Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Dema gel canê xwe dikir mertal, wê sîxurtî dikir!

"Gûlfîdan Aktaş a ji bajarê Nîsêbînê ya girêdayî Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ye û ji sala 2015’an ve sîxûriyê ji MÎT’a Tirk re dike. Di encama îstîxbarata wê de gelek operasyonên leşkerî û siyasî çêdibin, kadro û milîs deşîfre dibin. Aktaş hem dijî berxwedana xweseriyê ya li Bakurê Kurdistanê bi MÎT’ê re dixebite, hem jî çalakiyên gerîla yên dijî dagirkeran çêdibin deşîfre dike û cihê gerîlayan bi îstîxbaratê re parve dike. "

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
13/08/2019 - 0:05
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 8 mins read
A A
Dema gel canê xwe dikir mertal, wê sîxurtî dikir!
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN

http://sterktv.net/video/075_Bernama_Taybet_07.08.2019_Kurme%5En_Dare%5E_Bes%5Ea_03.mp4

 

Gûlfîdan Aktaşa ji Nisêbîne ku serî ji gefên îstîxbarata Tirk re ditewîne û dibe sîxûr, li dijî berxwedana xweseriyê ya Bakurê Kurdistanê û Tevgera Azadiyê li gel dijminê xwe cih digire. Di encama îxbarên Gûlfîdan Aktaş de gelek operasyonên leşkerî û siyasî li dijî gerîlayên Tevgera Azadiyê û welatparêzan çêdibe.

Beşa sêyemîn a bernameya ‘Kûrmên Darê’ ya sîxûrên MÎT’ê roja çarşemê di Stêrk tv de hate weşandin. Di beşa sêyemîn de cih ji îtîrafên Tekîn Sadak û Gûlfîdan Aktaş re hatibû dayîn. Me îtîrafên Tekîn Sadak weşand û niha jî cih didin îtîrafên sîxûra MÎT’ê Gûlfîdan Aktaş.

Gûlfîdan Aktaş a ji bajarê Nîsêbînê ya girêdayî Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ye û ji sala 2015’an ve sîxûriyê ji MÎT’a Tirk re dike. Di encama îstîxbarata wê de gelek operasyonên leşkerî û siyasî çêdibin, kadro û milîs deşîfre dibin. Aktaş hem dijî berxwedana xweseriyê ya li Bakurê Kurdistanê bi MÎT’ê re dixebite, hem jî çalakiyên gerîla yên dijî dagirkeran çêdibin deşîfre dike û cihê gerîlayan bi îstîxbaratê re parve dike.

Sîxûra MÎT’ê Gûlfîdan Aktaş tevî ku di malbat û derdoreke welatparêz de mezin dibe jî, lê ji ber li beramberê gefên îstîsbarata Tirk li ber xwe nade û îradeyeke bihêz nade nîşan teslîm dibe û ji bo dijminê xwe dixebite. Gûlfîdan Aktaş xwe wiha dide nasîn, “1987’an li Îzmîrê ji dayîk bûme û mezin bûme. Bixwe ji Nisêbînê me. Min dibistana seretayî li Kadîfekaleya Iızmîrê xwend. Dibistana amedeyî jî li derve dewam kir. Me heya sala 2010’an li taxa Kadîfekale ya Iızmîrê jiyan kir. Piştî bavê min teqawit bû şûnde, em dawiya sala 2010’an vegeriyan Nisêbînê. Min di xebatên ciwanan de wisa bi awayeke berfireh cih negirt. Lê ez tevlî hinek xebatên weke mîtîng, meş û kampayayên îmzeyan dibûm. Destpêkê lêgerîna min a ji van karan re bi rêya xizmên dayîka min çêbû. Me bihevre dikir. Li ser doza derbarê xwişka min Şûkran Akdogan, emniyet ji bo îfade bidim, gazî min kir. Wê demê emniyet timî gazî min, bavê min û xwişka min dikir. Ji bo îfade bidim careke din gazî min kirin. Piştî îfadeya min hate girtin, polîs derketin derve du endamên îstîxbaratê yên bi navê Kenan û Hakan ketin hindir. Destpêkê li ser giliyê bi min re axivîn. Paşê mijara bûyerên ciwanan ên Nisêbînê vebû. Behsa wê çalakiyê kirin û gotin, kî/ê cih girtiye agahiya me jê heye. Ji min re gotin, te jî cih girtiye û em dizanin tu milîsî. Gef li min xwarin, gotin eger tu teklîfa me qebûl nekî, emê derheqê te lêpirsîn bidin destpêkirin.”

