParvekeTweet

“Li cîhanê siyasetek pir dijwar tê meşandin. Bi her awayî bazar tê kirin, weke ku her şêwaz rewa be têkilî û peywendî û peyman tên danîn û îmzekirin.

Hinek dewlet an rêveberên wan, dikarin di demek kurt de bibin dost û destbirak an jî bibin dijmin û neyar. Mînak a tirkan (Receb) û Sûriyeyê (Esad), Amerîka (Trump) û Koreya Bakur (Kim) û hwd.

Jixwe hêviya mirovatiyê ji wan nayê kirin, lê belê hinek pîvan û adetên burjuvazî yan jî dihat gotin giranî û aqilê dewletwarî hebû, belê niha ew pîvan û aqil jî diyar nake. Aqil û kêfiyeta hîtlerwarî, musolanî û frankoyî derketiye pêş, heta van jî derbas kirine.

Di vê sedsala me de, behsa Seddam û Omer Beşîr pir li pêş bû, lê belê yên weke Receb Erdogan, van ji mêj ve derbas kiriye. Jixwe pesindariya Hîtler dikir û dost û heval û destbirayê Omer Beşîr bû. Belê niha, em bihêlin parastina van birayên xwe, ketiye derdê man û nemana xwe. Geh diçe cem Putîn, xwe davê dexlê wî ji bo parastina xwe, geh jî diçe yan jî bi telefona rica û hewara xwe digihêne Trump ji bo wî biparêze.

Lê weke di sernivîse de diyar dibe, bazara siyasetê bi giştî ketiye nava şerê parvekerina 3’yemîn ê cîhanî û her kes, ketiya nava hewldana xwe ji vê alozî û qeyranê rizgar bike. Helbet dewletên mezin, ji bo ku para herî mezin bi dest bixe têdikoşin.

Bêguman navenda vî şerê dijwar li Rojhilata Navîn e û li vir jî navend Kurdistan e. Alîgirên sereke yên vê nakokî û şerê mezin û berfireh; Amerîka û Rûsya ye.

Serokêşiya pergala modernîta kapîtalîst a cîhanê, van herdu dewletan dikin; aliyê îdeolojîk û polîtîk û çekên giran, di destê van de ye. Belê di aliyê aborî, bazirganî û teknolojî de giraniyek mezin a Çînê derketiye pêş û di vê derbarê de van dewletan gelek tengav jî dike. Her wiha di aliyê îdeolojîk û çekên nuklerî de; Kore û Îran jî li pêşiya wan ne kelemên biçûk in.

Di qonaxa vê serdemê ya Şerê Cîhana 3’yemîn de, Tevgera Azadiya Kurdistanê cîhekî girîng digire. Ji ber ku rola Kurdistanê ya jeo-polîtîk, di asta hevsengiyekê de ye. Di têkoşîna xwe ya zêdeyî 40 salî de, xwe daye sepandin (îspatkirin) ku xwedî îradeyek xurt a xweser e. Vê taybetmendî û resentiya xwe, ji xurtbûna Rêbertiya xwe ya bîrdozî û birêxistinkirî distîne.

Her wiha di şerê xwe yê demdirêj de, yê li dijî terorîzma cîhanî ya DAIŞ’ê û bi giştî di têkoşîna xwe ya 8 salan de ya Şoreşa Rojava de, xwe weke pergalek xweser a demokratîk, bi raya giştî ya cîhanê ve da nasandin û pejirandin.

Di encamê de, mirov bi hêsanî dikare bêje, di vê bazara dijwar a siyasî de, hêz û aktorê herî xwedî îradeya xweser ê sêyemîn jî Tevgera Azadiya Kurdistanê ye. Weke hêzek û îradeyek hevseng /denge xwedî rolek girîng e.

Lewma cara yekem e ku kurd û kurdistanî weke aktorekî têkoşînê yê polîtîk, weke vîneke xweser, dîrek – endîrek di bazara siyasî de cih digirin û xwedî gotin in.

Di vê qonaxa djiwar de, di vê alozî û qeyrana giran a herêmî (û heta cîhanê) de, ji serkeftinê re, tevgera herî xwedî şens; li gel netewa kurd, bi hemû pêkhateyên xwe Tevgera Azadiyê ya welatê me Kurdistanê ye. Dewleta herî bê şens jî dewleta Receb û Devlet Bahçelî ye. Wa ye ji nav xwe ve jî, êdî verdişin. Ahmet Davudoglu, hêdî hêdî deftera kiryarên xwe yên qirêj û qirker û gemar deşîfre dike û li xwe mikûr tê ku wan bi hev re çi pîsîtî kirine?

Têkoşîna gelê me ya bi rûmet, ew ê temenê hilweşandina desthilatiya wan kurt bike!”


ÇAVKANÎ: e-rojname – Ahmet Aktaş

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

NIRXANDIN – ‘Evîn rêhevalê serkeftinê ye’

Nivîsa Pêş

TAYBET – Generalên dagirker ên Tirk eşkere dibêje ‘Serweriya herêmê di destê Gerîla de ye’

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
TAYBET – Generalên dagirker ên Tirk eşkere dibêje ‘Serweriya herêmê di destê Gerîla de ye’

TAYBET - Generalên dagirker ên Tirk eşkere dibêje 'Serweriya herêmê di destê Gerîla de ye'

Ji bo pêşxistina werzîşê Ciwanên Şoreşger li Helebê pêşbirka bezê organîze kir

Ji bo pêşxistina werzîşê Ciwanên Şoreşger li Helebê pêşbirka bezê organîze kir

Manşet

  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr
  • Komîteyên Hişyarkirina Ciwanan a Li hember Hişbirê Hatin Avakirin
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin
  • “Divê Îmralî Êdî Ji Sembola Tecrîdê Were Derxistin”
  • Pêşbirkek di Roja Şeşemîn a Lîga Dibistanên Jinan de

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.