Gûlfîdan Aktaş dema kar ji bo MÎT’ê dike, li qada legal a Tevgera Azadiya Kurdistanê de tê aktîvkirin. Dema Gûlfîdan tê binçavkirin, dibin çavan de destdirêjî lê tê kirin û dîmenê desdirêjiyê jî tê tomarkirin. Gef lê têxwarin eger teklîfa sîxûriyê qebûl neke, wê vê dîmenê parve bikin. Gûlfîdan Aktaş jî serî ji van gefan re ditewîne û wiha behs dike, “2011’an bûyera destdirêjiyê çêbû. Ji min re gotin, dê malbata te jî pê bihese. Min jî ji ber malbat, derdor û xizmên xwe cesaret nekir, dîmenê min bê parve kirin. Cara yek ez rastê tiştek wisa dihatim, tirsiyam. Ji ber vê sedemê min di zivistana 2015’an de teklîfa wan a sîxûriyê qebûl kir.”

Gûlfîdan Aktaş di dema berxwedana xweseriya Demokratîk de tiştên li Nisêbînê pêktên, kêlî bi kêlî bi dewleta Tirk re parve dike û bi îxbarên dike, hewl dide berxwedanê vala derxe. Gûlfîdan Aktaş ku agahiyên xebat û çalakiyên ciwanên YPS’ê bi îstîxbaratê re parve dike, wiha behsa kiryar û tawanên xwe dike, “Piştî min teklîfa wan qebûl kir şûnde, êdî min agahiyan kom dikir û dida emniyeta Nisêbînê. Min agahiyan bi endamên îstîxbaratê yên bi navê Kenan û Hakan re çi bi rêya telefonê dibe çi jî bi rêya hevdîtinînên raste rast dibe parve dikir. Hêvdîtinên me yên li Mêrdînê jî di wesayîtan (erebe) de pêk dihat. Ez li Mêrdînê qet neçûm emniyetê. Ew li kêleka cadeyek yanjî di navbera kolanekî de cih ji min re digotin, ez diçûm gel wan.”

Gûlfîdan Aktaş agahiyên ciwanên çalak û şervanên YPS’ê yên li Nisêbînê derbe li dagirkeriya Tirk dixistin, yek bi yek bi îstîxbaratê re parve dike û di dewama axaftina xwede navê ciwanên ku daye MÎT’ê rê dike, “Min gelek caran bi telefonê agahî dida îstîxbaratê. Lê min timî ji wan re digot, divê bêm gel we raste rast agahî parve bikim. Ew jî ji min re digotin, dema tu agahî li ser telefonê didî divê zêde detayan nedî û sergirtî biaxivî. Agahiyên ku min bi emniyeta Nisêbînê re parve kiriye ev in; Min Baran Aslan deşîfre kir. Baran Aslan kî ye, çi dike, di kîjan xebatan de cih digire ji wan re ragihand û min got, ew milîs e. Paşê ew bixwe jî hinek wêneyên hevalan yên li taxa Firatê nîşanê min didan. Dipirsîn li taxêne yan na. Min jî navê hevalan dida. Navê hevalê Firat yê fermandarê taxê bû, hevalê Canfeda û hevalê Elîşêr da wan. Hevalê Devrîm, hevala Havîn, hevalê Rûstem, Hevalê Kendal û qismek hevalên di xebatên ciwanan de min da emniyetê. Min tenê dizanî hevalê Firat, hevalê Kendal û hevalê Devrîm kadroyên çiyê bûn. Her wiha paşê min agahiya xendekan da. Li kîjan tax û kolanan xebatên xendekan heye min wan agahiyan jî dida. Min çiqas agahiyên xendekan daye tam hêjmara wê nayê bîra min. Hevalê Elî Firat carekî ji min kompîtereke Leptopê xwest. Min wê ji endamê ııstîxbaratê Kenan û Hakan re got. Ew jî gotin, emê eyar bikin. Di nava 10 rojan de gazî min kirin, gotin amadeye, were bigire. Min wê kompîterê da hevalê Elî Firat, lê nizanim tiştek bi kompîterê kiribûn an na.”

Gûlfîdan piştî berxwedana bajaran xebata xwe ya li gel MÎT’ê berdewam dike. Agahiyên ji Tevgera Azadiya Kurdistanê digire, yek bi yek bi MÎT’ê re parve dike. Rîskên ku milîs nikarin rakin, Gûlfîdan dibin çavdêriya MÎT’ê de digire ser milê xwe. Gûlfîdan vê carê jî bi gerîlayan re peywendî pêşdixe. Hemû agahiyên ji gerîlayan digire, dide MÎT’ê. Gûlfîdan pêvajoya peywendî girtina bi gerîlayan re jî wiha vedike, “Dema ez li Bagokê çûm gel hevalan, min wê hevdîtinê bi îstîxbaratê re parve kir. Destpêkê min nezanî wê hevdîtin derbarê çi de be, paşê fêrbûm ku dixwazin 15’ê Tebaxê çalakiyek lidar bixin. Min vê agahiyê bi îstîxbaratê re parve kir. Min planên çalakiyê wê çawa pêk bê, timî bi îstîxbaratê re parve dikir. Min ji wan re got, wê wesayîta çalakiyê ji Îdilê bê girtin û wê navê hevalê Ednan bê girtin. Her wiha min plakaya wesayîtê û rengê wê çawaye wê jî parve kir. Hevalên ku min li Bagokê hevdîtin li gel wan pêkanî, hevala Zinarîn, hevala Lîlav û 2 hevalên xort bûn. Min agahiya van hevalan jî da wan. Dema me wesayîta çalakiyê girt, agahiya wan jê hebû.”

Ji bo çalakiya gerîlayan bi sernekeve dikeve nava hewldanên gelek mezin û dibêje, “Ji min re digotin, li hember her îhtîmalekî divê çav û guhê te vekirîbe û gelek hişyarbî. Derdorê baş çavdêrî bike, ji bo ger bêyî agahiya te wesayîta çalakiyê biguherin ango eyar bikin ji bo tu agahî bidî me. Timî şîretên wisa li min dikirin. Me ji bo kirîna wê wesayîtê 30 hezar ji hevala Zinarîn girt. Min got, me evqas pere ji hevala Zinarîn girtiye û Ednan jî di nava plana çalakiyê de cih digire. Eger çalakî pêkhatiba, rêyên derbasbûnê yên me bikaranîba jî min ji îstîxbaratê re ragihand. Heval li ser rêyên ku em di têde derbas bibin timî nîqaş dikirin. Yan wê di rêya hevrîşim (îpek) re derbasbûbana yanjî wê di aliyê Omeryan re derbasbûbûna. Heya kêliya dawî jî diyar nebû, ji ber vê min herdu rê jî ji îstîxbaratê re got.”

https://www.nuceciwan-kurdi.com/2019/08/05/kurmen-dare-li-xwemikurhatinen-sixur-abdullah-ates/

https://www.nuceciwan-kurdi.com/2019/08/12/15-sal-ji-bo-neyare-xwe-xebitiye/

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ANALÎZ – Lihevhatin

Nivîsa Pêş

Ji Meclîsên Ciwanan ên HDP’ê li dijî fihûş û tiryakêşiyê çalakiya nivîsa

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ji Meclîsên Ciwanan ên HDP’ê li dijî fihûş û tiryakêşiyê çalakiya nivîsa

Ji Meclîsên Ciwanan ên HDP’ê li dijî fihûş û tiryakêşiyê çalakiya nivîsa

Şanoya bi Kurdî “Xwezgînî” wê ji bo gelê Cizîrê bê pêşkeşkirin

Şanoya bi Kurdî “Xwezgînî” wê ji bo gelê Cizîrê bê pêşkeşkirin

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.